Rola kovara (Ronahî),di pêşketina çand û bizava çapemeniya Kurdî de (1942-1945)Z. Xelek:14

 Dr.Phil.Ebdilmecît ŞêxoHelbest û stran  di (Ronahî) de
Celadet Bedirxan çiqas giringî daye çîrokên Folklorî,ewî ewqas jî giringî daye helbest û stranên Kurdî û rolên herdu cureyên wêjeyî di pêşketina nêrîn û ramanên Kurdî,netewî û civakî  de berçev kirine,lewra jî em bi zelalî dibînin ku helbest û stranên Kurdî jî cihên xwe di kovarê de bi balkêşî standine,li derdora (35)helbestan bi pênûsên têkel cihên xwe di kovarê de girtine;mîna1-Ehmedê Namî.2-Mela Enwer3-Osman Sebrî.4-.Hesen Perîxan,5-Hesen Hişiyar,6-M.E.Botî.7-Jandar Zengo,8-Bêkes.9-Ebdilrehman Elî Yonis.10-Qedrî Can,11-Celadet Bedirxan.Herweha jî nêzîkî 10 stranên Kurmancî jî bi pênûsên cida hatine weşandin:(1-Şerê bestê beleka 2-Şerê Kehnêqîrî.3-Strana Kurdî4-Çetelê Axê.5-Strana Kurdî.6-Lawik.7-Strana Kurdî.8 -Stran û h w.Herdîsan jî em kanin gelek hindik ji wêjeya Farîsî jî di kovarê de bixwînin.

Ehmed Namî di  kurtehelbesteke xwe de,di bin navnîşana (wa miletê Kurdî) de hin nêrîn û ramana netewî li pêş xwendvanên kovarê rêdixe û dixwaze gelê xwe ji xewê şiyar bike,ew di vir de;hêviyên Kurdistanê bi serkeftinê, roja azadiyê  bi giyana şoreşgeriyê av dide û dinivîse:(….
Heta kengî emê bimînin bin destê dijmin
Kurdistan êdî  menale,lawên te hatin
Mal  can û dil  bi carek  bo te fîda kim
….) ,hej.12.
Helbestvan Mela Enwer Şêx Mihemed Tahir ji Amêdiyê ye, ji êla Berwarî jorî ye,ew du helbestan di vir de diweşîne:1-(serbestî) ji(42) malikan e.2-Besta welat ji (25) malikan e;ew di bin navnîşan (serbestî) de  şîretên pir sudar dide gelê xwe,wireyên keç û lawên Kurdistanê bilind dike,ew dixwaze ji miletê xwe re bêje,azadî û xoyîbonî bê qeleng netê holê, jîna bê aramî û serbestî ne jiyan e,lê ew diçespîne jî ku  li ser rêka azadiyê astengî jî hene,lê tevî  vê jî; divêtin Kurd mîna piling û şêran xwe bikin qurbanê welatê xwe.
helbestvan hîn waneyek kêrhat dide hemû êlên navçeyên Kurdistanê,daxwaza yekbûn û yekdestiyê di navbera hemû êlên Kurdistanê ji bo rizgarkirina Kurdistanê  dike.
Helbestvan dinivîse :
Serbestî
Divêtin em li vê rêkê nexwazin nav û serdarî
Şev û rojan  bikeyn  şolî  ji  bo  serbestiya Kurdan
Bi xûh û xûn û kiryarî digîn armancên zêrîn
Çi tame  sehe dikin an jî,ji vê jîna bi zîndanî
Heta  desta  bi xûnê  ter  nekey najî bi serbestî
Hemû Kurd xûnek û goşt in,Hekarî  ya xwe Bidlîsî
Cizîrî ya xwe  Baban,çi Bedlîsî,çi Berwarî
Çi Caf  û Hewremanî bin,Bilûx  bin yan xwe Şengarî
….. )hej.12
Osman Sebrî  siyasetmedar û wêjevanekî li seranserî Kurdistanê naskirî ye,ew di helbesteke dirêj bi (40)  malikên du-alî bi naverokeke çîrokî û li jêr vê navnîşanê de dinivîse,em li jêr  tenê  çend malikan ji helbestê wek nimûne  vediqetînin.Kerê dengbêj
Dibêjin li nav Şêrwan                          Hebû yekî bazirgan
Wî  hebûn hêştir û ker                        Tev bi hawd û semer
Ji wan dido bûbûn  jar                         Nema bi wan dibû kar
Herdu berdan dora gund                    Da biçêrin  bibin rind
Hêştir rabû  gote kêr                            Tu guh bide min camêr
Were ji dest mirovan                           Em birevin nav gavan
Serekî  tev çêriyan                                Di newal û hêriyan
Digot birakê hêştir                                Ji mêj ve min deng ne kir
Dilê min zor şadibe                                       zirîn li radibe
Hêştir got ho kerê nêr                          bizor zikê me bû têr
Tu hevalekî  ne çakî                              dê xelkê li me rakî
Hêştir çû ker li wir ma                          bû xwarina  gur û sa
Kesê bê dem bizire                               an jî bilind bifire
Bi wê teqez nabe mêr                         wê bigê  dongiya  kêr.Hej.(13).
Bi vî rengî danûstandin navbera herduyan de berdewam dike,lê li  gor em ji mebesta helbestvan têdighînin ku ew bi awayekî nerasterast ji xwendevanên xwe re dibêje:Divê mirov di karûbarên xwe  de,di liv û tevgeran de ne tewşankî be û her karek û xebatek di dema xwe de be.
Dîsan Osman Sebrî helbestekê di bin navnîşana(Xwaşxwana  çiyakî)  bi  (24) malikan diweşîne, ew jî mînanî pir  nivîskar û helbestvanên cîhanê,  niştimanê xwe mîna dilbereka xwe dibîne û hestên xwe  bi evînek kûr û bilind derdibirîne,em li vir hin malikên vebjartî  pêşkêş dikin .

