Heta kengî ez gorî?

Arjen Arî

Dema ku min dest bi vé nivîsé kir, piştî nûçeyén erdheja ku bajar û nevçe û gundén bi ser bajar ve avahî bi avahî, xanî bi xanî mîna meşkeke di lewlebé de kil kir û gelek der û dever bi erdé ve kir nanik; péşkéşvané bernameyén av û hewayé é qenalén televîzyonan mîna ku bi hev şéwirîbin gotin, ‘ îşev dé berf bibare bi ser bajaré Şemrangerd’é* de’!
Berî kuliyén berfé, ezazîlén biné erdé li Şemrangerd’a Semîramîs’é  hatin xezebé.
Gotineke péşiyan e dibéjin, ‘piştî sarbûna birîné birîndar bi birîna xwe dihese.
Şemrangerd’a bajaré Semîramîs’é, bajaré ku demeké serbajartî ji  Qerantiya Ermeniyan kir, îro bi qasî dilé Semîramîs’a ku Ara’yé xwe di şer de wenda kir, birîndar e û her ku diçe bi birîn û birîndarén xwe dihese.
Şemrangerd birîndar e. Birîndareke ku  li tevî navçe û gundén li dora xwe kûr kûr dinale.
Nalîna mirovén di biné xanî û avahiyén bi ser serî û bedena wan de rûxiyayî , di roja çaremîn de her ku diçe nalîn vediguhere xirrîn û bédengiya miriné.
Li gorî agahiyén televîzyonan, heta vé kélîké 500 mirovî jiyana xwe ji dest dane, û zédetirî 1600 birîndarî rakirine nexwesxaneyan.
Û ev jimar, jimara mirî û birîndaran bi dû her saeté de zédetir dibe.
Hévidarim di rojén péş de jimara kesén ku jiyana xwe wenda kirine zédetir nebe, û birîndarén di nexweşxaneyan de jî rojeké berî roja din bi ser xwe ve werin, bibin xwediyé siheta xwe ya rojén beré, rojén beriya erdhejé.
Pisporén di mijara erdhejé de xwedî gotin, dibéjin erdhej biqasî doşbûna dinayayé ya li dora xwe û li dora rojé  tiştekî xwezayî ye; lé ya ne xwezayî şéweyé lékirina xanî û avahiyén bi desté mirovan e.
Mirî venegerin jî; çendî kûr bin birîn derman dibin, avahî ji nû ve lédibin.
Lé erdhején din? Erdhején ku bi desté mirovan û devé çekan téne pé?
Li welaté min, welaté min é ku her saet bombe bi ser serî de dibarin; niha vé kélîké li gel erdhaja Wan’é bi her bombeya ku ji her balefiré bi ser serî de té xwaré li vî çiyayî, li vé newalé, li vî gelîyî… bi erdhejan re ne rûberû ye?
Erheja Wan’é  mirov daqurtandibin, xanî bi ser xanî de rûxandibin; erdheja şer li  tevî mirovan dar û daristanan, hélînén çivîkan û moristanan kaf û yekûn nake?
Li gel hejîn û lerizînén li dû hev én piştî erheja mezin, bi xweragirtina qelşén di biné erdé de, piştî xisar û zirara ku daye, erdhej dé raweste. Lé erhején ku şer tîne pé? Erhején ku sihar û évarî di dilé Geliyé Lolan de, di gurçikén Heftanîn’é de, di sînga Zap’é pék tén, dé kengî rawestin?
Xwedayén şer, di vé kelîka ku li tevî birîna Wan’é herkes ji héleké xwe de birîndar e, tevşoyén xwe yén şer derxistine, devé tevşoyan dîsa dane ber devé mivredan û ha ha tûj dikin?
Bo seré ké? Bo çengén ké?
Yén ku ji herdu çavan ne hutim bin, dé bibînin ku xwedayén şer, sed taqé miriyén erheja Wan’é  di 30 salén bi şûn de mayî de kirin gorî!
Gorî?
Goriyén şer?
Heta kengî ez gorî?
*Li gorî dîrokzaninan bajaré Wan’ é B.Z.1800 ji héla Mîrzîna Asûrî Semîramîs’é ve hatiye avakirin û vé mîrzîné navébajar  kiriye Şemrangerd

27.10.2011/A.Arî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…