hevpeyvînek li gel lêkolînêr û nivîskarê kurd Konê reş

Hevpeyvîn : Abdula Sebrî

Di hevpeyvînekê di gel lêkolînêr û nivîskarê kurd Konê reş de ji semakurd re got (( ku rojnamê kurda nikarin tevayî gelê kurd di bin sîbera xwe de kom bike û rojnamek li hewlêr nîne ku kurdekê ji Amedê nûçeyên li kurdistanê têde bixwînê û kurdekî ji hewlêrê nikarê nûçekî li ser kurdên rojava nas bike  di riya rojname û kovarê kurdî li rojava de , ji ber yekîtîya tîpan  di nav me de nîne  ))???

– Em bixêr hatina te dikin li kurdistanê û em dixwazin naskin çi hestê te ne ku  yekem care ti serdanekî tê kurdistanê ?

– Ez sipasîya dezgeha sema ji dil û can dikim ku ev derfet da me em hestê xwe têde derînin  bi rastî ev yekemîn care ez kurdistana azad serdanekî têmê ez hem li xwe pîroz dikim û hem li kurdistana azad pîroz dikim , bawer bikin xewnek bû ew xewn bû rastî , ne xewna min tenê bû ya bavê min û kale min bû ez dikarim bêjim yê ku ez dibin bandore wî de ez mezin bûm li ser  şoreşa berzanîyê nemir tim li radiyo guhdarî dikir di despêka sale şêstî de demê basa şoreşa berzanî dikir û bavê min di wê ixtîyariya xwe de li radiyo guhdarî dikir û digo ve mela mustefa zora leşkerê dijmin bir yan wan zora wî bir, xwezî saxba wî jî bi çavê xwe dîtiba , lê dîsa mala xwedê ava ku min kurdistana azad dît ez gelekî dilşadim û ez di xewnekî rastîde me.
– Em jî gelekî bi kêfin ku îro ti li kurdistana azadî , em dixwazin bizanin çi li pêşiya te heye di vê serdanê de ?
– Ez dikarim bêjim hatina min bi vê seredana pîroz ya dîrokî li kurdistana azad ji ber siyemîn festîvala mîr bedirxanê botîye, belê gelekî xweşe ketîye buharê de ketîye 22 nîsanê de , weku diyare 22 nîsanê ji berî 108 sala yekemîn rojnamê kurdî di dîroka kurda de hatîya weşandin û zimanê kurdî bûye zimanê nivîsandinê ew rojname jî binavê Kurdistan bû li qahîra hat çap û belav kirin ji rex mîr miqdad midhet bedirxan, ez vê roja rojnamegerîya kurdî li tev rewşenbîr û nivîskar û gelê kurd pîroz dikim û ya herî xweş em dibin banekî de rûniştin serokê hikûmeta herêma Kurdistan berêz Nêçîrvan Berzanî û xanima yekemîn di îraqa fîdral de Hîro Ibrahîm Ehmed , serokê sendîkayî rojnamevanê Kurdistan, serokê yekîtîya nivîskarê kurdistanê , nivîskarê amide, batmanê, nivîskarên qamişlo û mihabad û sina û bokan em hemi dibin banekî de rûniştin di bin ala kurdistanê de , şahî ji vê mestir min ne bawere ez bibînim û ev rojê min li vir bûrandin rojên dîrokîne di jiyana min de wê bi tîpên zêrîn werin nivîsandin û birastî ev çend roje ez li kurdistanê me xewa min ji kêfa nayê.

Mamost ma Gelo te çi pêşkêş kir di hindirê vê Festîvalê de ?-

– Di roja yekemîn de li gor programê festîvalî babetê min li ser ala kurda bû di nav bera bedirxaiya û berzaniya de, dibe ku gelek kesê beşdar dîroka ala kurdistanê nizanî bûn , min çend babetamade kiribûn lid or bernamê festîvalê û lid or rojnamegeriya kurdî, belê min babeta xwe bijart li ser ala kurdan ev ala ku li serxaka azad û pîroz bilind li b a dibe min ew babeta xwe xwend.
Dîroka ala kurda ev ala kurda kî damezrandiye û rengê wê bijartiye, wek ku diyare ji19/6/1999 de perlemanê kurdistanê bi tevayîprojeyê bilind kirina ala Kurdistan pêşkêşê perleman kirin endamê perleman jî teva bi yek dengî ew piroje pejirandin û ji higê ve ala kurdistanê di cara 3 di dîroka kurd û kurdistanê de ku ala kurdistanê di xaka kurdistanê de tê bilind kirin cara yekemîn di şoreşa agrî de ya bi serkêşiya îhsan norî paşa ser çiyayê araratê hat bilind kirin, cara diwem komara mihabad de sala 1946 de û cara sisêyan ku li xaka pîroz ku perlemanê kurdistanê biryarek fermî dida bi bilind kirina vê ala kurdistanê , ma çi ji vê xweştire û çi jê buhatir heye li cem min , weku diyare ev ala niha li xaka kurdistanê ba lê dide ev al sala 1919 rengê wê hate bijartin ji rex komela te`alî Kurdistan ve ji rex emîn e`alî bedirxan ve, ev ala jî bedirxaniya rengê wê bijartine û berhev kirine.

– Mamoste konê reş li piştî 108 sal ser derketina yekemîn rojnama kurdî , rojnamegerîya kurdî ya niha tu çawe dibînê?

