Mihemedê Seyid Hsên
Va bûye nêzî 5 mehan û cîhanî tev dîdariya xwe didin, ku Sûriya pirsgirêkeke kujer û alozewîst dijî, wêran û talankirin, tundutûjî û komkujiya ketuber, ya ku li serdestê dezgeyên qaşo karbidestên ewlekarî bûne û hêj didbin, armanca pirotistêrên kolanê û dijberiya Sûriyê tevlî Kurd bigiştî rêkeftîne ku: rêvebiriyeke dîmuqrasî, lîberalî li şûna rîjîma tekpartiya totalîtar û diktator bête peyda kirin, ji ezmûneya nêzîk ya Lîbiya dîsa tev rêkeftîne ku destêwerdana derve ya serbazî ji binî têkdayî ye,
tev li ser perensîpa guftugoya niştemanî rêkeftî ne, nemaze ku seqa û mercên guftugoyê hevrêj û lêhatî bin, ca ji alîkî ve wê çawa pêşewatiya tevgera dijberî bi deshilata yekane re rûnê, û sîxurên wê yên qaşo ewlekarî mercên welêt kirine gurnxane û berbatên kesanedî bi niştecîyan re dikin, ji alyê dîtir ve wê çawa dijberiya Sûriyê, ya daxuyaniya Dîmeşqê, pevketiya koma civata dîmuqrasî ya niştemanî û niwînerên pirotistêran, yên kolanê nemaze ku mîna hêzên sereteyî herin guftugoyê, û vajî mercên jorgotî herweku bi Tank, Top û hûravêjan paleya giyanên hemwelatiyên bêguneh yên sifîl, sigtazî û destvala dikin, dê bi rêjîma dest bixiwîn re rûnên, ya ku terzûya hêzdariyê hêj li gora berjewendiyên wê mane, loma wisa jî hemî piroje û pêşinyarên erebî û navnetewî dide mandelê, û bi yekcarî guhên xwe paçik dike û tu pêşiyaran pêşwaz nake, ji heman rewş û baravên dijwar, dijberiya Sûriyê bi hemî pêkhatên xwe ve, li derve û hindirû biryara rûxandina rêjîmê dane.
Weke ravegêrekî siyasî nemaze ku ji nû ve, di sertîpên babeta kirîzeya heyî de, digihê û avdeyên wê ji nû ve ji hev dide alî, êca emê bên û hewl bidin ku li ser têruteseliya daxuyaniya partiyên tevgera kurdî ya niştemanî rawestin, xal û bendên wê, awirvedan û helwestên ku li ser kirîzeya Sûriya îro-roj dane şîrove bikin, mixabin weku dixuye partiyên tevgera kurdî, pêşeka kêşeya xwe ya netewî li ser binemayên sist û pexoxî dane serhev, û tev dizanin ku çareserkirina wê, di guherînên dîmuqrasî de rûniştiye, weku me ji ezmûneya tevgera rizgarkirina navnetewî naskiriye, dema ku bi lezgînî xwe di yek rêbaz û rêpilanê de dane serhev, bêguman bi birayrên xurt û mêwedar jî dernakevin, lê mixabin tevgera kurdî piştî daxuyaniya wê ya hevgirtinê biryarên tisî, kasax û lawaz pêşinyar kirine, hîç ne weku miletê Kurd hêvî tê de radest dikirin derketiye.
Sed mixabin peyva {dijberî} di daxuyaniya partiyên tevgera kurdî ya niştemanî de derbas nebûye, wisa jî dixuye ku tarîewrên metirsînê û muhra helwestên p.y.d ê li ser çap bûne, bi wihareng serbestî li koma partiyan jî kiriye, daxuyanî di naveroka xwe de wa dibêje: (bera guherînên dîmuqrasî ji hindurê kongereke tevareyî cîbecî bibin, destûreke hemdemî nemaze ku fermandariya tekpartiyê ji holê rake), gelo ev kongera ku ji dehkên salan ve, dijberiya sûriyê bi giştî pê bang dike, nebûye tiştekî xemsar û jibîrbûyî, ango ji heymên dîroka çûnî ve kevn bûye: gelo şingeşinga zincîrên Tankan û vîzevîza guleyên Hûravêjan, kujtin, talankirin û pelekutkirina ketuber, zarok, jin û kalemêr, berbat û wêran, dêrizkirina namûsê, diziya mal û mewdanên hemwealatî, li hemî bajar û gundên Sûriyê, nehêjane ku mirov destbirriya vê rîjîma noker bike, û hewl bide ku bi hemî rêawe û çalakiyên aştiyane wê birûxîne.
