PolîTîk û Çand…. Kurd wek nimûne

Ebdilbaqî ElîMijara peywendiya di navbera sîyasetmedar û rewşenbîran de, an jî di navbera ramyar û desthilatdaran de, ne mijareke niwe, ji mêj ve  di nivîsên rewşenbîr û nivîskaran de ku nakokiya dîrokî ya di navbera rewşenbîr û desthilatdaran de nîşan didin xwiya kiriye.
Dîrokê di  nava rȗpelên xwe de, gelek bûyer li ser têkiliya rewşenbîr û siyasetmedar di şaristaniyên mirovatiyê yên cihê de tomar kirine, lê ev têkilî ne yekser bi xeteke rast  hatiye, belê ketiya nav xirecir û herik û herikbûnê de, li gorî xwezaya  desthilatdariyê û  îdyolojî û ramana ku rewşenbîr dipejirîne hatiye ristin ȗ hȗnandin.

desthilatdarî çiqasî demokratik be, ev têkilî ewqas saxlemtir dibe û di bin desthilatdariya totalîter û dîktator de ber bi xerîbiyê ve diçe, ȗ dîrok bi mînakên ku vê yekê piştrast dikin tijȋ ye.
Tiştê ku bi zelalî di civaka meya kurdî de tê dîtin ev e ku tevgera siyasî ya Kurd weke ku tê xwestin rewşenbîrên Kurd nagirtine xwe, em dibînin ku rewşenbîr ji siyasetê vekişiyane, tenê wekî şêweyek rexnegirtinê an tinazê beşdar dibin, ȗ jibo têgihiștina sedemên vê yekê leza gengeşeyên li ser çand û siyasetê, û pirsgirêka têkiliyên wan bi hev re, di van demên dawîn de, zêde bûye, çendȋn simȋnar hatine lidarxistin ku têde çendȋn nerȋn ȗ ramanên curbicur hatine șirovekirin ȗ gengeșe li ser çend mijaran hatiy kirin,lê vê nȋqaș ȗ gengeșeyê pîvanên xwe yên rastîn ne girtiye ȗ  encama wê ya tê xwestin ne hatiye bidestxistin, ji ber go gihandina encamên ku naveroka kûr a vê pêwendiyê bi cih bînin, nîqaş ȗ gengeșeyek têr ȗ tesel pêwȋste.
Lê ya bê guman ew e ku nerîn û raman çiqas ji hev cuda bin jî, siyasetmedar û rewşenbîr di du xetên paralel de birêvediçin, tevî ku têkiliya di navbera wan de têkiliyek nezelal û tevlihev e, têkiliyeke bi guman û bêbawerî û hin caran jî bi nakokî, hebûna herduyan jî pêdiviyeke şaristanî û civakiye, xalên nakokî û rikberiyê di navbera wan de çiqas hebin jȋ, pêwȋstiya herduyan jî bi hev heye.
Sedemên dûrketina rewşenbîrên kurd ji siyasetê:
Li vir em dikarin hin sedeman bênine rojevê:
– Siyasetmedarê nexwendî û nezan her dem hest dike ku ew ji hêla rewşenbîr ve di bin metirsiyê de ye Ji lewra ew hewl dide ku wî di nava partiyê de bê rol ȗ control bike, an jî wî bi rêya amûreke siyasî ji holê rake,ȗ heger ew rewşenbîrekî bindest û kêmdiramet be, bi hesanî tê kontrolkirin û ew zû bi zû kedî dibe, ȗ bibe amûrek nerm ȗ mȋtinkar lihember her rewşenbîrekî Rewşenbîrê çalak û dilsoz di destê siyasetmedar de  bi wȋ digihêje armancên xwe û projeyên xwe pêk tȋne, ȗ rikber ȗ nehesê xwe dişikîne.
