Di 32 Saliya Rewşen Bedirxan de, Gotinek

Konê ReşÎro (01.06.2024), 32 sal di ser Koçkirina Rewşen xanim Bedirxan re derbas dibe, bi min xweş e ez van kar û xebatên wê bi we bidim naskirin:
Mîrzade Rewşen Bedirxan wek rewşenbîreke Kurd a jin; ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û alîkarî bi kurmamê xwe Mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di kovara Hawar de. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet, nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê.. Di sala 1955an de bi Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Dr. Nûrî Dersimî, Hemîdê Hecî Derwêş komeleyeke bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), li Şamî damezirandine.. Û ew yekemîn jina Kurd e di astê Kurdistanê û sirgûnê de, ku di sala 1955an de, rêveberiya dibistana (Leyla Elexyeliye), li Şamê kiriye.. Û yekemîn jina Kurd e ku di sala 1957an de, li paytexta Yûnan/ Atina Ala Kurdistanê a Rengîn di konferansa dijî imperialismê de bilind kiriye:

1 – Bîranînên jinekê: Ev pirtûk ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1951ê de li Şamê çap kiriye.
2 – Bîranînên keçek mamoste: Ev pirtûk jî, ji ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Şamê çap kiriye.
3 – Evîna min û Jana min: Ev pirtûk jî, ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Şamê çap kiriye.
4 – Çend rûpel ji wejeya kurdî: Ev pirtûk di sala 1954an de çap kiriye wek wefadarî ji bîranîna mîr Celadet Bedirxan re.
5 – Nameya Gelê Kurd a Goran, Şam 1954
6 – Nameyek ji Mistefa kemal Paşa re: Ji tirkî wergerandiye erebî û di sala 1990ê de li Şamê çap bûye.
7 – Doza Kurdî: ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1990ê de, li Şamê çap kiriye.
8 – Bîranînên Salih Bedirxan, Şam 1991
Wê bi zimanê kurdî, erebî û tirkî dinivîsand û dikarîbû bi zimanê fransî û ingilîzî bi peyve wek yekî fransî û ingilîzî..

Konê Reş, Qamişlo, 01.06.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…