Yaxud pêşewatiya tevgera kurdî ya siysî, bi nexweşiya Zihaymerê ya derûnî û cotgumanên kurdûnde ketiye, bi du helwestan jî neryana pilanê raçav dikî, dijberiyê jî li ser du eniyan dikî, yek jê rêjîme, û yadinê ciwanên Kurd yên ku rûyê wan raberî kolana Sûriyê sipî kirine, çaxê ku ji 2005 an ve daxuyaniya Dîmeşqê pê re emze kiriye, ya hew jê kambaxtir ewe, weqatê ku semînarbêj dibêje: kolan ne tenha ya ciwana ye, lêbelê ya jin, kalemêr û gel bi giştî ye, çima ku diruşma rûxandina rêjîmê bi dengekî bilind hildane, wisa ku hêj hêviyan di rêjîmeke wa kujer de dibînin, tanî ku li xortan dizîvirin û bizava wan beravêtî dikin, û polîpoşman hewl didin ku rola dijberiya sûriyê bê sûde berba berdidin.
Berya kirîzeya heyî bi çend salan, rojane û mehane li ber deriyê heman dijberiyê lavaj û dîlek kirine, da ku pê re têkevin hevpeymaneke dijberî, û di encamê de hin ji partiyên kurdî, pê re daxuyaniya Dîmeşqê di 2005 an de emze kirine, hinga hin ji partî û nivîserên kurd, têbîniyên xwe li ser dijberiya Sûriyê neyênî raçav kirine û helwesteke hişk jê girtine, nemaze ku ew jî nekêmî rêjîma Efleqî ya nîjadperest û şofonî perwerde bûne, bi taybetî ku ji jêdera Erebislamî derbûne, ku çanda dîmuqrasî nelê, kêmwate û alozewîst dinirxînin.
Helbetî kesên ku rêvebiriya Sûriyê piştî rêjîma tekpartiyê bikin, wê li gelek kelem, mîx û stirîdirkên hişkolî û nîjadperestî rast bên, min bxwe di gelek gotaran de bi taybetî di prtûka xwe ya di bin navnîşana Şevçiraxên çarmedor de, nîvasandiye ku heman dijberî di sala 2003 nan de, dema ku Emerîka û hevpeymanên wê, îrîşeke cengebazî anîne ser rêjîma Sedamê faşist, heman dijberiyê bi piranî destê rêjîma Sûriyê girtine, tenha bo ku Kurd derfetê li gora berjewendiyên xwe radest nekin, lê hema îro-roj ne cîwar û ne jî zeman heman rûdan û bûyerên ketîwarî dixwînin, herweku em îro-roj seqa û mercên buhara erebî dijîn.
Herwiha ku tevgera kurdî ya siyasî pêşewatiyeke hilbijartî, ji kongera kurdî derxîne, û hevmilî dijberiya Sûriyê bi hemerengiya pêkhatên wê ve, di rêkeftin-nameyekê de derkeve, ji encama kongerê giştî encûmeneke niştemanî berdêlî li şûna destelatdariya totalîtarî hilbijê re, bo ku rêvebiriya navbera dema veguhêz bike, herweku mafê gelê Kurd li gora rêja akincîyên rojavayî kurdistanê li welêt biparêze, le sebaretî encûmena niştemanî, nemaze ku li ser van perensîpên jêrnivîsî rêkeftî bin.
– guherînên dîmuqrasiya lîberalî yên siyasî, civakî û aborî pesende kirine, çiku gel jêdera desthilatê ye, û jê saziyên dewletê têne hilbijartin.
