Abdulqader BedredînDi dîtin û bîranînên me de, ko tenê şoreş û serhildan di navçeyên ciyan de bi kêr tê, ne dihate hişê me ko gelo mirov wê karibe vê keft û bezê jî di deştên dûz û rast jî bilîze?.
Lê îro di welatê sûryê de, war ew ware lê bihar ne ew bihare, wateyek dîtir ji şoreşê re hatiye ristin û hevokên nûjen jêre tên hunandin, mentalet, hizir û nerînên cur bi cur xwe nîşan didin, di vê hindê de textikên mêjî li hev dikevin û rayên stûyên zindiya li hev siwardibin, tê wê rengê ko guherînên bi bez û lez di celd û kolanên sûryê de xwe nîşan didin.
Renge ko şoreşa deştê li ser destê xortên qehreman, beryar dan ko serhildan, ne tenê pehra ciyaye, ne jî bi tenê dostê kevir û zinaraye, nejê bi serweririya axa, paşa û êlaye, ne tenê bi pêşkeşiya maldar û bi serperiştiya serokatiya partiyaye, na na ezbenî, ev şoreşa deştêye, tevgera seranserî welête, bi hemî cînê xwe ve, bi tevayî alfabêta renge reng ve, siloganên yek deng li hev divegerênin, ji Daraa tanî Dêrka Hemo. Xisletên wê nemazeye, serbixweye, ne mîna virrêna kevirên zarokên Felestîniya ye, ne di pîçima êrîşên şoreşgerên Lîbiya ye, şoreşa deştê, xwedan rebazeke taybete, rengîne, têr kultûre, herbijiya kurd û erab bi cih anîye, qîrê şivan perwer tevlî dengê Semîh şiqêr kir, kir ko peyva AL-huriya li bajarê Daraa bibe bira dostê peyva Azadiyê li deverên kurdan.
Herbijî biratiya hemî netewên di sûryê de ko bibe nîşana wekhevî û parvekirinê.
Herbijî yekbûna ciwanan.
Herbijû şoreşa deştê.

Şîrove (0)