Pirtûka Mem Zîn ji Aliyê Enstîtuya Kelepûrê ve Derket

  Ji aliyê beşê çap û vekolînê ya Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve pirtûka (Mem û Zîn- Sê Versyonên Wê Ji Deverên Êzdiyan ” digel CD bi dengê şêx Mîrza”) li ber dest e, ev pirtûk ji berhevkirina nivîskar Dawid Murda Xetarî ye û ji 125 rûpelên qebare biçûk pêkhatiye.

Weke diyare ku her miletek bi dastan û çîrokên xweyî lehengiyê tê naskirin, ê me jî weku miletê kurd ji bilî bi dehan dastan û çîrokên meyî Floklorî, dastana Mem û Zîn bi nav û dengtirîn dastane li cem me, û em weku miletek bêtirî nasîna me bi vê dastanê hatiye, ji loma pêdivî û erkeke li ser milê me ye, ku em vê dastanê bêtir vekolînin û deqên wê berhev bikin.
Ji aliyekî dîtir ve, hêjaye em bibêjin ku çendîn hozanvan û sitranbêjan ev dastan gotine, belê di vê pirtûkê de sê nimûneyê Mem û ne Zînê ji deverên Êzdiyan (Şêxan, Şingal, Xetarê) ku çend xalên ciyawazîyê di navbera her sê deqan de heye, ew ciyawazî jî, berhevkar di pêşgotina xwe de ew bi 27 xalan destnîşan kiriye.
Herweha pêwîst e bê gotin ko Enstîtuya Kelepûrê Kurdî weke dezgeheke taybetmend bi geşepêdan, komkirin, erşîfkirin, belavkirina Kelepûr û Floklorê Kurdistanê hatiye damezrandin. Pişka (çap û vekolînê) di vê dezgehê de her ji destpêka karê xwe de, çarçeveke zanistî û cêgîrî ji bo karên xwe destnîşan kiriye, û hewl daye ko berhemên xwe weke çavkaniyeke zanistî di erşîfa pirtûkxana kurdî de, kelk bi tiwêjeran û lêkoleran bighîne. Ji bona vê mebestê, bi hemahengî li gel kesayetî û şarezayên bwarê ferhenga Kurd û Kurdistan, projeyên xwe cih bi cih dike, tevî wê, ew nivîsên û lêkolînên ko ji aliyê nivîskarên din jî dighê ber destê wê, weke tevahiya projeyên xwe karê zanistî û hunerî ji bo wan dike û dide ber çape.
ev pertûk jî ji aliyê beşê çap û vekolînê ya Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve hatiye belavkirin, hejmara belavkirinê (117) ya Enstîtuyê-Dihok. Û Ji rêvebiriya giştî ya kitêbxaneyên giştî, hejmara (1504) ya sala(2011) ji bo wê hatiye dayîn. Û li çapxaneya (Karo) li bajarê Silêmaniyê hatiye çapkirin.

Beşê Çap û Lêkolînê
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî
Silêmanî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…