Gotar

Bavê Gulê zêndana we pîroz be

Emer Îsma`îl


D
ema ez û herdu hevalên xwe di roja 17/4/2011 ê ji zêndanê serbest hatin berdan .Li ber deriyê zêndana Qamîşlo cemawerekê boş ji nivîskar,rewşenbîr,siyasetmedar û mirovên kurdperwer pêşwaziya me bi germî kirin,di nav wan de jî hevalê min yê hêja mamosta Mosa Zaxoranî berhev bû ,piştî  silav da ji min re got : ( Hevalê helbestvan û zimanê kurdî zêndana te û derketina te pîroz be ) û em bi hev re di gel mamosta Elî Cizîrî û herweha mamosta Sefîn Mîranî û mamosta Si`ûd Mela hatin heta Dêrika rengîn .
Di rê de bavê Gulê wek tê nasîn, bi hestekî kurdayetî tenik û bilind pesnê xebatkar û zêndaniyan vedida .Vêca ez gotina te li bîra te tînim û di bêjim bavê Gulê, mamosta Mosa Zaxoranî zêndana te jî ji bo azadiya gelê Sûriyê bi tevayî û ji bo serketina gelê kurd bi taybetî pîroz be .Hevalo…dema mirovê xebatkar bi bîr û bawerî kar û xebatê dike ji bo mafê miletekî bindest hember rijêmekî zordar û kevneperist wê zilim û zordariyê bibîne,hingî nextê azadiyê,eger ne xwîn be û wêrankirina gund û bajaran be ,bê guman wê zêndan be .Hevalo…ez zanim zêndanên rijêma Ba`as çiqas zor û zehmetin,ji ber sê caran min ew yeke derbas kir ye û ew derd kêşandiye.Lê belê çiqas zor be jî,ew ji bo çavên zarokên Sûriya û yên kurdan erzane,ji bo azadî û mafên mirovatiyê erzantire.Vêca zêndana te pîroze û derketina ji zêndanê û hemî zêndaniyan roja welat ronahî dike.bijî zêndaniyên xebatkar û têkoşer,ew mîna şêran jiyana tal û zehmet derbas dikin,ji bo çirsandina roja azadî û bingorkirina rijêmên kevneperist, û avakirina welatekê demoqrat û serbixwe, hemî kes tê de di maf û erkan de wekhev û hevpişk bin.  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…