Islama Diji Gelê xwe ..Navim

Bavê Zozanê

 

Duh mi xwest ez vegerim pirtûka ( Daxistan Bajarê mine ) a resûl Hemzatov, ta nifirek mezin wergirim, ji devê ewê pîra Wî A ku nifirê cîhanê hemî li nik xwe civandibûn ..
lê dîsa li xwe hayi bûm ku tu nifir li ser rûkê zemînê tunenin anjî piçûkin ku biser ku‏tarê قêx Ma‏ûqê Xiznewîde bibarênim …qê ez bêjim xwedê malawan xira bikê ..anjî xwedê ji wan re nehêle!!
Xelkên Cîhanê Zana û Pispor ûOldarên xwe têxin nîvê çav û dilê xwede ..yên me di nêv ax û xwînêde .. mixabin em wan Diparêzin ?!
Birastî niza ser evî şêxê mezin ez çilo dest pêkim .. berya demek kurt min ew li Te`bîna nemir Ferhad dît , bi mêranî di axivî …. digot ez naçim te`bîna bavê xwe , lê va ez hatime Te`bîna evî nemirê hêja yê ku Riwê Qamçîbazê xwe  Re‏  û Tiftikir ..
  Birast şêxekî Hêja û delal bu , Sînorê kilasîkî kevin di nêv bera milet û ayin û Perestinêde  şikandibu, şêxê nemir  digot Islama Diji Gelê Min ..Ez tucarî navim ..dixwest Islama rast pêk binê , Islama ku mafê Miletan winda nakê , wise Dr M.Hebeş‏ serokê navende xwendinên Islamî  di ‏şeve mirina wîde di T.V ya sûrîde got , yeqîn bê hemd ji devî wî  derket Got ( ku şêx Maş‏ûqê Xiznewî doza Gelê xwe bi ci dikir ..)
Dîsa dibêjim şêx Ma‏şûqê Xiznewî rahiş‏itibu sînoran , helbet sînorên çewt û ‏a‏ , destê xwe dabû miletê xwe , doza ewî Bi firehî dixwest li ser stalaytên cîhanê bi nav û ni‏şan bikê…..
Newroza/2005/li çolê pîroz kir ..qê ji ni‏kave pîrekek wî dibîne, dicîde dixwaze serê xwe bi nuxmîne .. ‏şêx lê vegerand Na ,na ez jî wek vêqas xelkême..ger jibo wan na bo mijî na…
Sed terî û dûvik (mixabin) bi ‏şêxê delal ve kirin, digotin ku ji riya tekiyê derketiye , yan jî doza çêkirina partiyan  dike û eva tev dûrî Islam û Oldariyê ne ..!!?
Lê mixabin eva tev vir û derew bûn, قêx Maş‏ûq bixwe ancax Islama rast pêk di anî , timî digot dinê islamê ewe ku merev Qencî û dadperweriyê pîk bîne dûrî
kirêt û pîs û feh‏iyê.
Timî digot kurd û ereb birane ji herdiwan tê xwestin bergêriya axa welatê xwe bikin, wisajî bi wek heviye mafê herdiwan erê dikir … Pîrek jî didît xwehên mêran, ku herdû wek hevin di mirovatî û keremetêde , û di hemî mafande , û tu cudabûn di nêv bera wan de ne didît , digot ku keramete her mirov ciyê parastinêye çewe ku xwedan jêre xwestiye bê ku merev li ola wî binere an rengê wî an tuxmî wî.. vêce dive alîkarî û yardimî û hijêkirin di nîv hemî gelande bi cî bibe …
Lê dîsa mixabin pîs û çepelan ne hi‏ştin doza xwe bibe serî, û eva tiş‏tek normale di dîrokêde ku mirovê zana û birewer timî dibe Qurbane raman û şêwra xweyi pê‏ketî .. bi dengekî bilind dibêjim ku şêx Maş‏ûqê Xiznewî (NEMIRê gotinêye ) nemirê bîr û baweriyêye , çûna wî dorandinek mezin bu ne ji bo kurdan tenê belê ji bo ramana islamî a cîhanî bi tevayî.
Dîsa dibêjim ku kuş‏tina şêx Ma‏şûqê Xiznewî plan gêrek mezin , genî bû , dinêv bera fikrên pa‏verû û tuxumperest û xwedê nenas bû …
Cendekê şêxê tahir anîn mizgevta wî a ( Hilko) vêce Milet kêmansî jêre nekir , helbesta ceger xwîn  , hate bîramin lê bi rengekî din  , mi digot (şêxê min bese
êdî destê te ezê maçikim)…
Belê laş‏ê şêxê hêja bi ala rengîn hatibû xemlandin û eva cara yekemin bû ku mi dît oldarên me wisa tên bi oxirkirin..lê milet birastî xemgîn bû , ş‏înîbû, minarên bajarê Qamiş‏lo serê xwe bi mêranî bi kel û girî jêre tewandibûn.. ta ew gihandin Gorîstana ( Qidûr Beg ) li nav nemiran ew piş‏kivandin …
Lê ta niha jî nizanim  çime ewan kûçik bavan ew ji şamê anîn Helebê û xwestin di nêv qirêj û dûmana Dêrêde wî windabikin .
                                                                       
2/6/2005

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…