Xirêniya werzan û keservedanek!


Mizgin Hesko

Xirêniya werzan
Û keservedanek…!

Rêyên tikûvala
Û pêlên mendehoş
Şilo, pilo ne…
Pirtikên darbeniyên mişext…!

Spiyekî berfereh
Û şopên berbengê
Li siya xwe lukumî…!

Û Baran…
Firmêskên Xwedawendên tavê
Li mihraba spiyê berbelav
Li xameyê girtî xunavê
Û paş perdeyên tariyê
Şemal hil tên
Ji nêv dûman û sîtavê.

Xirêniya werzan
Û şevzivistan e..!

Mihrab…
Bi şînê asîmanî
Ji pûnijîna peyamberan
Keskîniyê lêvedan e.
Ya hûn dibînin
Mij û moran e
Û ya ez dibêjim:
Sews û weşiyên mêwan e…!!

Û keservednek…
Ji rêşîkên rêbendanê
Û ta xurîna elindê
Têlên xameyê
Bi gulsirûdên heyînê
Dijenîn im.

Û rewanê ristê
Bi gulleyeke tewş
Venamir e…!

Keservedanek
Û hîn….
Keservedanek…!
Û çend şemalên din.

Ji vir û ta mihraba stêran
Û ji wir ta bi stêrên mihrabê
Mirîd in….
Û rêka şevê bernadin.

Çend çirawîskên din
Ji jiyê êgir
Dema ….
Ku spiyê berfereh
Destên min
Li keservedanê
Vedhewînin…?!

13. Rêbendana 2024.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…