Celadet Bedirxan

    1. 1- danîna tîpên Latînî bo zimanê Kurdî
    2. 2- govara Hawar
    3. 3- govara Ronahî


Berzo Mehmûd

Rola Bedirxanîyan
●Bedirxanîyan gelek kar û xebat jibo miletê xwe kirine, lewre pêwîste em vê malbatê herdem di bîra xwe de bênin. 
●Yekemîn Rojnama Kurdî bi navê Kurdistan ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan û Evdirehman Bedirxan jimara yekê li Misrê hate belavkirin.
●Pertûkek bi navê (( القضية الكردية ya dektor Bileç Şêrko (( tê naskirin, ku sala 1930 li Misrê hate çapkirin û belavkirin. Nivîserê vê pertûkê Surey Bedirxan bû, birayê mezin yê Celadet bû. Ev prtûk bi zimanê Fransî hatibû nivîsîn, û Mihemed Elî Ewnî wergerande ser zimanê Erebî, ev jî ligor gotina Emer Wecdî Şêxê Rewaqa Kurdan li zanîngeha Ezherê.  

Celadet Bedirxan
●Celadet Bedirxan kurê Emîn Alî Bedirxane, diya wî Çerkesî bû, navê wê Senîhhe bû.  Celadet Bedirxan Di roja 26ê nîsanê sala 1893an  li Stanbolê  hatiye ser rûyê dinyayê. Di roja pazdehê tîrmiha sala 1951ê ji nav me bar kir.    

●Bavê wî mifetiş bû liedliyê li Stanbolê. Pêwendiyên bavê wî bi kurdan re hebûn, wek malbata (Şemdînan, Baban, Cemîl Paşa….. gelekên dîtir.) babil Alî her ku metisî ji Kurdan didît, ew ji welatê wan mişext dikirin da ku nikaribin tevgera kurdîtiyê bikin.

●Celadet li kolêca serbazîyê xwend, paşê di sala 1917an de beşdarî di şerê Cîhanî yê yekem de kir, ew jî di wê demê de efser bû di tîpeke Osmanî de.

●Celadet Bedirxan yek ji zanyarên bêbevil yên miletê Kurde di sedê bîstan de. Celadet, dema tê li ser zanînê radiwestê, ew di wê bîr û baweriyê deye, ku sedema paşketina miletê kurd di hemî aliyên jîn û jiyarê de piranîya wê sedema nezanînêye, lewre bizav û xebata xwe xurt û dijwar dikir bi mebesta  nehêlana nezanînê û belavkirina zanînê. Ji ber vê yekê binemala Bedirxan ji kurdperwerên pêşîne ku bingehek xurt di hîmên netewî de danîne, nemaze di warê vejîna  zimanê kurdî  de. Bedirxaniyan giringî dane ziman neku tenê ziman bo ziman lêbelê armancên wan di babata ziman de ev bûn:
1.  Kurd wek netewe bi cîhanê bidin naskirin, ku zimanekî wî yê taybet heye, û ji zimanên dîtir cudaye.
2.  ziman dane pêş da ku bibê alavê  xwendin û nivîsîn û zanînê
3.  ziman bibê hilgirê dîrok û kelepor û rewşenbîrî û stran û giftûgo û zanist.
Ji ber wilo jî kar kirin jibo danîna bingehên rêzimana zimanê Kurdî, da ku miletekî wek miletê kurd ta wê demê piraniya wan nexwendewar bûn, ne xwendin hebû û ne nivîsîn hebû jibilî xwendina û nivîsîna dersên dînî yên misilmantiyê ku her vê yekê miletê kurd di gelek aliyan de ji warê netewî dûr dixist.

●Celadet ji zanayên kurd yên jêhatî û pispor û şehreza di rewşenbîriya Kurdî de, nemaze zimanvaniya wî wek zimanzanekî  kurd tê jimartin, jibilî wilo jî bikêrhatî û melevan bû di hin zimanên cihanî de, wek Fransî, Elemanî, Rûsî, û yewnanî ku bingehê rewşenbîriya Ewrupîye, li gel zimanên deverê wek Farisî, Tirkî û Erebî. Belgeyên jêhatîbûn û pisporiya Celadet ji nivîsar û gotarên wî di govara Hawar û Ronahî de diyar bû, çi gotarên bi navê wîyê drust, û çi yên bi navên wîyê nedrust. Gotarên wî bi naverokeke zengîn li ber xwendevanan didanî, lewre babetên wî hemelayen dihat, û pênûsa xwe di nav rewşenbîrî û ziman û folklor û dîrok û Cografiya de dida.
Mîr Celadet ligor şehrezabûna xwe di zimanên Rojhilata navîn û yên Rojavayê, weha dibînê ku zimanê Kurdî wek zimanekî Hindû-Ewrupî bi tîpên Erebî bi hesanî nayê nivîsîn, bo nimûne rewşenbîrên Iraqê ta niha nikarin beramberî dengê (i)ya Celadet – di peyvek wek (kirin) de – bi tîpeke Erebî binivîsin, û ji ber wilo jî xwendina hin peyv carna bi drustî nayê naskirin, wek çemk/çemik. Lewre, ya baş ewe ku Kurdî bi tîpên Latînî werê nivîsîn. Zimanzanê hêja Celadet Bedirxan elfebêya Latînî anî meydanê, û di rêya belavkirina govarên «Hawar, Ronahî, Stêr, û Roja Nû» û di riya kitêb û pertûkan re zimanê Kurdî di nav miletê Kurd de çespand.

