Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
Stranên Kurmancî,pend û şîret di kovara (Ronahî )de
Gelê Kurd jî mîna hemû gelên cîhanê xwedan folklor e û ewa bi hemû cureyên xwe pir dewlemend e,bi dehan û dehan lêkolîner û nivîskarên Kurd û rojhilatnas gelek berhemên giranbuha û kêrhatî ji bo stran û Pend û şîretên Kurdî terxandine. Pend û şîret jî beşek ji folklora Kurdî; zor giring e û zayîna wê jî pir ji destan û çîrokê efsaneyî zûtir û pêşdatir e,lewra jî em dibînin ku Celadet Bedirxan hin nimûneyên giring ji stran û pend û şîretên Kurdî jî bi xwendevanên kovara xwe dide nasîn,em jî li vir hin nimûneyan pêşkêşî xwendevanên lêkolîna xwe dikin.
Celadet Bedirxan du stran di hejmara (8) an de weşandine û ew dibêje:Ev herdu stran ji stranên cihê Botan in û ji wextê hakiman in, stanana yekê di bin vê navnîşanê de û bi (28) malikan hatiye weşandin,lê me li jêr (20) malik nivisîne,kurtkirina vê stranê ne gengaz bû,ji ber ku kurtkirina pir zêde hin caran dibe sedema hindakirina wateyên wê stranê li pêş xwendevanan.
Şerê Bestê Beleka
Mîro;mala bar kir ji beriyê
Danî li ser çemê Zihêriyê
Derbas bîn li keleha Rihaniyê
Şahîn axa bi sê denga li Mîr Sêvdîn dikir gazî
Digo bi serê te û bavê te kim
Mîra asê bîne li ber xere û xeracê Mêrîtiyê
Mîro! Dilê min li ber waswasê
Me dîwan danî li ser banê vê kinyasê
Şahîn axa bi sê denga li Mîr Sêvdîn dikir gazî
Digot sê cara bi serê te kim
Mîra li ber xerc û xeracê me mane asê
Vê sibê kuştine Qasim axa dîkê nav ordeka
Me şerek danîbû li pêşî mala
Lew şer bîne li ber kendala
Min heyf û sed mixabin
Vê sibê kuştina Emerê Silêman li bin darên xezala
Me şeriko danî li qesra kalê li qiwîna çiyê
Mîr Sêvdîn rêkir pey eşîrên Bihata
Lo lo Mîro çi diyakê li min bi dewran û kîn e
Hespa bînin lêbikin rixtan û zîn e
Xwedê zêde bike dewleta Bedirxan Begê ya Mîr Sêvdîn e.
…) ¬
Strana duhem di bin navnîşana (şerê Kehnîqîrê) ji (29) malikan pêkhatiye,emê tenê (9) malikan li jêr bê şiovekirin pêşkêşî xwendevanan bikin.Di mallikên jêr de diyar dibe ku Mîrekî Kurd bi xwe û gelek lawên Kurd jî bi wî re diçin Cezîrê ta ku ew li Kenqîrê piştvaniya mezinan Kurdan bikin û taku ew tola Qasimê Zîbarî û Hacî Evdala bikin,lê bi rastî di vir de ne zelal e ku kê mezinên Kurdan kuştiye? Lê bi texmîna me be, ew ji aliyên nijadperestên Turkan de hatine kuştin.
(Mîr sîwar bû çû Cezîrê
Gelî xulamnio bikin ra û tekbîrê
Me vê sibê şer e ser Kenîqîrê
Mîr sîwar bî li rêo
Koma xulam li pêo
Ra û tekbîr bi des Xwedêo
Vê sibehê kuştine Qasimê Zîbarî
-3-
Vê sibehê kuştine Hacîkî Evdala
Mîra mîr qelandin ji dinyayê
…. ).
Strana (çetelê Axê),bi (14) malikan e (hej.12),strana (Hesenê Musê)bi (35) malikan e (hej.13),strana(Lawik) bi (36) malikan e hej.(14 ), strana (lawik 2) bi (31) malikan e (hej.15),strana (lawikê Batmanê)bi (14) malikan e,(hej.16) ),strana (sadê Hemê)bi (46) malikan e.(hej.17) ji hejmara (18 an-de ) ta hejmara (28) stran tunene.
