Destên Rezoyê Osê


Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Em di bîra limişt û tofanan de, wek rimên bêhûdeyiyê, wek şevçiraxên tozê yên bajarên tozperest, wek welatên ku ji xwîna me ber bi tavsorkê ve dibezin, em; neviyên nexşeyên jibîrbûyî, di bîra kevir de; navên xwe, kavilên xwe, xweşsiwarên xwe, ol û tinaziyên xwe, kêl û kelehên xwe, êş û kemendên xwe û dest û dastanên xwe dikolin..

Em li wir bûm..
Em rengê herikîna xwîna birîna kevir bûn..
Em bi dilekî ji mirinan dihatin û dema em diçûn jiyanê; em seddil bûn..

Em li wir bûn..
di bagera xatirxwestinê de li xwelibakirina destên te digeriyam.
Bajarekî bi qasî dilê te nazik, bi qasî kenê te xweşik, li pey min di tozê de dima.
Min ji te dipirsî:De vê kurdistanê ji ser milên xwe bavêje!
De vê reşegirêdanê hînî êşan, hînî xewnan, hînî birînan û hînî kezebên şewitî yên berbangê bike!

Ji hespê peyvê peya bibe helbestvano!
Pênûsa xwe di çavên qederê de daçikîne, hawara min a ji kevir himbêz bike, darbesta min li ser milên peyvê bi dilopên baranê bipesinîne…!
Van welatan…
Wan sosretan…

Van kevokan û wan dayikên şînîhilgir li min û xwe dabeş bike!
Dabeze siwaro û li hinarkên avdarê binêre!
Li reşegulên dilê Qamişlokê binêre!
Û pênûsa mirinê ji destê xwe bavêje, ximava xwe di çiyayên bêrîkirina min de dawerivîne, min li pey xwe, wek ku mirin hêjayî deryaçeyên girî be, di nav pencên bêriyê de zuha bike!

Ez li wir bûm
Min gulhinarên dengê te di himbêza çîrokên dayika xwe de dilorandin
Min bajarên mirinê, wek rûpelên helbestê, yeko yeko li pey darbesta te diçirandin
Min dilê te yê nazik, bişirîna te ya ji komkujiyan, avdara te ya ji goristanên mezin, ji şehîdên mezin, ji xewnên mezin, ji xatirxwestinên mezin, ji şkestinên mezin, ji giriyên mezin û ji xwînên mezin, di ferhenga evînê de dimeyandin..
Min ji te re digot: dabeze, jiyan li me dereng bûye, çavên bendemanê bi ewran re dibezin û destên me di bagerên mirinê de pêrgî hev dibin.
De peya be siwaro!!

Ez li wir bûm
Li Dekşûriyê, şevistan radestî şopa rêberan û radestî silavên me dibû
Li Amedê birc û keleh di giriyê me de dixeniqîn
Li Hewlêrê destên me di taya xatirxwestinê de pûç dibûn
Û li Qamişlokê, bi hezaran qublename di çavên me de diteqiyan..

London
03. 03. 2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…