Romana Zabêl Ez Ermenî Me! Li ser azar û êşê hatiye nivîsandin

Hesen Mihemed

Yek ji romannivîsan dibêje: Romana ku nikaribe qorziyek tarî ji civakê , ji dîrokê, ji jiyanê rohnî bike ne Roman e.
Bi rastî jî li tenişta afirandin û belavkirina spehîtiyê, yek jî erka nivîsandinê ye ku ronahiyê bide cihên tarî di jiyanê de.
Duh min xwendina romana kek Ezîz Xemcivîn
/ Zabêl… ez Ermenî me/ bi dawî kir
Roman li ser babeteke biêş û kovan û Herweha bi zimanekî tijî êş Hatiye nivîsandin
Bi cih li ser qirkirina gelê Ermenî sal 1915 bi destên Osmaniyan, hatiye nivîsandin
Azar û êș û wendabûn û şerpezebûn, ax û nalînên, tî û birçîbûn ku bi wê cînosaydê re rûdaye tîne ziman
Hovîtiya mirovan li aliyekî herweha dilovaniya mirovan li aliyekî din.

Vîna kuştin û tunebûnê ji aliyê zordaran ve û vîna jiyan û hebûnê jî aliyê qurbaniyan ve.
Wek em dizanin di vê cînosaydê de pir ximav hate rijandin û di pir cihan de Kurd hatin tewanbar kirin.
Helbet
hinek Kurd rolekî qirêj lîstin di bin bandora propaganda ayîna Îslamî
de lê aliyê ronahî ku gelek Kurd pê rabûne û malbatine Ermenî ji mirinê
rizgarkirine pircaran bi mebest hatiye piştguhkirin
Romannivîs di vê
romanê de tîrêja pênûsa xwe davêje ser evê rola pak û mirovane ku
nemaze Kurdên êzîdî pêrabûne dermafê Ermenên ku bûbûn berxên ber devên
Osmaniyên gur.
Roman bi kurdiyeke rewan, resen, xweşik û tijî hest hatiye ristin.
/Zabêl ez Ermenî me/
hêjayî xwendinê ye!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…