Destên Beytocan

 
Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Di nav rabirdûya destên min de, destên ji rîhana bendemanê;  taristaneke ji kûrekûrê û rexên spî yên stiranê dixeniqîn. Dilekî ji sîtava xwedê, ji spiyekî tîr, ji tîra xwedê direviya, li ser zimanê te mîna durêyên xatirxwestinê diçurusî û di bin zimanê min de yê ji bermayên dojehê wekû qenda heyatê diheliya.
Di deryaçeya çavên te de, keştiyên vegerê dimirin, bendergeh dişewitîn, şînê deriyayê reş dibû û melevanên ebediyetê ji koçberiya masiyan şerm dikirin.

Li aliyekî min xwîn bi bahozên axê re dipeyivî û li aliyekî min jî ximav û tavsorka êvarê bi ser baskên demê de dirijiyan, min navê te wekû dîwarekî ji dîwarên bîra şewatê li pêşberî xwe didît, min stirana xwe ya di çeşnê mirinê de, welat bi welat, demsal bi demsal, sirûd bi sirûd, zîv bi zîv, berbang bi berbang,mij bi mij, per bi per, dilop bi dilop bi ser te de dibarand û li tenişta axînên te yên ji kevir bi tenê, wekû peykerekî riziyayî, di xirecira bêdengiyê de dimam..
Dergehên dilê xwe veke!
Dest ji qîjeqîja daristanan berde, dest ji çeng û halana şervanan berde, dest ji dastanên hişê xwe yên ji gihayê tenhatiyê jî berde, dest ji poşmaniya genimê zarotiyê berde, dest ji xapandina bageran û dest ji xwelibakirina ewrên çiyê jî berde!!!
Dest ji destên xwe yên ji mermera mirinê jî berde!
Dest ji welatên ku di xwîna te de dipişkivin û dest ji xwedawendên ku ji rojê didexisin jî berde!!
De dest ji birc û kelehên Amedê jî berde!

¤¤¤

Piştî şeş salan, ji nişkê ve, li Roj Tv´yê, pêrgî Beytocan dibim; Beytoyê nazik, xweşik, dilmezin, sermest, rastego, yekrû, yekdil û hetanî bi tofanê jî mirov. min Beyto himbêz kir. Min di çavên Beyto de bi hezaran pêlên şkestî yên deryaçeyên evînê dîtin.
Gazinan ji min, ji jiyanê, ji berfê, ji seferê, ji penaberî û ji Xwedê jî dike, gotinên xwe berhev dike, dilerize, dilê xwe diguvêşe û ji min re dibêje: Em li vê jiyanê mêvan in Ehmed!

¤¤¤

Min li ser lêvên Beyto Amedek e serhişk û welatekî ji xewnê didîtin û min di çavên Amedê de Beytoyekî, ji firîn û perwazên Zagrosan, ji dînên Amûdê, ji tembînameya Şêx Seîdê kal, didîtin.

Amed! li Beytoyî miqate be!?
Beytoyî bîne bîra xwe û denbêjê şînîgiriya xwe di bîra xwe de binimîne!
Seqemê, himbêzkirina şevçiraxan û têkçûna kurdan û serkeftina xwe ya ji rîhanê di bîra Beytoyî  de bigurmîne Amedê!!!?
De bila bi tenê Betoyê te yê ji zuhayiyê di hesreta te de bijî!
Di nav destên Beyto de şevistanê tembînameya xwe dinivîsand..
Di gavên Beyto de, çiyayên xewnê, bajarên agirperest, salên bêhûdeyiyê, gernameyên xwe didomandin û paytextên westiyayî jî li darbestên bêrîkirinê dinêrîn.

24. 01. 2011

London

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…