Arşevê Oskan
Di sala 1903 an de, bi navê Şêxmûsê Hesen, kurê Mihemed kurê Mehmûd, li gundê Hesarê li bakurê kurdistanê, seyda û mamosteyê gelê Kurd, nûnerê hest û ramanên gel li wir ronahî dîtiye û çavên xwe li jiyaneke tije kul û derd û keser vekiriye, mîna hemû zaniyar û gelperwerên bi rûmet. Geh bi derdê xizanî û wendakirina dê û bavê xwe, û geh bi derd û êşên bindestiya dijminan û astengîyên jîwarî, ku hestê wî pê hatibû sitrandin.. Lewra Cegerxwîn.. bi kezebeke şewitî hestên xwe dihûnandin. Ewan rojên teng û tarî hiştin ku Seyda bibe zimanê êşên gelê xwe yê bindest û perîşan.
Seyda di nava civaka kurd de roleke sereke lîstiye. Di hemû qonaxên temenê xwe de, xizmeta civaka xwe kirîye.. bûye pesporê bîr û baweriyên parastinê û doz û daxwazên gelê kurd, ji xwe ev yek di helbestên wî de eşkere û diyar e, ango dikarîbû hemû beşên civaka kurd himêz bike. Herweha beşekî baş di meydana hunermendiyê de, hozanên Cegerxwîn di guh û dilê milet de xwendine û neqişandine, bi mûzîk û dengên bilind û afrandineke giyanbêjî, yên wek Şivan Perwer û xanima wî Gulîstan Perwer û bilbilê xemgîn Mihemed Şêxo û Aramê Tigran û Kabarî û Ciwanê Haco û gelekên din.
Li welat Cegerxwîn êş û azarîya gelê xwe, tev di dilê xwe de birijand, ew dilê tije xwîn û rûmet, lewra mîna volqanke agirî dipijirand. Di hindrê helbestên xwe de, bi asteke bilind û hotane, bi şêweyekî hêsan û dijwar ku hemû beşên civakê dikarîbû wan helbestan jiber bikin. Herweha herkesî êşên xwe di nav wan xêzên pîroz de dipelandin.
Çi caran Cegerxwîn xwe dûrî guhertinên qonaxên dîrokê nedidît, di her çaxê de bi berpirsyarî bi kêmasî û nexweşiyên civakê mijûl dibû. Pêdiviyên hejar û bindestan, bi lezgînî dixiste çarçewa livandin û çareseriyê bi duristî pêk tanî. Dibû bijîjkê birînên dijwar, nemaze di dema pêşî ji temenê xwe, akama rola olperestiyê cihekî mezin di jiyana Cegerxwîn de girtibû, pişt re.. bandora ramanên Markisî, wekî ku çaraseriyek ji bo serpêhatiyên kesên hejar û bindest didît û wekhevîya civakan, lê dema ku tîrêjên guhertinên welatperwerî hate holê, bê şert û merc, xwe da bin barê giran û dest bi dermankirina birînên kûr û dijwar yên kurdan kir.
Ji salên şêstî û vir de, bibû mîna pizoteke agirê vejînê û roj bi roj, xebata wî berfirehtir bûbû. Li gund û bajarên Kurdistanê digeriya, ji bo naskirina pêwestîyên demê û dewlemediya berhemên xwe .
Helbestên Seyda, li ser zimanê zarokan, jinan, kalan û pîran, ciwanan dihate xwendin. Bi rêzdarîyeke bê sînor dihate vejandin… lê dijminên hov cîh li Cegerxwîn teng kiribû, li welatê bav û kalê wî, ji ber destê çavnebaran dirêjî wî hatin, piştî ku temenê wî nêzîkî 80 ê salî bûbû, ji bêçarî berê xwe da welatê xerîbîyê û bi alîkariya hin hevalê dilsoz ew bir welatê Siwêdê. Li wir jî damarên wî ne hedinîn, di nava çar salan de, xebatên bi rûmet û giran xistin nêv rûpela dîroka xwe ya sermedî.
Lê mixabin qedera reş di 22/10/1984`an de, dilê bi rûmeta kurdayetîyê, tije hêvî û evîna giran rawestand û laşê pîroz şand mala wî, li bajarê Qamişloka evînê li ser xwesteka wî, da ku piştî koçkirina xwe jî, ji nava axa welatê xwe dûr nekeve. Gelê kurd li rojavayê Kurdistanê, bi wefadarî cenazeyê Seydayê xwe pêşewaz kirin. Bi merasîmeke mezin, bi deh hezaran gelê kurd, roja xwe bê westan li kolanan qedandin. Hin bi sirûdan û hin bi stran û hêsiran nirxê hezkirina xwe jêre didan. Ji wê rojê bi şûn ve, gora wî bû tewafgeha nifşên mayî ji rewşenbîr û nivîskaran û helbestvanan re.
Cegerxwîn

Giran bû rojek nexweş bû, bêcan maye Cegerxwîn
Li her derê şîn û girî, di dil de vebûn sed birîn

Biçûk, mezin, kal û pîr, di vê rojê mane mest
Kom, perwer, hunermend, ava kirin pir helbest
Miletê kurd kom bûne, li ser gora te seyda
Pîroz be li te ev milet, bi ramanan kir peyda
Hemû zava û bûk in, di nav de pîr û kal in
Zarok çi zanin bêjin, li ser te va dinalin
Ji wan re çirek ronî, ronî daye li welêt
Ristên te xweş dixwînin, ji Wanê ta bi Firêt

Bîrbir û pir hozan bû, tu bû rêça me kurdan
Tîrêjên birûska te ji ezmanan xwe berdan

Neyar te dûr xist ji me, benzîn reşand arê dil
Dil û can maye yek bend, bi hev re ma laş û mil

Heyşt dîwan te nivîsîn, tev de bi xwîna ji dil
Herkes bi wan bihîstin, mîna awazên bilbil

Dermanê dilê birîn ev awaz û ristên rind
Milet tev de şad dikin, çi li bajêr çi li gund

Şoreşvanê stêrgeş, xuya ye rêç û şop in
Li ser laşê neyaran, gotin bombe û top in

Ketî destê me ev çek, li meydan û civatan
Ji dil pêlan didin der, êş û derdên welatan

Dilê kovan bû birîn, ji axîn û nalînê
Li ser welatê şêrîn û hêviyên Mem û Zînê

Nema li dil aramek, li ser vê bindestiyê
Rewşa hebûna gelan, dilsozê vê rastiyê
Rewşa hebûna gelan, dilsozê vê rastiyê
Winda nabe navê te, navê ji tîpên xwînê
Ket rûpelên dîrokê, tîpên xwîna birînê.
Ket rûpelên dîrokê, tîpên xwîna birînê.
Arşevê Oskan
22. 10. 1992
22. 10. 1992