DEWLETEK Û ZIMANEK

Mîr Celadet Bedirxan zilamek bû bi karê dewletekê radibû

Konê Reş
 

   Kelkela germa havînê ye. Xwêdan ji bedena mirov  tête  xwarê, kes nikare xwe li ber tîrêjên roka vê havîna Qamişlo bigire. Çûk û çivîk li asman têne birajtin…Ji bil ku hin tişt û mişt di hinavê mirov de di kel e, difûre û wek pêlên deryayê di ser hev re diqulipe.. Û bi demê re di perpite. Dawîya dawî, tev ji mirov re dibin bîranînên wek xewn û xeyalan. Wek, palgehekê ji pêşerojan re.. Dibe ku mirov hin caran pala xwe bide wan sûdeyê ji wan bigire û sebra xwe bi wan bîne.

Di vê germê de bûyerek, bîranînek, wefadariyek tu çi navî lê dikî bike, bi xurtî li dergehê huş, mejî û dilê min dide, ew jî eve; Bîranîna 55 saliya koçkirina rehmetî mîr Celadet Bedirxan e.

Mîr Celadet Bedirxan, Evê ku ji berî 74 salan ve hawar û gazî Kurdan kiriye û gotiye :

 ( Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e.Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.) Hawar, hejmar 10, sala 1932 an

Belê, wek ku diyare, ji sala 1991ê ve, em vê bîranînê li Qamişlo bi bîr tînin. Lê îsal 2006, du gotaran, hevpeyvînekê û çûna min a Kurdistanê pêtir ez hejandim û livandim; Ji ber ku tev li dor zîlanekê digerin, ew jî zîlana zimanê Kurdî ye. Gotara pêşîn a romannivîsê Kurd Laleş Qaso bû, bi navê ( Gelo ev Hikumeta Kurdistanê ye yan a Soristanê ye ? ), di rizgarî.com de, roja 28 June 2006 belav bûye. Romannivîs Qaso di gotara xwe  bi kezebşewatî dibêje, dibilîne û dipirse: ( Gelo bi rastî soran û hikûmeta wan nizanin ku di vê dewra kominîkasyona pir hêlî de, heger xwendegehên bi kurmancî venebin, tirk û ereb û farisên ku zimanê kurmancî pûç kirine wê hîn bêhtir pûç bikin û bi kurmancî re jî wî çaxî miletê kurmanc bi carekê ve pûç bibe û av û av here ?

Gelo soran pê dizanin ku gava kurmanc asîmle bûn ew ê nebin soran, bibin tirk, ereb û faris, hi? Bila soran û hikûmeta wan ji xwe re li asîmlasyona xelkê Mereşê, Meletyê, Dêrsimê, Rihayê û herwekî din binerin û bihejmêrin bê ka çend kes ji wan bûne soran yan gelo tirk? Kurdekî Serxet û Binxetê xwezîka bûba soran û neba tirk û ereb; lê rastî ne wilo ye…. ).

 Gotara din a rojnamevan û xwediyê malpera Avestakurd.net e kak Dilbixwîn Dara ye, bi navê ( Zimanê Medyayê ), di Peyama Kurd, hejmara 92 de, roja  29 June 2006 hatiye weşandin, Birêz Dara di gotara xwe de dibêje; ku Soranî û Kurrmancî herdû bûne standart…û pêwîst dibîne ku Kurd bi Kurmanciya ku piraniya Kurdan pê diaxêfin bibe standartNe ku her yek li gor devoka herêma xwe an navçeya xwe TV yan veke û rojnameyan biweşîne … Hevpeyvîn jî, kak Yeko Ardel bi Dr. Yekta Uzunoglu re li darxistiye û di malpera Celadet.com de, roja 30 June 2006 belav bûye..Dr. Yekta di bersivên xwe de wiha dibêje: ( Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî dibe koloniya tirkan. Alek dane me, serokê me kurd e, helbet baxtewari ye. Ez ditirsim serpêhatiya welatên efrîkî yên salê 50 û 60 î were serê Başûr jî…) Hem jî tiştin nû şanî me dide di warê aboriyê de ….Bi rastî van hîmenên şînşad * (ŞÎN Û ŞAD), ez êşandim û dehifdam ku van gotinan durêzî hev bikim û serê we jî bi xwe re biêşînim, di vê bîranîna 55 saliya bavê zimanê kurdî yê Latînî, mîr Celadet Bedirxan de. 