– destûrek hemdemî dide xuyanî ku Sûriya welatî giştî ye, û giş li ber yasayên destûrî nûneriya xwe hiltînin, nemaze ku yasaya hilbijartinê dixwe de diparêze.
– destguhêziya destelatdariyê bi şêweyekî şaristanî û aştiyane, di rêya sendoqa hilbijartinê de.
– heman perensîp di nav tewên xwe de radihêje, mafê mirovan bi hemî reng, nîjad û olên xwe ve.
– saziyên civaka şarewerî ava dikî, dewleta yasayî ku mafê hemî netewên serete û hûrgelên heyî li gel pêkhatên hemecûr diparêzî.
– desthilatan ji hev cuda dikî, olan jî ji dasthilatê cihê dikî.
– bi şêweyekî yasayî rê dide damezirandina partiyan.
– dadgeha serbixwe ku hemî tewankar û gunehbaran sintaq dikî, û hemî kujer diz û gendelan sûcdar dikî, girtiyên xwedî awir û derbirînê serbest berdidî, û zindanan sipî dikî.
– rê dide xwepêşandan, dupat û pirotistoyên aştiyane.
– bangeweşiya medya niştemanî û biyanî rizgar dikî, ku ji navkutka bûyeran raguhêze û nûçeyan weku heye ragihîne.
– cîgehekî pêşiwar dide beşê gêncan û wan hevparî biryara siyasî dikî, wan seraqet li pêşiya pirotistêran dibîne, wan parçakî ji dilê tvgera kolanê diçesipîne.
– dezgeyên ewlekarî yên pirjimar ji hev dipejilîne, û stûbariya ewlekariyê dispêre şahyarê hindirû û ewlekariya niştemanî ya giştî, wisa karbidestên ewlekarî nema dikarin destêwerdanê di jiyana hemwelatî de bikin.
– hinga hêç dewlet nema hewcedarî destêwerdana derve ye.
– perlementoya welat ji nêv gel dê bête hilbijartin, wisa jî hemî saziyên dewletê, bi wihareng rola tekpartiyê tête têkdan.
– Sîpahên niştemanî tenha ku berevaniî û bergiriya welat bikin, û sînorên welêt ji êrîşên neyaran biparêzin, di bin siya fermandariya serokomar de, dewleta dîmuqrasî, hemejimar û şarewerî ava bikin.
– Perensîpa goftugoyê di hemî barav û seqan de bo giştî ye, kesek jê ewarte nabî, çiku bingeha hemî kar, cîyewazî û nakokiyaye, gereke kesek, partiyek, komeleyek û hemî derbirînên civakê jê serbêş nebin, ew zavê raserî û daşûrî yê tekakesane dûrtir diavêjî.
Dêmeku welat kirîzeyeke kûr û dijwar dijî, êca erksezayekî xwezaye, ku mirov bi heman kûrayê çarenûsan jê re peyda bikî, bi hêmenî destê xwe deyne ser birînê û qemûşkan derman bikî, û eger ku îro-roj pevketiyên ciwanan û dijberiya Sûriyê, guftugoyê bi rêjîmê re naxwazin, ji layekî ve ji ber ku metodên seqa û mercên guftugoyê kêmpeydane, wê çawa dijberiya Sûriyê bi rêjîmeke wa kujer re guftugoyê bikî, û hêj nizane bername û alavên goftugoyê çine, dê kî beşdarî kongera guftugoyê bibe, ji layê dîtir ve jî hêj Top û Tankên Sîpahên rêjîmê kolanên 5-6 parêzgehan vegirtine, bêtirî nîvê dijberiya Sûriyê li derve penaber bûne, û nîvê mayî yê ku di zindanan dene, ango revend xwe li malên dost û hevlan vaşartine, li dora 1800 xwepêşandêrî şehîd xistine, vêca guftugo bi rêjîmeke wa xwînrêj re li kû avê vedixwe.
