Demhat Dêrikî
Te tûrikê xwe
ji ferhengên tirsê dagirtiye
û li mejiyê xwe yê
di navbera hêvî û bê hêviyê de diçe
û tê, bar kiriye û her kêlî
bê ku razevîna min di dibistana
dilê Memo de têbigihê
di rûyê destegulên kenê min de
bê îmanê!…ne te ez kirim kevokek
bask şikestî, dûr kirim ji refên firdana
di şahiya aso de.
Te ez kirim pêleke bê hogir û heval
di devê deriyayên bê binî de.
Te ez kirim dîl di peyvên nehezevînan de
ku awirên wan min dikin zindiyek mirî
li ser darbastên zimanên wan!
Te ez kirim persekekî koçber
li ber dergehê nezanan…û hêj
tu dibêjî JI TE DITIRSIM!..
tirsa çi?..
Ji dilê min ê ku te di xewnên xwe de
dike hilata rojê,
dike stêra herî geş,
dike evîna kevot,
dike evîna tav û avê,
dike qublegeha nimêjên evînê,
dike şanên jînê,
dike hebûna keskesorê?…nizanim esmera farqînî
ger tu ji van ditirsê,
nexwe tirs li te pîroz be,
jiber ku tu ji tirsê jidayîk bûyî!…
Li gundekî di nava sirûşta
heft reng de, di nava zarokan de
em du bûn; yek keç ya din kur.
Me xaniyek hebû ji kelpîçan…
li zivîstana germ, li havîna hênik.
Li demê dibistanê
diya min pênûsa rêjî dikir du
jêbir dikir du
lênûsk dikir du
me li dora wan dikir dîlan,
sibehan zû
bi cilên pînekirî
di nava dilên çûkan de
em diketin rê!
Lê carna em şivan bûn
em her du hevalên baranê sor bûn,
li gel bayê zozanan,
li gel pêkeniyên seyê me bozo
kulilik ji lêvên me dipişkivîn
tevlî bêhna cilên me dibû…
her ku em dikenîn cokavên zelal
pêlên xwe li kulilikên sorî dixistin,
ew jî tevlî govenda dilê me dibûn.
Nanek tenûrê,
serîk pîvaz,
kulmek lorik,
em dibirin xewa şîrîn!…ma çend xweş bû gundê me?..
Lê, rojekê wek mîroyan kes hatin,
pêlavên wan reş,
cilên wan belek,
li destên wan tiştine biyan,
wek gurên birçî ketin nava gundê me,
agir pêxistin,
gund talan kirin, wêran kirin!..
Kenê me kuştin!
Beranê sor xwarin!
Bozo xeniqandin!
kulilikên me serjêkirin!..
Em avêtin bajarên canxwer!
Li vir;
ne hevaltî heye,
ne hogirî heye,
ne hezkirin heye,
ne diristî heye,
ne bawerî heye!
Tenê dûmana reş
wek marek ji kunê derdikeve
jehra xwe belav dike!..
va di nava wê de em her du
mezin bûn,
ne ez ez im û ne ew ew e!..
Her yek ji me bû cîhanek,
her yek ji me bû derewek,
her yek ji me bû janek,
her yek ji me bû evînderewînek,
her yek ji me bû bê bextek,
her yek ji me bû koleyek,
her yek ji me bû ne tiştek!
Em bûne du kesên biyan
di nava buhuşta pişaftinê de!
Ne êdî me gund heye,
ne me xak heye,
ne me war heye,
tenê me xerîbiyek hey û ew jî
ne ya me ye, em bûne du kesên winda!…