koletî li me pîrozbê

Lazgîn dêrûnî

Heger dê û bavê yekî kolebin !!!
Ma gelo ewê çibê?
Heger yek ji şîrê koletiyê firşik bûbê!!!
Ma gelo ewê çibê?
Heger dê û bavê yekî kumê hîzîtiyê dabin serê xwe!!!

Ma gelo ewê çi dê serê xwe?
Heger dê û bavê yekî bênamûsbin!!!
Ma gelo ewê bi namûsbê?
Heger dê û bavê yekî tifek nedabine dijminê xwe!!!
Ma gelo ewê çawa serê wî bişkênê?

Belê mirov çav li dê û bavê xwe dikê .mêranî û lehengiya bav û kalê xwe tînê bîra xwe . li dîroka wa di vegerê ,ka çi berxwedan kirine ,ka çi anîne serê dijminê xwe,ka çawa doza mafê xwe kirine.
Ji roja serxwebûna dewleta SÛRÎ ji bin destê FERENSA sala 1947 heta roja îro,kurd dibin nîrê koletî û sitemkariyê de di jîn,bê maf ,bê azadî,bê rûmet,heta kû baasê SÛRÎ hebûna kurda li sûrî mandele dikê,ji vê yekê gelek piroje anîne serê kurda .jimarek ji wan bê nasname kirin,zinara erebî çêkirin,EREB li nav wan bici kirin.lê li hemberî van pirojan ,ka bav û kalê me çi tevger û berxwedan kirine,çend  gavan pêşve çûne,da kû emjî riya wan bigrin û bi şopînin .
Raste kurdên SÛRÎ partî çêkirin lê biryara wan ya siyasî ne serbixwebû ,belê dibin bandora kurdên ÎRAQÊ de bû ,bi taybetî dibin bandora PDK bi serokatiya BERZANÎ û YNKbi serokatiya TELEBANÎ,ji vê yekê van partiyan nikarîbûn rojekê ji rojan biryarekê yanjî helwesteke serbixwe rast û dirist bidin û bistînin di derbarê wan proj û sitemkariya li ser wan,belê biryarên  wan tim li gor lêvegerên wan yê li ÎRAQÊ bûn , dema ew lêveger ji rêjîma SÛRÎ razîbûn kurdên SÛRÎ jî razîbûn ,û dema ew jê ne razîbûn kurd li SÛRÎ jî ne razîbûn,em tev dizanin kû TELEBANÎ partiya xwe li SÛRÎ çêkir dibin çavê guhbelên SÛRÎ de,û hetta nihajî ew bi xwe dibêjê hestiyê min ji XWEDÊNE lê goştê min ji mala ESEDE , ji vê yekê îro hişkere û bê tirs biştgîriya rijîma SÛRÎ bi mal û canê xwe dikê,vêce çawa ew partiyê kurdên SÛRÎ yê li pey wî wê dijî vê rijîmê rabin û tevlî şoreşê bibin.
Ji aliyekî dîve ,dema PKK çêbû û derbasî SÛRÎ bû ,û têkilî bi rijîma SÛRÎ re çêkirin û kete bin bandora wêde ,û jê hate xwestin kû berê kurdê SÛRÎ bidê kurdistana bakur bi navê şoreş û serxwebûna kurdistanê,lê  armanc jê ewbû da pirsgirêka kurdê SÛRÎ beravêtî bibê,ji vê yekê bi hezaran xortên kurdên SÛRÎ tevlî PKK bûn û şehîd bûn , malbatên wan şehîdan jî bi xwînê ve hatin girêdan û li pey man ras ne rast.lê berî vê gelek kurdê SÛRÎ bûne PÊŞMERGE jî li BAŞÛRÊ KURDISTANÊ û şehîd bûn ,malbatên wajî bi wave hatin girêdan û berê wan kete başûrde.
Van bandoran kurdên SÛRÎ kirin du qet ,qetekî berê xwe da başûr ew bûne BERZANÎ û qetê dî berê xwe da bakur ew bûne APOÇÎ .ev bêtirî sî saliye kurdên SÛRÎ li vê daholê dixin,li HEWLÊR û DIYARBEKRÊ şêr û pilingin ,li qamişlo û EFRÎNÊ kîso û rovîne .cejnû bîranînê kurdê SÛRÎ tev bûne li ser bakur û başûr li ser BERZANÎ û APO liser PDK û PKK.yekî gote hevalê xwe min li ŞAMÊ heft mişar kirin gavek ,hevalê wî lê vegerand û got:ŞAM dûre lê mişar ne dûre ,ka li vir heft mişara bike gavek heger tu rast bê.
Kudên SÛRÎ:heta kengî winê peyayê xelkêbin,heger win bixwazin vê koletiya kû me di destpêkêde got ji ser   xwe rakin ,divê win li xwe vegerin, meydana QAMIŞLO û ŞAMÊ meydana weye ne ti deverên dî.
  Lazgin60@gmail.com
14/9/2011

  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…