Tevgera gelêrî demdar pêşewayên hemdemî diafirîne, ji nihêniyên taristanê, ji zivingê sergirtî roja qewamê giran serê xwe radikin, keşt û hewa guftugoyê tevlî bername û armancan zelal dikin, ku hemî çîn, tîre û derbirînên civakê emade bibin, bi kêra bizavê û çalakiyên rojane tundutûjiya karbidestên rêjîma ewlekarî dirawestînin, ew bi serê xwe xwepêşandêr û samanên giştî diparêzin, girtiyan serbest berdidin, yên revend ji bêganeyê vedigerînin cîwaran, hemî kujer û berpirsyarên kujer dajon ber dadgeha serbixwe, çi kesê talanbûyî, dê û bavên nemiran qeregoy dikin, baweriyê di navbera desthilatê û civakê de xurtir vedigerînin, dîmuqrasiya lîberalî ya siysî, civakî, çandî û aborî di saziyên dewletê de, berî her tiştî bi şêweyekî azad jiyaneke şaredarî û hemejimare, nemaze ku rêjîma radîkal û totalîtar ji kokê de diqelîne.
Careke din va bûye nêzî 5 mehan û cîhanî bi gştî bi çavên serê xwe dibînin, dibihîzin ku Sûriya kirîzeyeke berbat û hevgare dijî, herweku li yekrûyî karbidastên ewlekarî û Sîpahên qaşo niştemanî û welatparêz, bi fermana desthilata malbatî hemwelatiyên pirotistêr, yên sîngtazî û destvalal ketuber dikujin, hîç guh nedane zixt û geflêxwarina erebî û biyanî li derve û hindirû, êca bo vê yeka ha pir bi pêwîstî pirs ji hev dizên.
– gelo li şûna rêjîma diktator li hindirû û derve, bi şêweyekî paşdemî çarçuveyeke berdêlî, weke encûmena niştemanî ya veguhêz çêbûye, ango alavên piroseyî bo ku heman pêşewatiyê cîbecî bikin peyda bûye…?
– çawa dê partiyên tevgera kurdî yên niştemanî, doza guherînên dîmuqrasî bikin, û ew ji hindirû ve kurmî bûne, ji dehkên salan ve mîna rêjîma totalîtar, perensîpa dîmuqrasiya nevendî rêbaz dikin, hêj nala kilasîkiya heyamên cenga sar li ser ramanên radîkallî, nemaze ku tekoşîna eydiyolojiya tekpartiyê dawer dikî, fotokopiaya Ba,s nimûne dikî, cemawir bi yekcarî serbêş kirirye, ciwanên serheldêr navkutka dilê kolanê afrênerê şoreşê piştguh kirine, rewşenbîrên serbixwe paşmêrê dilsoz û nemekdar xemsar kirine, xwazgîniyên ku ji mêj ve doza dîmuqrasiya lîberalî dikin, herweku li gel metodên gehîndarî, yên civakî çanda dîmuqrasiyê û bikaranîna wê re dijîn.
– gelo ne tiştekî xweza ye nemaze ku ezmûneya gelên cîhanî çesipandiye, ku tevgera rizgarkirina gelan ji hevpeymaniya siyasî û rewşenbîrî, bi wan re jî hemî pêkhatên civakê hatiye.
– eger di asoyên dûrbîn de kongereke kurdî li darkeve, gelo ne dadmendî û dirustkariye, ku hemî tîre, çîn û derbirînên civaka kurdî tê de pişikdar bin, ji heman kongerê çaçuveyeke pêşewatî bê te hilbijartin, û niwînerên hemî pêkhatên gel yên hilbijartî tê de hevpar bin.
– weku li pêş me emaje pê daye, gelo çima ewqasî bi derengîxistin, û tevgera kurdî hêj bi giraniya xwe tevlî cemawirên ciwanan li kolanê nebûye, wisa ew li rastê bê rêber û sermiyan hiştine, tev ku pevketiyên wan rêvebiriya wan dikirin, ca ev xalên jorgotî ji bo ku derfet keyszêrîn hatiye, nemaze ku tevgera kurdî li gel ciwanên xwe hevmilî pirotistêrên Sûriyê bi giştî bibin, ku rêjîmê bi kêra karubarên xwe yên siyasî û aştiyane birûxînin, pêk ve jî destguhêziya deshilatê bi şêweyekî aştiyane û paşdemî radestî encûmena niştemanî ya giştî bikin.

Qamişlo