Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Konê Reş

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe hiştiye û berê xwe daye Qahîre.. Li Misrê wek rikeberekî dijî siyaseta Sulatan Abdulhemîdê/2an, ji bo pêşketina Kurdan kar û xebat kiriye û di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku di rojek wek îro 22.4.2024an de, berî 126 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weşandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe şûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..).
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Qahîre/1898.

 

  Rojnameya (Kurdistan): Rojnameyeke 15 rojî bû.. 31 hejmar jê hatine çap û belavkirin: Xwedî û berpirsyarê her 5 hejmarên pêşî ji 1-5 ku li Qahîre hatine çap û belavkirin (Mîr Miqdad Midhet Bedirxan) bû.. hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan birayê wî (Mîr Abdulrehman Bedirxan) bû, cihê weşandina wan ji 6-19 an li Cinêvê bû, ji 23-20an jî careke din li Qahîra bû, hejmara 24an li Londonê bû, hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê bû; hejmara dawî (31) di roja 14ê Nîsana 1902an de bû.
  Pêwîste ku zana û nivîskarên kurdan di kovar û rojnameyên xwe de, li ser weha  roj rawestin ku, di roja 22ê Nîsana/ 2024 (126) sal di ser weşana rojnameya wî KURDISTAN re derbas dibe, jînenîgarîya xwediyê wê û rojnameya wî bidin naskirin, da ku nifşên nû ji nêzîk ve wî, nasbikin û serwextî têkoşîn û xebatên wî bibin.
Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Miqdad Bedirxan hene me ew di ser guhên xwe re avêtine..! Wek ku pêdiviye, me guh li wan nekiriye wek: Mîr Celadet Bedirxan û herdû kovarên wî (Hawar û Ronahî) li Şamê, Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943 – 1946an de, Memdûh Selîm Beg Wanlî û Hemze Behê Miksî berpirsyarên Kovara (Jîn -1918) li Stembolê, Mewlana Rifet Beg Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî – 1909) li Stembolê, ev mirov di sala 1930î de li Helebê çûye ber dilovanîya Xwedê û îro kesek gora wî nasnake, Mîr Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908an û li Stembolê û sala 1917an de li Qahîre rojnameyek bi navê (Kurdistan) weşandîye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Abdulrezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Qedrî Can û weha bi dehan ji welatparêz û rewşenbîrên gelê Kurd, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine hene. Ji mafê waye jî, ku em wan bi bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.
Erê bavo! Kirîzeyên mezin, li pêş fêrkirina zimanê me hene.. Li Bakurê Kurdistanê perwerde û hînkirin bi tirkî ye, li Başûr bi Erebî ye, li Rojhilat bi Farisî û li Rojava bi Erebî ye. Ji bo vê yekê zarokên me ji zimanê dayika xwe dûr dikevin, zimanê biyaniyan hîn dibin. Sebaretî me kurdên Rojava bi mixabînî dibêjim: Guhdana Partiyên Kurdên me bi zimanê kurdî gelekî qels û lawaz e.. Tev nivîsên wan bi zimanê erebî ne, pirrê axaftina wan bi zimanê erebî hatiye xemilandin.. Ez ne bawerim ku berpirsyarekî wan, zanibe bi kurdî bixwîne û binvîsîne.. Kurdperwariya wan bi zimanê erebî ye..! Di vê derbarê de bi min xweş e bêjim: Ziman; berdewamiya hebûna mileta ye. Yê ku zimanê xwe jibîr bike, şevreşkî dibe, şev lê digere û êdî nema kare bi serbestî derbasî civaka welatiyên xwe bibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…