Ezîtî û saykolojiya rastî tenê li cem min e!!!

Dr. Zara Salih
 

Ev bu dora 60 salî ku welatê Sûriyê dibin siya rêjîmek totalîtar de ye û taybetî rêjîma Ba`s ya ku welat xistibu zindanak mezin. Helbet bandora çand û siyaseta vê rêjîma sitemkar gelekî neynî bû li ser civaka Sûrî tevî û avakirina mirovan. û ji wê demê ve kurdan weke millet bersiva wê siyasetê dan û partiya mak ya Demoqratî Kurdistanî damezrandin ku bi riya rêxistinî doza mafê netewî kurdî diyarkin û gelê xwe bikin yek bo vê armanca pîroz.
Piştî vê dema dûr û dirêj ji bêhêviyê , îro roj rewşek nû hate meydanê (bihara erebî), êdî gotin bû ya miletan jib o azadî û serfiraziyê, û bêguman ev weke xewnekê bû li cem me kurdan jî ku ne tenê welat rizgar bibe , êdî kurd wê karibin mafê xwe yê çarenûsî bidestxin û hebûna xwe ya dîrokî li ser xaka xwe bi şêwek destûrî dupat bike. Loma jî armanc ew e ku kurd bi hemû rêxistinên xwe ve dibin siya konekî kurdî de xebatê bikin, lê mixabin ta roja îro ku Sûrî nêzîkî azadiyê dibe, hîn em kurd çavê me li partî û rêxistin û kesayetiyê ye, tevlû ku doza me bixwe yeke, lê em nikarin xwe rizgar bikin ji bandora nexweşiya (ezîtiyê).
Weke nimûne, gava Encûmena Niştimanî Kurdî avabû, piraniya millet wê piroz kir, jiber ku mebest yekîtî bû û daxuazên kurdan divê dema giring de ji şoreşa Sûrî, ne navê partiya û rêxistina bû, ji ber (hebûna destûrî ya netewa kurd, mafê çarenûsî û ta federalî), ev silogan li ser zimanê hemû kurdan tê gotin û li hemû xwepêşendana jî tên hildan. Ta dema niha hîn em bi wê nerîna kesayetî teng rewşa xwe diyar dikin û em tênagihêjin ku armanc mafê kurdî ne, ne navê kesan û partiya ye ji ber yekîtî di vê redeye de gelekî bo me giringe, heger em bixwazin bighêjin mafê xwe, lê wekî din wê kurd deste vala ji vê fersenda dîrokî derkevin.
Başe gava em xebateke siyasî dikin bo mafê gelê kurd li Kurdistana Sûrî, û armanc û mebest yekin, çima em nabin yek hêz û yek deng??

Çima ev mentalîteya (zihniyeta), paşketî peyda bibe ? ev ne kareki civakî ye yan em bazarekê dikin yan mirovayetiya hev dikin! Wele kêfa min ji vê partiyê re nayê, yan ma ev kesê han kiye ku ez pêre bibim yek! Bi rastî ev problêmek mezine heger em ta niha wilo difikirin, û heger em nikaribin xwe ji vê çandê xelas bikin, wê ti tişt bidest me nekeve û em nagihin ti armanca. Gereke kurd zanibin ku em ne li ser hevbin weke hêz, ti carî rikberiya erebî Paxava ji me nake û bêtirê mafê hemwelatiyê nade me, jiber ew çanda irûbî ya herî diyre dinav rikberiya erebî de nexasim yên derve (ta radeyekê di hundirê şoreşê de di nav ciwanan de, piştî xwîna azadî, hinekî nêzîkay heye bo pirsa kurdî li Sûrî, lê ne bese), pêwîste em bi yekîtiya xwe mafê kurdî bi destxin, ne ku em li benda rikberiya Sûrî bin, û heger em yekdeg û hêz bin, wê demê ew bi xwe nêzîkî te dibin û emê hêza herî xurt û pir bin di paşeroja rewşa Sûrî de weke hêzeke li ser hev. Tev nakokî û nexweşî dive em wan deynin alîkî û bilez yekîtiya xwe ava bikin û yek nûnerbin li hundir û dervey welat û doza mafê netewî kurdî û çareserkirina pirsa kurdî armanca me be û helbet berî tevî ruxandina rêjîma Beşar û Ba’s , ji bo avakirina welatekî azad ku mafê her kesî bête parastin û hemû hevbeş bin di welatê Sûriya nû de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…