Mişel Temo Alav a te dilya rijand


Nizar Yosif

Gotin pijandin raxistin
Azadî ji tirs ê welidand
Agir bi dudiliyê de kir
Zindan ji coş ê leriz î

Doz herikî
Balav ên kûtî bûyîn bi dilya xwe şûştin
Ber ê Karwan bi duristî veguherand
Bi dilêr î hêrs herikî
Golên rût
Kevirên bê deng 
Dilopên şil berdane ser                                     
Ji rûk ê bê deng tav ê veda
Reşik ên şev ê
Buxum ên rojê
Bê peyarî jehr a xwe dan
Qîravê sikûm çilmisand
Bi rengê wan
Xuzayî ket reng ê Şevê

Di çirisin dilopên te
Vepekiyan ser tariyê
Gol ên rût şûştin bi pêlan
Tov reşandin li şûna xwe
Bi wê rewş ê
Çavê heyîva nepend
Li bêzariya şevan veke
Da ku xwestek giliyan jê bikin
Giya di bin geviran re bê der   
Hîviyên te bibişkivin .  

Teraf a gotinên te di axife
Di be dîl ê duristiyê
Dildar ê zindan a rastiyêyî
Bi afirîne
Bivejîne kesayetiyê
Bi bihna vê serdem a rût
Mirovan hînî bihna ramanên xwe bike
Te erê nekir
Tu napejirînî avjeniyê
Di golên tirsê û dudiliyê de
Bê erzên pînekirî
Diz ên rojê
Bêbextiyê tu hilanîn
Destên te dane Şêx Maşoq
Di tirsim kurm ê darêbin tu hingavtin !!
Tu rêwî bû li vê jînê
Di navber a birosk û bahozan re hat
Çi Alav bû alav a doz ê bilind kir
Bû rêncber ê avdan a gol a civakê.

                    08,10,11

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…