Emê li jêr jî dîsan çend stranên vebjartî li gel şirovekirinên kurt bi xwendevanên lêkolînê bidin zanîn.
Di strana (Hesenê Musê) bi kurtî weha hatiye:
Heywax ,heywax,heywax mala min î
Tej û mehfûrê mala bavê min qetiyane ji raxistinê
Oda mala bavê min xalî nabe ji çûn û hatinê
Miqilka mala bavê min şewitiye ji hêka ji qelandinê
Heywax,heywax mala min î
Hesen heyran li min hate îda haciya
Ez û Hesenê Mûsa me ji xwe re kir henek û laqirtiya
Destê Hesenê Mûsa li mor û mercanê min geriya
Heseno heyrano lê hate îda qurbanê
Xortê gundê me kişiyane ber kozikê,ber nîşanê
Keçkê gundê me kişiyane vê dewatê,vê dîlanê
Ez çavên xwe digerînim,nagerînim
Hesenê Mûsê li nav xortan nabînim
Li serê Hesenê Mûsê bikin bakî baweşîne
Ji birîna xelkê tê xwîna reş .
…)
Di malikên jorîn de xûya ye keçek pesna mala bavê xwe dide û ewa dibêje: Di mala bavê min de herdem mîvan hene û ji dest pirbûna mîvanan tejiya mala bavê min zû kevnar dibe û tewika malê ji ber qewrandina hêlînan pir reş û kevnar dibe û di pişt re ewa bi Hesenê Musê re dipeyve û dibêje:Vaye cejna qurbanê jî hatiye,gelek xort li gundê me hene,lê ez di nav wan de Hesenê xwe nabînim û min pir dixwast ku ez mîna baweşîneke nerm û narîn xwe li bajna wî balînim ûhw.
Di vir de dîsan ji me re gelek diyar dibe ku çiqas keç û jinên Kurdan di nêrîn û hezkirinên xwe de ta radeyek bilind azad bûn û ew li gor jinên miletên dirawsê pir xwedan nêrîn û helwest bûn .
Lê di strana (lawik) de keçeke Kurd dîsan bi wêrekî bang li dîlberê xwe dike û ewa pir bêtirs hestên xwe derdibirîne û gazî evîndarê xwe dike û bi wî re dibje:Tu dikanî di nîvê şevê de jî werî cem min û ewa bejna xwe ya bi guhar,xizêm,bazin û xilxalê xemlandî bi dîlberê xwe dide nasîn .
Herwisa jî ew xort jî bersiveke vekirî dide dîlbera xwe; keça Mîr Aliya û dixwaze ji wê re şaleke nirxbuha bişîne ûhw.
Bihare e xweş Bihar e
Gundê bavê min hindik e,hezar û hefsed mal e
Donzde pismam e ji bilî dê û bav e
Şeva nîvê şevê were ber deriyê mala bavê min e
Derî venebû nêrdewanê deyne were xwarê
Guhê min bi guhar e
Pozê min bi xizêm e
Destê min bi bazin e
Lingê min bi xilxal e.
Keça Mîr Aliya
Şalek ji te re bişînim bi sed û sê Osmanliya
Şala serê te qetiya
Zirar li canê min e
Dilê min ji bajarê Mêrdînê
Were şeva nîvê şevê,min bi çavê serê xwe bibîne.
Lê di strana (lawikê Batmanê) de weha hatiye tevinkirin:
Delîl yadê,delîl yadê,delîl yadê ….
Paşak rabû bi giranî,eskerê xwe ji qoça Diyarbekira xopan bi der anî
Li Batmana şewitî qur,e danî
Eliyê Mihemed firar bû,çîtika reş deranî
Batmana şewitî bi sûr e
Eskerê Smaîl paşa girte holik û tabûre
Mincan xatûn ban dikir Smaîl Paşa ez ketim bextê te û Xwedê ye
Te destê Eliyê Mihemed,lawikê Batmanê,çawa ji ber hilmê hilanî ?
