Dilopek rehnî li ser Gardiyan ya nivîskar Bûbê Eser

Rêber Hebûn

Ev pirtûk mirov dikare ji qurzîka nivîsên  belgeyî ve lê meyze bike bêhtirî ku lê mîna romanekî  binêre , ew ji cûreya nivîsên ku hewil didin rewşa çaxekî bînin ziman, têde tevgerên kurdî ligel çepgiran li meydana jiyana siyasî  diyar dibûn, ew dîmena çaxekî tarî ezber dike û hewil dide ku bibe cihê dan û standinê.
Nivîskar Bûbê Eser bi xwe girtiyekî siyasî bû, di wê zîndana a bi sernavê Gardiyan de, gelek salan jiyabû, mîna her girtiyekî para xwe ji işkenc û lêdanê  dîtibû, ew nivîs dagirtî şewat ,xemgînî û bê hêvî ne, lê girîngiya xwe ji nifşên  nû re û kesên ku doza rastiyê dikin heye, ew girtîgeh dîmeneke ji dîmenên dîroka tekoşîndariya siyasî û xebata netewî a Kurdistanî li bakûr aşkere dike, helbet di wan çaxên heştî de gelek tevger li seranserî rojhilata navîn derketin , li hember ricîmên mîna Tirkî, Îran, Sûrî, Îraq û Libnanê  sekînîbûn, liv û tevgerên wan ne bi qasî xurtbûna wan desthilatiyan bûn ,

rehet diketin û endamên wan dibûne pariyekî hêsan di devê ew ricîmên serkotker de, ji ber ew ricîm di eynî hişmendiyekê bûn, bêhtirî wan netewperest bûn, li pêşiyê çi tevgereke dijber dibûn rêgir, lê tiştê em dikarin binav bikin ku ricîma Tirkî neviyê desthilata Osmanî xwedî taybetmendî û cûdahî bû bi taybetî li hember Kurdîtî û komînistbûnê, di wan çaxan de gelek tevgerên kurdî hêviyên xwe li ser hebûna yekîtiya Sofiyêtê daliqandibûn ,a ku ragihand bi piştevaniya tevgerên rizgarbûna niştîmanî ve,lê beranberî hişmendiya Kemalîzmê a ku komara Tirkî li ser bîngeh û binemayên wê hatibû damezrandin ne ewqasî rikber bû, ji ber ku civak ew hişmendî pejirand û jêre bibû rêbaza jiyanê.
Hin hevok bi zikmakê xwe ve Tirkî û Erebî ne hatibûn bikaranîn di vê pirtûkê de, ev yeka mirov dikare di warê ziman de bîne xuyanîkirin, lê di baweriya min de nivîskar wisa hîştiye ji ber ku di zimanê pir kesên kurd li bakûr bibû tiştekî xuristî bi sedema serweriya zimanê Tirkî û  xistina zimanê Kurdî di bin bandora xwe de, lê mebesta min ku nivîsa Kurdî bi qasî ji mirov tê pêwîste ji bandorê zimanên biyan paqij be, bi taybetî ve dema ew gotin bi kurdî hebe pêwîst nake em peyvên Erebî an Tirkî bikarbînin.
Ligel xaleke din û girîng girêdayî ye bi hunandina avakirina çîrokî a vê pirtûkê di derbarê nebûna çîrokekê bi xwe ligel kesayetên bi nav û xwedî taybetmenî, tenê di xeleka yûzbaşî û leşgeran beranberî girtiyan de ew roman ji serî ta dawî zivirî, li ser hesabê çîrokeke bi rêk û pêk xwedî arandin û balkêşî, di wateyeke din de hêmanên romanê yên girêdayî bi hebûna lehengekî an girêkeke bîngehîn an dîmenên germ yên dikarin mirovê xwendevan mijol bikin, kêmbûna romanê ji van hêmanan hîşt ku tenê bi awayê raporekî nivîskî be, lewre ez vê cûreya ji nivîsî nêzî nivîsên belgeyî dibînim bêhtirî ku ew romanek be.Girîng bû nivîskar rola girtiyên vê zîndanê paşguhnekiriba ta wan bîhişta ew jî  bi rêya çend kesan  deronî û helwestên xwe diyar bikrana , dayîna wê erkê li ser leşgerekî azarker têr nekiribû taku mirov bi hurbînî cîhana zîndaniyan ji nêzik ve bişopîne, lê ev pirtûk tevî vê yekê dimîne yek ji wan pirtûkên girîne di pirtûkxaneya Kurdî de, dibe bîngeheke baş ji avabûna wêjeya zîndaniyan di derbarê rewşa Kurdî de, rewşa gellê Kurdistanê û xebata neteweyî a Kurdî tîne ziman, dibe alîkar ji xwendevanên vê serdemê û serdemên bê re taku wê çaxê û hel û mercên wê binasin û jê encaman werbigrin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

helbesta Kurdî li bajarê Essen li

Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina…

MISLIM ŞÊX HESEN -KOBANÎ

Eger hûn dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi baldarî lêkolîn bikin, diyar dibe ku gelek bûyerên girîng qewimîne. Ew serwerên bê guman ên şaristaniyên kevnar ên cîhanê bûn, û di wan serdeman de roleke diyarker lîstin, tevî ku rastî êrîşên tund ên ji aliyê dewletên cîran û…

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...