Cegerxwîn dimîne jîndar

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Dema mirov ji dinê bar dike êş û janê di dilê mirov û heval û derdoran de diçîne û keseran ji can difirîne, û  roj bi roj, sal bi sal  navê xwe û wêneyên xwe di hiş û giyanan de di kola. Lê dema ew miroveke navdar be û qedir buha be  mîna seydayê (Cegerxwîn) ew heta di hest û coşeyan de jî dijî û tu caran nayite jibîrkirin.
Cegerxwîn jîndar dimîne di raman û dilê kurdan de ji ber kû ew ne tenê helbestvan bû an jî lîkolîner û nivîskar bû, belê çimkî ew miroveke welatparêz bû, û xebatereke dilsoz bû.
Cegerxwîn jiyana xwe ya kesayetî û malbatî kiribû di bin xizmeta gel û civaka xwe de. Ew bi salan dûrî hevjîn xwe û zarokên xwe dijî, û dîtina wî ji wan re dibû hizret. Beriya niha min daxwazeke keça wî (Suwad, Buniye) belav kiribû dema dibêje:
Xwezî ji nû ve bavê min jiya ba û ez vegerabama zarokeke piçûk da min xwe parastiba himbêza wî û ez di nav hizkirina wî de avjen bûma.
Ew vê gotinê dubare dike û rondikên çav û giyana wê bê çare dikin.
Ew şevên dirêj di zindana de jiya ye da gelê wî serbest bijî, ew dijî paşveçûn û sitemkariyê sekinî û hawar  li gelî xwe dikir kû ew mejî û hestan ji guman û ramanên reş û genî bişûn.
Wî wekhevî dixwest di hemî hêlên niştimanî û civakî de, lewra bi dehê caran şerê wê dihate kirin.
Cegerxwîn karmendeke lehing bû di hola doza jinê de, wî pêşketena mirovan û rizgariya welat û civakan bi azadî û rizgariya jinê ve girê dida, wî ji malbat û zarokên xwe dest pêkir.
Silav û rêz ji giyanê nemir Cegerxwîn re û ji giyanê hemî karmend û dilsozên me re.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…