   Di nîsana 2006 an de, ez hatim vexwendîkirin bo (Festîvala Bedirxan) a sisyan li Hewlêrê, paytexta Kurdistana azad û serbixwe li Başûr. Wek ku diyare, ev festîval her salekê li bajarekî Kurdî ye. Sala pêşîn li Silêmaniyê bû, sala diwem li Duhokê bû û îsal jî li Hewlêrê bû. Min jî, kar û barê xwe kir, berhema xwe ji bo xwendina di festîvalê de, li dor navê Festîvalê û Bedirxaniyan amade kir. Bi kêf, şahî û eşiq, mîna sofîyekî ku here Hecê, tevî asteng û dijwariyên sînor, min xatir ji zarok, xizm û karên xwe xwest û berê xwe da Kurdistanê.
Kurdistan: Ev gotina mezin, ev xewna şêrîn a ku bi mijandina şîrê dayikê re, bi me re mezin bûye, û piçik piçikên wê ketiye xwîna me de. Kurdistana ku bavê min û we bi hisreta bihistek axa wê a azad bûn. Mirin û ev azadiya ku îro lê heye nedîtin..Ez jî çûm, di Zaxo, Duhok, Şeqlawa û Selahedîn re derbas bûm. Li Hotela (Burca Hewlêr) bûm mêvan û dor heftiyekê li wir mam.
Li wir, min ji herçar perçeyên Kurdistanê, ermenistanê û sirgunê nivîskar û rewşenbîrên Kurd yên bijarte dîtin. Ji Amedê(Diyarbekir), Batmanê û Stenbolê, ji Mehabad, Sine û Ormiya, Ji Qamişlo, Efrîn û Şamê, hem jî, ji Silêmaniyê, Kerkûkê, Hewlêrê, Duhokê û Zaxo…Di gel emîre Sînem Xan keça mîr Celadet Bedirxan, xanima yekem di Îraqa federal de ( First Lady ) Hîro Îbrahîm Ehmed û Serokê hikumeta herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî. Em tev xêliyên Mîrê Botan bûn. Her yekî ji me diviyabû ku dewla xwe di bîra Bedirxaniyan û mîrnîşiya Cizîra Botan de dake û qurtek ava sar û cemidî ji bîra wan vexwe …Her yekî dixwest kevirekî, latekê an hîmekî herifî ji Burca Belek li cihê wî  vegerîne…Her yekî ji me dixwest; Memo û Zînê vejînin û Beko bimirîn in û bikujin…
   Li Hewlêrê, me sihbetên bedew bi hev re derbas kirin û me ji nêzîk ve hev û din nas kir, li rewş û halê hev pirsî…li wir min gelek tiştên xweş dîtin û ji kêf û şahiyan re, xew razî nebû ku bibe mêvanê çavê min ..lê bi tenê tiştekî giring, gelekî giring çavên min lê neket..!! Tevî ku çavên min lê digeriyan; min zimanê Kurdî bi tîpên latînî nedît; min kovarek, rojnameyek nedît ku em tev di bin sîbera wê de xwe bidin hev, û bi rêka wê nûçeyên festîvalê, Hewlêrê, Kurdistanê û Cîhanê bixwînin ..Mixabin û sed carî mixabin me ew rojname nedît…Ev Kurdistana azad ku ji 15 salan ve bingehê wê hatiye danîn, ji 15 salan ve gelê Kurd li wê herêmê, desthilatiya xwe bi xwe dike. Bi al, hikumet, perlemento û wezîre…
De ka careke din em li nîrê zêrîn vegerin, û li xwediyê gotara ( Zilamek û Zimanek ) vegerin, li mîr Celadet Bedirxan û dûrdîtina wî ji yekbûn û standartbûna zimanê Kurdî re vepexêrin.. Mîr Celadet Bedirxan, evê ku ji berî 64 an ve gotarek di kovara xwe HAWARê de belav kirye bi navê (Zilamek û Zimanek), Kovara  Hawarê: 1942, hejmara: 40
Di vê gotarê de bi têr û tesel li dor vejandina zimanê ibranî radiweste û rola Elyêzer bin Yehûda di vejandina vî zimanê mirî de şanî me dide. Di sala 1922 an de gava Elyêzer bin Yehûda mir, zimanê ibranî yê ku berî 30-40 salî ji wê hingê ve zimanekî mirî bû, wî ew ziman kir zimanê miletekî. Îro ev ziman di Felestîn û Israil de zimanekî fermîye, zimanê dewlet û hikûmetê ye. Elyêzer bin Yehûda xortekî cihû bû ji welatê Ûris, bi zimanê ibranî qet nizanîbû, li ber halê miletê xwe diket. Yehûda didît ku halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e. Cihû ne bi tenê bê welat û bê hikûmet in; lê zimanê wan jî nîne û bi zimanên xelkê xeber didin. Qerara xwe da û di dilê xwe de got: divê cihû jî weke xelkê zimanekî wan hebe û tevde pê baxêvin. Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû… Niha hewildan hene ku zimanê Îbranî di nav civata miletan de belav bibe…Di sala 1932 an de, dema ku mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawar li Şamê, bi tîpên latînî weşand û naveroka wê bi berhemên nivîskarên kurmancan û soranan xemiland. Hingê ew li yekîtiya Kurdan digeriya, ji ber ku wî yekîtiya kurdan di yekîtiya ziman de didît, û yekîtiya ziman, bêguman di yekîtiya tipan de ye..Li Afganistanê mêzekin; ji ber pir zimaniya gelên Afganistanê û nebûna zimanekî standard, ku gelên wê tev xwe di bin sîbera wî zimanî de bidin hev, yekîtiya Afganistanî têk diçe..Pakistan jî mîna wê, ji ber pir zimaniya axaftina tê de, biryar stand ku zimanê îngilîzî bibe zimanê fermî ji dewletê re..
 Sebaretî me Kurdan, ne xeme ku Kurd dû celebên tîpan bi kar bînin, dû celeban standard bibînin, wek ku birêz Dara tîne zimên… Lê cihê daxê ye ku celebek li ser hesabê celebekî mezin û girs bibe… Wek ku birêz Qaso di gotara xwe de bi wêrekbûn dipirse û baweriyên xwe li ber xwendevanan radixîne…

