(Welatê me) Li ser girtin û serbest kirina wî û dema zêndankirinê û herweha bîr û boçûnên wî di vê dema nazik û hestyar de .me xwest di vê çavpêketinê de ,em deryê pirsan jê re bihêlin vekirî.Destpêkê ez bi germî sipasiya we dikim û bi rêya Malpera we, Malpera(Welatê Me) ya ku Malpera pêşîn bû ji min re bi rêya wê min dest bi nivîsandinê di Malperên Elktironî de kir, ez ji dil sipasiya tevaya Malperên Elktironî yên dî jî dikim û herdîsanê tevî kenalên Esmanî yên kurdî û yên dî jî, ewên ku ji destpêkê ve nûçeya girtina min ji aliyê dezgeha ewlekariya siyasî ve li bajarê Dêrika Hemko ragihandin,
-lê li ser bersiva pirsa we ya yekê ez dibêjim wek ku ez li gorî lêpirsînên ku di binê girtîgeha dezgeha ewlekariya siyasî de ji min ve hate xuyakirin û ez têgiham, ku egera yekser û serekî ji girtina min re ew bû ku Malpera (Gemya Kurd) gotareka min di bin navûnîşanê (Avdar di navbera girtin û berdanê de)belavkir, naveroka vê gotarê jî li ser egerên rabûna serildana Qamîşlo û deverên dî yên kurdî di 12-Avdarê-2004 ê bû, û kartêkirina wê li ser rewşa gelê kurd li Sûriyê û tevgera wî ya siyasî, û kûrahiya girêdana tevgerê bi vê helkeftinê û çaweniya reftar û danûstandina bi bîranîna wê re bi rengê ku bigihê astê bilindahiya vê bûyerê û ….HD ?. Ewan ev yeke dîtin û anîn ziman ku ez xortên kurd yên ciwan û qehreman gerim û gur dikim li dijî desthilatdariya Sûriyê,ew xortên ku dezgehên ewlekariyê yên zorkar li wan dinêrîn gelek mixabin ku ew xirabkarin,li vir nêrîna dadwer jî ji wê kêşeyê re cihê diltevzîniyê bû,ji ber nêrîna wî jî weke nêrîna dezgeha ewlekariya siyasî hat û li ser bîr û baweriyên wa nêrîna xwe avakir û li ser bingeha wê jî beryara dadgehkirina min da.bi vê yekê ez salekî hatim zêndankirin, ji 30 – 3 – 2010 ê ta 30 – 3 – 2011 ê.
– ez ji zêndanê hatim berdan piştî ku min dema zêndankirina xwe bi dawî anî. hêjayî gotinê ye ku min sûd ji pirsa çarêka demê zêndankirinê jî nedît û ez ne bi ti lêborîna jî hatim azadkirin.lê belê min dema dadgehkirina xwe bi serbilindî û bi hêrsin bilintir derbaskir û bê mineta kesekî. li vir û bi rêya Malpera we , ez daxwaza xwe dupatdikim û daxwazê dikim ku tevaya zêndaniyên siyasî û girtiyên bîr û ramanê di zêndanên Sûriyê de werin serbestkirin û li bîra dadwerî jî bînim, ez ne ji kesên ku tevdan û levdana boçûnên regezperistî dikim, lê belê ez bi dil û can kardikim ku tevaya nakokî û boçûnên regezperistî,olperistî,tayîfî û netewî ji navbirê rakim.

Şîrove (0)