Panela Melayê Cizîrî Bi Coşek Mezin Li Darket

BATMAN– li Navenda Çandê ya Nû Komeleya Nûbiharê Panela Melayê Cizîrî li darxist. Panel di runiştinekê de, bi xwendina Qur’ana pîroz û xwendina fatîhê li ser giyanê kesên ku di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Paşî vexwendina panelîstên panelê Dekanê Malnişîn yê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê, Prof. Dr. Abdulbaki Turan, Serokê Beşa Kurdî li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Doç. Dr. Abdurrahman Adak û Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yılmaz berdewamkir.
Doç.Dr. Abdurrahman Adak– Li ser jiyana Melayê Cizîrî rawestiya. Bi hûrbînî behsa jiyana Mele Ehmedê Cizîrî kir. Behsa tedrîsata Mela ya ilm kir.Li ser mezinbûna Mela di wêjeya Kurdî de bi berfirehî rawestiya.
Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yılmaz– Li ser bandora Melayê Cizîrî li alimên Kurda axift û axaftina wisa berdewamkir:
Ew dişairê yekemin yê Kurdî  herî mezin û helbestvanê herî mezin yê sofitiyê ye. Melayê Cizirî ew kesê ku Ziman kurdî bi zanayê kurda daye heskirin û daye îspatkirin ku bi zimanê kurdî  ragihandina manevi di asta herî bilind de dikare bêkirin. Bi vê heskirinê jî, piştî Melayê  Ciziri, pir kesan, bi cesaret, bi tena serê xwe , li zimanê Kurdî xwedî derketine. Melayê Cizirî ew kesê ku bûye sebebê Kurd ji eşqê bêpar neminin û Kurd  hînî eşqê kirine.
Paşî li ser bandora wî li ser Ustad Bedîuzzaman , tesîra Mela li Nivîskarên Kurdî klasîk ,bandora Mela li ehlên tesewufê rawestiya.
Prof. Dr. Abdulbaki Turan– Li ser esrarê eşqa Mela rawastiya û bi zimanê Melayê Cizîrî behsa Eşqa wî kir.Rastî piştî behsa eşqê salona ku nêzî 800 kesî tuje kiribû pir hate eşqê û memnuniyetek mezin çêbû.Kesên ku beşdarî Panela Melayê Cizîrî bibûn kêfxweşîya xwe anîn ziman û bi dana plaketê panelîstan panel bi dawîbû

EuroKurd News – http://eurokurdnews.blogspot.com/

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…