Govara Hawar
Damezrandina govara Hawarê bû damezrandina qonaxeke nû di xwendin û nivîsînê bi zimanê Kurdî, nemaze li Sûrî û li Tirkî.   Jimara pêşî di 15. 5. 1932 hate belavkirin. Ev govara bi zimanê Kurdî û hin rûpel bi zimanê Fransî bûn. Ji jimara yekê ta bîst û sêya bi herdû tîpên latînî û Erebî dihat belavkirin. Belê ji jimara 24an ta dawî ku jimara 57an bû bi tîpên latînî tenê dihate nivîsîn. Jimara rûpelên wê nêzîkî 16 rûpelan bû. Lê Hawar di jiyana xwe de wa dixuyê jimar hemî bi berdewamî dernediçû, wek:
 Jimara 26an di 18ê Tebaxa sala 1935an derket.
Jimara 27an di 15ê Nîsana sala 1941ê derket.
Lêbelê jimara dawî ya 57an di 15. 8. 1943 hate belavkirin.

Govara Ronahî
Jimara pêşî ji vê govarê yekê nîsana sala 1942an belav bû, û jimara dawî ku ya 28an bû di Adara sala 1945 an de belav bû. Ev govar heyvane bû, lê jimarên dawî ji heyvaneyî ketin. Naveroka vê govarê nûçeyên şerê Cîhanî yê duwem têde bûn, herweha gelek gotarên civakî û ramyarî û wêjeyî û folklorî têde belav dibûn. Jimara rûpelên wê 24 bûn. Hêjay gotinêye jî ku gelek wêneyên spehî têde diyar dibûn, ku vê jî rewşek xweşik dida xemla govarê.

Ev herdû govarên hêja ku bûne hêzek û navtêdanek ji Kurdên Sûrîyê re da ku bi zimanê xwe bixwênin û binivîsin, pêşxistinek di hestê netewayetî û hişyarbûna kurdayetî de li nik an drust kir.

Roja Nû
Min govara  Hawar bi şêweya orîcînal dîtiye, lê min ya Ronahî wek wêne dît, li Ewrupa hatibû çapkirin û belavkirin.  Govara Roja Nû ta niha ez nave wê dibihîzim, lê min ew nedîtiye. Roja Nû di bin serperiştiya Kamîran Bedirxan dihate belavkirin.     
 
Di aliyê rojnamegerî de Celadet nivîsarên xwe û berhemên xwe bi gelek navên cuda belav dikirin, wek:
Celadet Alî Bedirxan, Herekol Azîzan, Bavê Cimşîd, Bavê Cimşîd û Sînemxanê, Xwediyê Hawarê, Hawar, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Ronahî , govara Ronahî.

Jimarek ji pertûkan Celadet:
1. Rêzimana Elfebêya min
2. Rûpelên Elfebayê
3. Bîşiya Pêxember bi kurdiya dumilî
4. Namek ji Mistefa Kemal paşa re
5. Ji mesela Kurdistanê
6. Grammer Kurd, ( rêzimana Kurdî bi zimanê Fransî) 1943
7. Grammer kurde 1970
8. Ferhenga Kurdî Fransî ya destnivîs.

●Kebaniya wî, Rewşen Bedirxan behsa hin pendên kurdî dikiri ku herdem li ser zimanê wî bûn, ew jî ev bûn:
1.  Dinya guleke, bêhnke, û bide hevalê xwe.
2.  Şêr şêre, çi jine, çi mêre.
3.  Şer ji bêkariyê çêtire.
Encam:
1. Ez wa bawer dikim ku xortên Kurd, nemaze nifşên xwendevan pêwîste xwe fêrî rêbaza Celadet bikin. Ne tenê em vê helkeftinê bînin bîra xwe, ya pêwîst ewe ku ew dîwarê ku Celadet bingeh jêre daniye bilindtir bibê. Ev bilindî jî eger ne li ser milê zana xwendevanan bê, dîwar wê bikevê. 
2. Pêwîst ewe em qîmet û behamendîyê bidin mirovên xweyên zana û pispor û serkêş, lê nabê em bi koratî li berhemên çûyî bigerin bê ku em wan nerîn û yasayan kûrtir bikin, û pêşketîtir bikin. Eger me nerînên nû jî dan, eger me şaşî jî di nivîserên wan de dîtin û me ew şaşî da xuya kirin, ev karê han ji qîmet û qedrê van mirovên hêja kêm nakê. Ji ber ku berhem bi xwe di pêvajoyeke dîrokî de xwe pêşkêş kiriye. Lewre her berhem pêwîste di pêvajoya dîrokê de lê werê meyze kirin, ango nabê em yasayên îro li nivîserên berê bikin, her demek, her civatek kirasê wê heye.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…