Hger tu dixwazî ezê bidim te elbek zêre
Batmana şewitî wa bi rê ye.
…. ).
Lawikê Tiloyî di hejmara (20) ê de di bin navnîşana (ji min ve tiştên dinyayê) (15) şîretên xwe di hejmara (21) ê (23) an de diweşîne, lê bi ya me be;ev çend şîretênli jêr hatine nivîsîn;ne ji (pend û şîretên) resen in,nivîskar Lawikê Tiloyî xwastiye li gor zanîn û taqekirdinên xwe hin şîretan ji cem xwe bide gelê xwe,emê li vir çendekan wek nimûne li jêr
binivisînin,çendekan ji wan şirove bikin,erênî û neyêniyên wan jî zelal bikin .
1-Pirsê ji yekî meke ko ew pirs ji aqilê wî mestir be.
Bê gûman ev şîreta jorîn gelek hişmendî ye;lê ew bi texmîna min ji bav û kalên me de ne hatiye gotin,gelê Ereb jî dibêjin:(Bi qaserî hişên xelkê,bi wan re bide û bistîne!) Em bawer dikin ku nivîskar di vir de şîreta xwe ji Erebî wergerandiye zimanê Kurdî .
2-Tu caran derewan meke,heke derew ji zîv bin,rastî ji almaz e.
Nivîskar di vir de tenê ta radeykê serkeftî ye,ew dixwaze pesna rastiyê bide,yanê rastî û almaz hevalcêwî ne,nivîskar pir bi hişmendiyeke bilind nivîsiye,lê li nik wî -derew kane bibe zîv-.Lê bi rastî em nikanin vê (pend û şîretê) bi tomê bipejrînin,ji ber ku em tucarî nikanin zîv û derewan bikin hevalcêwî;zîv cureyek ji xemlandinê ye,lê derew cureyek ji cersandinê û xopandinê ye.
3- Ger tu zana û gihîştî bî,kar û tevgera xwe mede destê jina xwe .
Mixabin em dîsan nikanin vê şîreta lawikê Tiloyê yekcarî bipejrînin;ew di vir de pir bi çavên teng li jinan temaşe dike û nirxa wan di civakê de nizim dike;ewî jibîrkiriye ku Kurd ji berê de dibêjin:( Şêr şêr e çi jin e çi mêr e ).
4- Kesê ku ji fexfexê hez bike nezan e.
5-Jina qenc bihuşt e,pîreka ko ne di fikra meriv de bî dujeh e.
Di vir de şîreta L.Tiloyî pir di cihê xwe de ye;ji ber Kurd dibêjin jî:Jin hene gul in,jin hene kul in.
6-Kesê ko ji keran bixeyde ji wan kertir e.
7-ji neyarê xwe re neyar be,heya bibe qenc,jê ra qenc be.
Em di vir de dibînin ku nivîskar naxwaze tovên zikreşiyê di derûnên mirovan de biçîne;ew xwendevanên xwe fêrî giyana lêborînê jî dike,yanê,ew dibêje:Eger neyarê te li nerindiyên xwe poşîmanî bû û qencî bi te kirin,divê tu jî bi qenciyên xwe li wî vegerînî û helwestên berê piştguh û ji bîr bikî.
8- Gava ku mirov bi xelkê nikan be,mirov bi xwe dikare.
9-Gotin û şîretên hêja mefroşe biyaniyan.
Em dîsan li vir nikanin wek xwendevan vê şîreta jorîn bipejrînin,gelo çima em nikanin bi biyaniyan re li ser bingeheke zanistî bidin û bistînin ?!!!
Şîretan bistînin û şîretan jî bidin wan, em bawer dikin ku pêşketin û dostaniya gelan bi hevguhêzên zanînan çê dibe,lewra jî em dixwazin bêjin ku nivîskarê me di van şîretên jorîn de ne herdem serkeftî bû.
Efrîn. 11.08.2024
Dawiya lêkolînê