Dilopek rehnî li ser pirtûka Deftra lêkolînan a nivîskar Cankurd

Rêber Hebûn
Ev pirtûk berî xwe dide ware lêkolînê û di pêşî de dîroka êlên wek nimûne êla Celaliyan û vegûhêztinên wan, zimanê vê lêkolînê li dor gera li zikmakiya hinek êlan dizîvire, heta çi radeyê an astî ew Kurd in li ser bîngeha peywendiyên wan bi cîran û derdoran re,tiştê dive mirov bîne ziman ku bêhtirî van lêkolînan ji zimanê hin rûsipiyan ve hatibû wergirtin, ji ber xebatên nivîskî li ser mijarê êlan gelekî hindik e, bêhtirî wê ji devê kalan ve hatibûye wergirtin, lewre ew çîrok dibe pir caran cihê gumaniyê, gelo heta çi radeyê ew an lêveger rast in.
Rû 31 🙁 peyva Kurd nêzîka 5000 sal kevin e û yek ji kevintirîn peyvên dîrokê tê jimartin.)
Qasimlo biryar da ku tevlî rikberiya demoqrat bibe ya ku li dijî impiryaliya Îranê bi pêş ket.
Di sala (1952an) de ew vegeriya welêt daku di xebata demoqrat de beşdar bibe û Qasimlo pênc salan karê rêzanî bi şêweyên neyênî û aşkere dikir û hêdî hêdî Qasimlo weke kasayetiyekî rêzanî û xwedî bandor di nav gelê kurd û rikberiya îranî de hate nasîn.
Diktor Ebdilrihman Qasimlo waneyên destemayî û aboriya Sosyalîst li Zanîngeha Biragê didan , û ta sala (1961) waneyên zimên û çanda kurdî li Zanîngeha Sorbonê li Parîsê didan , herwiha xwedî rolekî girîng bû di avakirina Yekîtî ya Ciwanên Demoqrat li Kurdistanê ku yek ji saziyên Partî Demoqratî Kurdistanî Îran bû , û piştî demeke kurt bi fermî bû endamê vê partiyê û di hemû desteyên partîzanî de kar kir daku bû emîndarê giştî ji Partiya Demoqrat a Kurdistana Îranê re.
Diktor Ebdilrihman Qasimlo kasayetiyekî bîrbir û hişmend bû , lewre wî û hevalên xwe yên partîzan bi hûrbînî rewşa rêzanî û aborî ya Îranê xwendin , herwiha rewşa çepên Îranê û tevgera niştimanî ya kurdî li gor peywendiyên wî wek emîndarê giştî bi Yekîtiya Sovyêt re , û istratîjiya demoqratî ji Îranê re û otûnomî ji Kurdistanê re bi rêket , û kongireya Sêyem a partiyê van pêşinyarên Diktor erê kirin û ew pêşinyar bûn istratîjiya fermî ya Partiya Demoqrat û di wî kongirî de ew hate hilbijartin wek emîndarê giştî ji Partiya Demoqrat a Kurdistan a Îranê re  , û bû yek ji wan kesayetiyên rêzanî yên girîng di hemû parçeyên Kurdistanê de.
Hêjayî gotinê ku di sala (1978an)de  Diktor Ebdilrihman Qasimlo bi hevaltiya Bîst Hezar şervan ji hêzên pêşmergeyên dilêr operesiyoneke berfireh li dijî artêşa sahê Îranê rabûn û pêşmerge dest danîn ser bajar û bajarokên Kurdistana Îranê û wisa gelê kurd kevirê bingehîn ji avakirina dewleteke demoqrat re danîn.
Di dîroka / 13 / 8 / 1989an de Diktor Ebdilrihman Qasimlo ji bo mafê otûnomî ji Kurdistana Îranê re danûstandin bi rayedarên Îranî re dikirin lê zor mixabin di wan danûstandinan de ew ji aliyê istixbaratên “Savak” li bajarê Viyêna li paytexta Nemsa hate kuştin û di goristana pakrewanên şoreşê de li Parîsê hate binax kirin.Sed silav li giyanê te ey xebatkarê dilsoz û dilêr

13 / 7 / 2024 Z – 2636 K

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…