– hin rewşenbîr hene ku tevlî çînên civakê dibin ȗ ew bala xwe ya herî mezin didin ser pirsgirêkên gel ȗ êşa belengazan ȗ çînên bêguhdan, lê di heman demê de komeke din a rewşenbîran jî heye ku di navbera xwe û giştiya gel de talde ȗ astengiyan datînin ȗ tenê guhdididin hȗnandin ȗ ristina têkiliyên pragmatîk bi rejîma desthilatdar ȗ biryarderan re Ji bo parastina destkeftiyên xwe yên elîta civakî ȗ wergirtina postên pile bilind di nav rejîma desthilatdar
de.
Çend xalên çareseriyê:
ta em bi karibin çareseriyekê ji kirîza têkiliya dinavbera rewșenbîran ȗ siyasetmedaran de bibînin em dê çend xalan destnîșan bikin:
– pêdiviya me bi têkiliyek saxlem û zelal a di navbera rewşenbîr û siyasetmdard de heye, têkiliyeke temamker û înteraktîf, ku rewşenbîr û siyasetmedar li hev bikin ȗ rola xwe parve bikin ȗ rewşenbîr jî rola xwe ya siyasî ya aktîf bibîne,
– serpêhatiyên mirovan li her cih û demê diyar dike dema ku îdyolojî bibe karsaz, rewşenbîr dev ji ramana xwe ya resen û prensîbên xwe berdide xebata siyasî dibe bi guman ȗ tê red kirin, ji lewra  pêdiviya me bi rewşenbîrekî resen ȗ rasteqîn heye ku nȗnerê wijdanê civakê be, çav ȗ nebza xelkê be, xweragir ȗ berxwedêr be, xwe ji destkeftên desthilatdarî dûr bixe, bêyî ku di birca xwe ya fîl de dûrî beşdarbûna jiyana siyasî bimîne, lê di navbera wî û siyasetmedar de veqetînek hesabkirî hebe,bi aktȋv di pêșkêșkirina pirojeyên avakirin ȗ pêșxistina civakê de beșdaiyê bike, pirogram ȗ pilanên geșpêdanê saz bike, ȗ cȋbicȋkirina wan bisipêre siyasetmedaran.
Di encam de:
Polîtîk ango siyaset cureyek çandê tê dîtin Jiber ku siyaset pêwîstî bi zanînê heye, çand ramana rênîşandana civakê ye, û siyaset jî felsefeya rêvebirina avakirina neteweyê ye,ȗ ta mirov bibe konevan ango siyasetmedar divabe bizanibe li derdora wî çi çêdibe ȗ têde têkeve peywendiyan ȗ rola xwe têde bibȋne, lê siyaset bi tena serê xwe nikare mirovekî bike kesayetek qayîm, bi bandor û xwedî rol,  ger ku ew bi zanînên mirovanî ne tijî ȗ têr be, ango li vir zanîn çêdibe, ji lewra polîtîk û çand ji aliyê zanînê ve bi hev ve girêdayî ne.
Siyaseta ku ne li ser bingehê çandê be, ji sohbetên bê wate pê ve ne tiştekî dine ango siyaseta bê zanîn û çand qerebalix ȗ lewleweke valaye, ȗ çand jȋ bi xwe nikare ji civakê dûr be, jiber ger weha be wê weke çand xwe winda bike û bê wate bibe.
Ji ber vê yekê Ji hev veqandina rewşenbîr û siyasetmedar xeletiyeke mezin e, xizmeta pêvajoya rizgariya netewî û civakî nake,ȗ pêwîstî bi parve kirina rola siyasetmedar û rewşenbîr heye ku konevan şert û mercên herêmî û derdorê û tiştên ku di qada navnetewleyî de diqewimin li ber çavan bigire, rewșenbîr jî bi rola teşwîqkar û avadaniyê rabe, pênûsa xwe bi zelalî û bê veșartin bi kar bîne.
Rewşenbîr û sîyasetmedar her du bi hev re wek baskên balindeyê ku di bilindahiyên mezin ên mirovahiyê de difire.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…