Şoreşa Sûriyê giha qûnaxeka dîtir

Diyar Ehmed

Niha şoreşa gelê Sûriyê derbasî qûnaxeka dîtir dibe.berxwedana serhildayan û xweragiriya wan ya dijî alavên tepeserî û çewsandinê,serkutkirin û xwînrêjiya rijêmê deng û pêlên şoreşê bilindtir bir,ji ber vê yekê jî mirov bê dudilî di karê bêjê qûnaxeka nûtir û cihgirtîtir ji vê şoreşa pîroz û qehreman destpê kir.
Bê guman evê gava berçav û berhemdar piştî herdu înên gilî û gazindan serê xwe hilda, ew gilî û gazindên xwepêşanderan yên ku di herdu înên borî de, îna (bêdengiya we me dikujê) û îna (xwedê bi me re ye) bi zarekê zelal û hişekê vekirî û herweha bi dengekê bilind, çalakvan û serhildayên gelê Sûriyê gihandin guhên hêzên nêvdewletî û herêmî û bangeka taybet li welatên Ereb û Musilmanan kirin û ji wan re dan xuyakirin ku gelê Sûriyê beryara xwe sitandiye û nema paş ve vedigerê ta ku çiqasî jî rijêma Ba””””as ya zordar û xwînrêj kar û kiryarên tund û dijwar di derheqa wî de bikarbînê. ewî riya çareseriya rewşa xwe destnîşankir ye û wê berdewambê di wê rêyê de ta ku rijêma Ba””””as hilweşînê.
Bi rastî hişemend û zanayên şoreşê bi zanebûn û bi nermî reftar li gel bêdengî û kerbûna dewletên Ereban û cîhanê re kirin û man rijd û kur li ser geşkirin û ferehkirina sînorên nerazîbûn û xwepêşandanan, û parastina armancên şoreşê û rengê wê yê aştiyane.lê di ber vê yekê de gelek qurbanî dan û pir zehmetî û renckêşî kişandin û dikişînin.piştî wê îro şiyan dîwarê bêdengî û kerbûna welatên Erban û cîhanê bişikînin û berhemê hedarî û xweragiriya di bin dengê tank û topan de,û berxwedana di bin nîrê pêstûrî û eşkenceyê de bi dest ve bînin.niha gelê sûriyê pir dilxweş dibê û hêviyên wî geş dibin dema dost û birayên wî bi jana wî re dikelin û dengê xwe di rûyê rijêma Ba””””as de bilind dikin û jê dixwazin ku  bi lez û bez tund û tûjiyê rawestînê, çemê xwînrêtinê bisekinînê,leşker,tank û topan vegerînê qijle û leşkergehên wan, û rêdanê bidê gelê Sûriyê ku xwepêşandanên xwe yên aştiyane berdewam bikê.

Gelê Sûriyê hêsûya çareseriya alozî û pirsgirêkên xwe helbijartiye û beryar standiye ku nema li paş xwe di nêrê ta ku buhayê wê beryarê çibê,ji ber baş dizanê ku paş ve vegerandin nemana wî ye. zêrevan û çavdêrên siyasî guman dikin ku niha şoreşa Sûriyê derbasî qûnaxeka dîtir dibê û divê qûnaxê de wê guhertinin berçavtir di helwêstên hêzên nêvdewletî de rû bidin û wê bergehê sizayên aborî li ser serkar û rêberên rijêmê berferehtir bibê, û daxwaz wê bi xurtî werê kirin ku giraniya sizayan derbasî kerta banq,gaz û petrolê jî bibê.ev ji alîkî ve, ji aliyê dî ve şerê dîplomasî wê rêyên dîtir bigirê û di vê derbarê de tê guman kirin ku di dema bê de  wê gelek dewletên Ewropî û Ereban balyozên xwe ji Şamê bikişînin û wê berdin balyozên Sûriyê di nav xwe de û herweha wê hin ji balyozên Sûriyê jî li nav dewletên Ereb û Ewropan dest ji karê xwe bikişînin û li tenişta şoreşê bi sekinin. di nava keyandin û kelandina germa vî şerî de wê hin alîyên nêvdewletî yên xwedî hêz û beryar bi eşkere ji serokê Sûriyê bixwazin ku dest ji kar berdê û xwe bidê alî. lê dema ew xwe nedê alî wê derî ji gelek rêyan re werin vekirin û di nav wan de maytêkirina leşkerî jî ji aliyê hêzên nêvtewletî ve hingî wê dûrnekevê û di nava wan çareseriyan de bê jimartin. ji ber dewletên herêmê û cîhanê gihane wê baweriyê ku Sûriya pêşerojê wê bê mana Beşar Esed û rêjîma Ba`as çêtir,aramtir û serastir bê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…