Qesem (Sond)

Ezîz XemcivînRomana (Qesem) sûndxwarin, ya romannivîsê Kurd Ferîdê Mela Ehmed e.. Nivîskar Ferîd (Elferîd) ji deryaya rewşenbîriya xwe hunera avjenîna xameya xwe ji xwendevanan re diyar kiriye.
Bi rêkeftin li mala dostekî, li bajarê Şilêswîg-Elmanya me hev dît, bê ko bihêlim xwedanê malê me bi hev bide naskirin, min got: Raweste ev kak Ferîd e! Tev ko ev bêtir ji sîh salan me hev ne dîtibû.. Ciwanmêr bi axaftin û gengeşeyeka Aram û xweş, bi dilfirehî û karîzmeka hêja cihgirtî bû. Me şevbuhêrka xwe bûrand, li ber rabûna me romana xwe ya bi navê (Qesem) diyarî min kir..

 

Roman ji weşanên pertûkxaneya Xanî li Duhokê ye, bergê pirtûkê û keval ya şêwekar Xelîl Qadir e. berî sîh-çil salan di navbera mala Xelîl û Ferîd de sed gav hebûn û di navbera mala min û mala Ferîd de ne digeha dused gavan, ez û birayê Ferîd ê piçûk bi hev re di yek dibistanê de bûn, carina diçûm mala wan dîwarekî wan hemû pirtûk bûn.
Gava min dest bi xwendina romanê kir, ew dîwarê mala wan dihate bîra min, bi xwendinê re jî min hest dikir, li kolanên bajar û taxa xwe me, diçûm gundewarê bajarê Hesekê, diçûm Dirbêsiyê, Bîr Kinêsê, Yahûdiyê, Qermanê, Şamê û vedigeriyam Parîs.. Di tevna romanê de dibûm pîrepindek min bi xameya nivîskar re peyv bi peyv dihûnand. Li axaftinên kurdî rast dihatim û mat dimam gelo çawa dê xwendevanên romanê yên ko ne Kurd in wê têbigehên? Pirsa xwe min bê bersiv ne dihişt, ew gotin ji cegereka sotandî derketine, ew gotin bandorê li naveroka babetê nakin.
Kak Ferîd bi şêweyê nivîsandina xwe, bi aramiya xwe gelek mijar tevdane, dîrokeka sosret di desthilatdariya malbata Elwehş (Elesed) li Sûriyê û ji wê jî herêmên Kurdan, destdirêjiya li her biryarê, damezirandina komeleyên olî-netewî, mezhebî, mîna Komeleya Elmurteda, hem piştgiriya partiyekê ji bakurê Kurdistanê û têkiliya di navbera herdu aliyan û bi dehan bûyer, bi zanîn, bi hûrbînî û tiştine din..
Têkçûna rûmeta milet ya giştî di têkçûna rûmeta kesînî (takekesî) de şirove kiriye. Binpêkirina mirovîniya mirov bi şêweyekî nerm, rewan rave kiriye.
Destê xwe daniye ser birînê û gotiye derman bikin, bila bêtir ev birîn venebe. Bê guman berî ravekirinê hemû an jî bi piranî li ser miletê wî ye, di rewşa giştî de nivîsandiye, di rewşa taybetî de mebest kiriye (dîwaro, ji te re dibêjim, bûkê tu tê de bigihê).. Dibe jî hin kes an xwendevanine din bixwînin û ev tiştê ko ez li ser dipeyivim ew berevajî lê binerin, bibêjin nivîskar pesnê me daye!
Roman ji bajarê Dirbêsiyê û heta bi Dirbêsiyê ye, kurtkirina sernixûziya sernixûzan aşkere dike!
Pênûseka azad e, dikare bi toza ewê serdemê û heta toza li pey xwe hiştiye bilîze û di xêzên dîrokeka dilxelok de bi cih bike..
Li deriyê zindanan daye, li deriyê windabûna mirov û mirovîniyê daye, bi gendeliya gendelperestan re peyivî ye.
Hin têbîniyên min jî hene, giring e ez binivîsînim, ji wan jî lêveger li pirtûkê bi hûrbînî ne bûye. Şaşitiyên tîplêdanê pir in, wergerandina gotinên kurdî gerek bi erebî jî bihatana nivîsandin (pepûk pepûk xwedêyo), (Xwedê xêr ke) (yabo qurbano, yadê qurbanê tu çawa yî?)… h.d
Hin gotin jî bikar hatine, di erebî de bikar nayên, ew taybetiya zimanê kurdî ne, dema têtin wergerandin wateya xwe winda dikin (mêrê dêya min) (serxet, binxet)….h.dEv têbînî wek min berî nuha got, çi bandorê li asta bilindiya romanê nakin, lê pêdivî bi lêvegereka hûrbînî heye.
Nivîskar Ferîd ji destpêka romanê heta bi dawiya wê, hefsarê dahênaniyê ji destê xwe bernedaye.
Romaneka hêja ye xwendinê ye.

20.07.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…