Xwaşxwana çiyakî
Gundê me  kiçik  bi dar û ber
Bihna min teng e qet nayê der
Delalê her tu daxwaza min
Ez im dilketî  ji dil û can
Çavên te  belek  dêmên te sor
Dil ji min sotin  keziyên mor
Lêvên te tenik wek pelkên gul
Livîn û ji min girêdan  mil
Firyam di çiyê de  min da hêlan
Bi hezkirina te  ji xwe sot can.

……   ) Hej.14

Herdîsan di vê hejmarê de Cegerxwîn helbestekê di bin navnîşana (Ew maldarên birçî) de bi (26) malikan diweşîne,em tenê (7)malikên vebjartî mîna nimûneyên berçavkirî  li jêr pêşkêşî xwendevanan dikin.

Ew maldarên birçî
Birçî bûne serê xwe hildane  ev çend sal in
Kurdên reben li hawîr  birçî mane bê mal in
Hin dewlemend û têrmal û pir zêr û têr gund in
Lê hin ji wan belengaz  û reben û mirdal in .
Dewlemendan kodik xistiye nav lingên xwe lê
Guh nadêrin belengaz çawa  li jor nalnal in
Cegerxwîn xemhilgir e li ser we dinlaî tim.Hej.(14)
Wek pir baş di dîroka wêjeya klasîk de hatiye naskirin ku Seyda Cegerxwîn ne tenê zimanê welatparêzan bû,lê ew bi rexberî  diyardeya netewperestî  de jî,ew vedenga  dengên hejar û belengazan  jî bû, ew ji ber derdên wan  hergîz dinalî,berevaniya zikên birçî dikir û ewî rexnên tûj arastî dewlemendên ziktêr yên ku tenê û bê hevaltiya belengazan di nav lingên xwe de şîvên xwe dixwarin.
Cegerxwîn rewşa jinên Kurd jî pir berçav dikir,bindestî û nezanîna jina Kurd li nik wî kêşeyeke pir mezin bû,ewî mîna her mirovekî pêşverû û dêmokrat li ser  rewşa jinên Kurdisatnê  radiwestiya û rêya zanînê û serfiraziyê şanî wan dikir: Ew di vê kurtehelbestê de jî( ey keça Kurd ) bang li wan dike û  dinivîse:

(  Ey keçê rabe bixwîne,da  tu  serbest her bijî
Zû ji xew tu ser hilîne ,bes bimîne bê mejî
Wa hevalên te  li her der serbilind in pêşve çûn
Ger nexwînî  kes  ji bo te êş û derdan  nakujî
……… ).Hej.(15)