– Bê goman rojnamegeriya kurdî piştî serhildana pîroz di sala1991an de di kurdistana başûr bo wek şoreşeka rewşenbîrî li ser me kurdên binxetê de dihat ji kovar û rojnameyan, gelkî geş bû û heta roja îro şoreşa rewşenbîrî li kurdistana başûr hê jî berdewamem lê mixabin ez dikarim têbînî kî  di virde bêjim ku wê rojnamegeriyê nikarî kurda di bin sîbera xwede kom bike, rojnamek li hewlêr nîne ku kurdekê ji Amedê nûçeyên li kurdistanê têde bixwînê û kurdekî ji hewlêrê nikarê nûçekî li ser kurdên rojava nas bike  di riya rojname û kovarê kurdî li rojava de , ji ber yekîtîya tîpan di nav me de nîne , ev rexneke ez ji rewşenbîr û sendîkayê rojnamevaniya kurdistanê ez dikim, di sala 1932 de mîr celadet bedirxan bi tena xwe karî bû soran û behdînan di riya kovara HAWAR de bicivîne ku kurdê soran ser wextê berhemê kurdê behdîna bin û kurdê behdîna ser wextê nivîsê soran bin û wî demî çend stêrên geş li başûrê Kurdistan di HAWAR de dinivîsandin û  li şamê derdiket, çima roja îro em nikarin wê bikin , yekbûna kurdan yekbûna ziman di yek bûna tîpê kurdîde ye, û ez dibînim şerme ku li kurdistana başûr rojnamek yan kovarek bi soranî yan bi behdînî bi tîpê latînî nîne .

– Mamoste zarav(lehce) di zimanê kurdî de gelekin : Kurmancî  û Soranî û Behdînî û Zazî …. Ma ne gereke zimanzanê kurd li hev bicivin û zimanekî kurdî stender(yekbûyê) çêkin…?

– Daxwaziya min jî eve ku ez dibêjim standerkirina zimanê kurdî berî her tiştî, dûvre standerkirina tîpên kurdî, nizanim problema wê cabin li herêma kurdistanê dibe ku problema way a polîtîkî hebin em bi hêvîne ev problem li ser biseknin di pêşe rojêde û çare ser bikin .

– em dixwazin tu ji mere basa konê reş bikî, yê nivîskar,yê helbestvan , yê bi deha lêkolîn kirîn di dewr û berê mala bedirxaniya…?

– Ez Konê Reşim ji ku bi sala ye  di kul û êşê û canê gelê xwede di pûnijim , yekem ji wan kesê di warê mala Bedirxaniya de dixepêrin , bi rêka rojnameya gel û kovara pêşengya ku Samî Ebdulrehman  di weşandin û bin bandore seydayê cegerxwîn de ku çend carekî min ew li qamişlo dît, min  dest bi nivîsandina zimanê kurdî kir bê goman berî hinge  min bi zimanê erebî dinivîsand ez îro xwe dibînim wek nivîskar û helbestvanekî kurd, heta niha şeş dîwanê min yê helbesta hatine çapkirin û belav kirin, dû dîwan ji wan ji bo zarokane  yek jê binavê sîpan û jîn, ya dî bi nave şagirtê bedirxanim , hem jî çend pirtûkê min yê lîkolînî hatine belav kirin yek ji wan serpêhatiyê mîrekê botan  bû , hatî çapkirin li beyrûdê sala1991an de ,  ya dî mîr Celadet Bedirxan  Jiyan û Ramana wî hem bi kurdî hem bi erebî , ya bi kurdî li siwêdê hatîye çapkirin û ya erebî li şamê hatîya çapkirin , yek jê li ser serhildana Sasonê û yek jê Osman Sebrî jiyan û ramana wî û yek jê komela Xweybûne sala 1927an û bûyerên şoreşa araratê yên rojane di1930an de û pirtûkek dî jî vê paşîyê derket bi navê Qamişlo xwendinek di ernîgeriya bajaran de li ser bajarê Qamişlo ye û dîwanek min niha li Istenbûlê li weşan xana aram di bin çapê de ye û dîwanek jî amadeye ji çapê re hemî bi kurdî ne, bê goman û dîwanek jî hatî wergerandin  bi nave dara berwê li ser zimanê kurdî ye , ew jî amadeye ji çapê re ,û berhemê min yê dî jî hene ez di wan de kar û xebatê dikim , tev berhemê min tev nivîsandinê min di bin xizmeta kêşeya gelê min de ne  , û kesayetîya min jî weke mirov diva berhemê min de heye , ew kul û xemê min kul û xemê tene jî û bira û dostê û yar û neyarê minin jî min hewil daye ku bi wa kul û xemê di rengê va gotinên kurdî de ez kom bikim ez yê xwe derînim berî yê te bê goman yê min û te yekin , ew kesayetîya min ya teybet ya evîndarîyê de ya heskirinê de ew dîmênê sebaretê min taybetî biminin û ez berdewamim li ser nivîsandina zimanê kurdî  û gotina Mîr Celadet Bedirxan gotiye kuro eybe şerme fihête an hînî xwendin û nivîsandina xwe bibin yan jî ne bêjin em kurdin ,
Herdemî ez vê gotinê di bêjim ji ber ku mirovê kurd bi zimanê xwe kurde ku ziman çû netewetiya wî jê dice .

– Em bi navê Malpera SEMAKURD zor sipasîya te dikin ku te ev derfet da me û xwedê temenê te dirêj bike di xizmeta ziman û wêjeya kurd de û her dem serkeftî be ?
 
 –  ez jî sipasiya dezgeha sema ji dil û can dikim , û di cejina rojnamegeriya kurdî de ez hêvî dikim ji rewşenbîrê başûr rê kurdistanê ku karibin kovarekî bi tîpê latînî ku berhemê soranî û behdînî her duka himbêj bikin û dawî dîsa sipasiya dezgeha sema dikim û sipasiya te dikim û her pêşketin rêya me bê û zor sipas .
 
 ****************
jêder: www.semakurd.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…