   Xuya ye ku mîr Celadet Bedirxan ji berî 74 salan ve, bi tena xwe, bê dewlet û hikûmet, bîra vê rojê dibir û ne divîbû ku di pêşerojan de du alfabêyên standard ji zimanê Kurdî re werin bikaranîn. Dema dibêje : ( yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..)  Hawar, hejmara 10 an sala 1932 an.

  Gelo roja îro, çilmisandin, ne avdana û ne guhdana zimanê kurdî bi tîpên latînî li herêma Kurdistana azad û federal, gunehê kê ye.. ? Gelo gunehê nivîskar û rewşenbîrên Badînan e ku zimanê latînî pêşnaxinin û guh lê nakin an bi wê rola ku ji wan tê xwestin ranabin ..?! Gelo rola rewşenbîr û nivîskarên Soran ji yên Badinan aktivtire û rê nadin wan..?! Çima hikumeta herêma Kurdistanê û rewşenbîrên wê bi çavê ku tê xwestin li birayên xwe di perçeyên din de na nerin yên ku bi latînî dixwînin û dinîvîsînin..?! An tiştin din hene û hêj dem nehatiye ?!

Ev tiştana tev, di vê bîranîna 55 saliya koçkirina mîr Celadet Bedirxan de, gotarê wî (Zilamek û Zimanek), li dor Elyêzer bin Yehûda tîne bîra mirov. Hem jî giringî û dûrdîtina wî; bê çendî di pêşerojan de diponjî û nedivî bû ku kurd têkevin wiha gengeşe û alozî de..Lê sed heyf û mixabin ku Xwedê jê razî Tewfîq Wehbî Beg, di vî warî de, warê standardkirina alfabêya kurdî latînî û belavkirina wî di nav Badînan û Soran de, xwe ji dûv da paş û alîkarî pêre nekir, wek ku mîr Celadet dixwest…Ji bo vê yekê mirov dikare li kovara Hawarê hejmara 10 an sala 1932 an vegere.

   Berî ku ez mijara xwe bi dawî bînim, çav bi gotarê kak Zekî Ozmen xwediyê malpera Celadet.com ketim. Hêjaye ez çend hevokan ji gotara wî, yê ku îro di eynî malperê de hatiye weşandin li dor van yekan ji xwendevanan re raxînim. Birêz Ozmen bi kezebşewatî di vê bîranînê de, vê nûçeya nû belav dike û bibêje: ( Van rojan nûçeyên behsa Windowsa kurdî tên kirin pêrgî mirov tên. Mixabin tikes ne di ferqê de ye û tikes nabêje ku ev Windows wê ne bi alfabeya Celadet afirandî be.

Bêgoman xebata Windowsa kurdî ya di navbera Hikumeta Kurdistanê û Microsoftê de tişteke girîng e lê belê mixabin ev xebat wê ji bo standartkirina zimanê kurdî û standartkirina alfabaya kurdî ti xizmetê neke û ev xebat wê bibe sedem ku hewlên standarkirina zimên û alfabeyê pêrgî zehmetiyên mezintir werin.

 

Erdal Ronahî, ku digel çend hevalên xwe pergala xebatê ya bi navê Linuxê  diwergerîne kurdî, li ser van nûçeyan wisa got:” Ecêb e, hemûkes bi xweşbînî pêşwazî vê xebata Windowsa kurdî dikin lê belê tikes nabêje ku piraniya kurdan wê ji vê Windowsê bêpar bin. Windows wê bi zaravayê soranî be û wê bi alfabeya erebî be…”)

   Di vê kelkela germa temûzê de, di vê bîranîna mîr Celadet Bedirxan de, min gotara wî (Zilamek û Zimanek), li dor vejandina zimanê ibranî û Elyêzer bin Yehûda xwend pêre pêre jî, min ji xwe re got: Mîr Celadet Bedirxan zilamek bû bi karê dewletekê radibû.
   Ziman mîna alê ye, pêwîste zimanekî me yê netewî hebe, em tev li dor kom bibin, pê biaxivin, pê binivîsin û bi gotin û bêjeyên wî zimanî hestên xwe derînin û hez hev bikin…
* Şîn û şad: Min ev herdû gotin bi yek gotinê bikar anîne ( Şînşad ), ango di navbera şîn û şadiyê de. Wek goyina erebî (Elmuteşaeel: المتشائل ).
Konê Reş

Qamişlo 12/07/2006 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…