Lê Mela Enwer jî di bin navnîşana (xebat) de(38) malikan di vê hejmarê de  dinivisîne:

Xebat
( Xebat bikin gelî lawan,xebat her karê mêran e
Xwe  hişyar kin hemî pêkva em mihtacî gencane
Bikin şermê ji xwe bes e,bikin şermê ji xwe bes e
Xebatê bikin  gelî şêran  ku ev rê bû me derman e .
…….)Hej.(15)
Ew jî di vir de bi dengê bilind û bala  bang li xortên Kurdan dike,rêya têkoşînê û serkeftinê destnîşanê wan dike û wireyên wan jî  bilind dike,lê helbestvan pêşda jî bi wan re dibêje:Yekdestiya xortan  di rêya azadiyê de gelek pêwîst e û  divê hûn hêdî ji ber qelsiya xwe de şerm bikin,lê divê hûn zanibin xebat tenê dermanê we y.Herweha jî em kanin di vir de hin helbestên din jî mîna  helbesta Hesen Perîxan di bin navnîşana  (ziyaret ) û helbesta Cegerxwîn di bin navnîşana (Gernexwînin) jî bixwînin.
Lê Hesen Şiyar jî helbestekê di hejmara (16) an de  di bin navnîşanê (Halan)  de diweşîne:Ew di vir de bi ronakbîrên Kurd re dipeyve û ji wan bi vê wateyê dipirse,ma kes kane welatê xwe bê xebat û têkoşîn ji dijminan rizgar bike!Hûn ji ber derd  û zordariyên  dagîrkeran dinalin û jîyan ji bo me Kurdan li çar aliyên Kurdistanê pir kirêt û xerap bûye,lê divê hûn zanibin jî hemû Kurd li çavnêrîna Kurdên ronakbîran in, ku ew pêşengiya gelê xwe bikin û dengên xwe li dijî dijminên dagîrker bilind bikin .
Halan
( Minewerno ka  ew welat         Ma  tê dîtin ew bê xebat
Binêrin  hon li van erdan           dinalin,ew ji ber derdan
Jîn bo me bûye qebahet            li jêr û jor û çar alî
Hemî Kurd in di vî halî                li hêviya me  çavnêr in
……… ). Hej.16

Di hejmara (18) an de em  kanin du helbestên Cegerxwîn di bin navnşanên  1-Pîra torê.2- Hey Kurd  û helbestek bi sernavê1- Xiyal  ya  M.E .Botî  û  dîsan helbestek bi navnîşana 1-Kurmancino bi pênûsa Mîrzango Belebşînî bixwînin.
Cegerxwîn di helbesta (Hey  Kurd e) ya ku ji (22) malikan pêk hatiye  dixwaze ji gelê xwe re bêje:Bese hûn di xewê de bimînin,binêrin ku ro  çiqas bilind bûye û hûn hîn di xew de mane,dema me ne dema razan û xewkirinê ye,lê dem hatiye ku hûn rabin ser piyan û ji bo mafên xwe çekdar bin û li dijî dijminên dagîrker xebatên xwe bikin .
(Ser ji xew rake binêre ro ji bircê  da der e
Zanbe  ey milet im ev dem  ne ya razan û xew
Ev dema  gurmên û ceng û top û tîp û leşker e
…… ).Hej.18
Mîrzango Belbeşînî jî di helbesta xwe(Kurmancino) bang li Kurdan dike û  dibêje:Kurdmancino (Kurdino) divê hûn xwe bikin yekdest
,li hev bicivin û bi yekdengî  bang bikin û mafên xwe bixwazin,bila hawîrdora we bizanibin ku hûn daxwaza mafên netewî dikin,lê divê hûn ji bo azadiya  Kurdistanê  xwînê jî birêjînin ji ber ku mirin ji bindestî û setemkarîyê  çêtir û rûmetir e.
Kurmancino
(Kurdmancino hon  kom bibin
Da xelk bêjin  bizane Kurd
De,wa heqê  xwe hon bikin
Mirin çêtir e ji vê  jînê.
….. )Hej.18

Dumahîk  heye
Efrîn ,13.07.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…