Kampanya 100 hezar imze dest pê kir

Bo pejirandina fermî a zimanê kurdî li Sûriyê
 

Ji 1 adarê ve kampanya berhevkirina 100 hezar imze dest pê dike. Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve dê van imzeyan li gel belgenameyekê derbarê çewisandina çand û zimanê kurdî li Sûriyê bigihîne dezgehên navnetewî, bi tayebtî jî UNESCO. Kesê/a ku bi imzeya xwe beşdarî vê kampanyayê dibe, dengê xwe bo pejirandina fermî a zimanê kurdî li Sûriyê dide. Ew bi imzeya xwe re doza serbestkirina axaftin, fêrkirin û fêrbûna zimanê kurdî li Sûriyê dike.

Zimanê me hilgirê serekî yê nasnameya me û çepera pêşî ya berevaniya giyanê me yê netewî ye.

Ji bo em nasnameya xwe biparêzin û giyanê me ê netewî têk neçe, beşdarî vê kampanyayê bibin.

Tu bi parastina zimanê xwe, pêşeroja xwe û neteweya xwe diparêzî.

Dengê xwe bide bo parastina peyva kurdî, beşdarî kampanya 100 hezar imze bibe.

Agahdariyên giring

I. JI BO KES Û DEZGEHÊN KU LI HUNDIRÊ SÛRIYÊ NE

Kes û dezgehên ku li Sûriyê ne, dikarin forma berhevkirina imzeyan ji malpera rojava.net çap bikin. Eger hûn li Sûriyê dijîn û hûn dixwazin bi vê kampanyayê re alîkar bin, ji kerema xwe re di rêya e-mail an jî telefonê têkiliyê bi me re bikin.

II. JI BO KES Û DEZGEHÊN LI DERVE

Kes û dezgehên ku li dervî Sûriyê ne û dixwazin beşdarî kampanyayê bibin, bila ji kerema xwe re têkiliyê bi me re bikin û navnîşana xwe ji me re bişînin da em forma berhevkirina imzeyan di rêya postê re ji wan re bişînin.

Kî dikare imze bike?
– Hemû kesên ku temenê wan ji 18 salan û bi jor ve ye dikarin imze bikin û beşdarî kampanyayê bibin

Navê xwe çawa binivîsim?
– Mirov tenê bi navê xwe ê rastî dikare beşdar bibe. Navên hunerî û civakî nayên qebûl kirin. Bi navê xwe ê ku di nasname an passporta te de ye imze bike.

Bi çi zimanî binivîsim?
– Ya herî baş ew e ku tu agehdariyên tên xwestin bi tîpên latînî binvîsî. Kesên ku nizanin bixwînin û binvîsin, dikarin li şûna imzeyê pêça xwe li ser kaxetê bixin.

Forma berhevkirina imzeyan çawa dagirim?
Van hersê cihan dagire
1. NAME: Li vir nav û paşnavê xwe binvîse
2. STATE AND CITY: Li vir navê dewlet û bajarê ku tu niha lê dijî binvîse
3. SIGNATURE: Li vir imze bike

Agehdariyek taybet bo kes û dezgehên ku pişikdariyê di berhevkirina imzeyan dikin:

Ji kerema xwe re li jêra forma berhevkirinê, li cihê ku “Kes an dezgeha berhevkirina imzeyan” hatiye nivîsîn, navê xwe an ê dezgeha xwe (komele) ligel navnîşan, e-mail û nemra telefona xwe/ dezgeha xwe binvîse.

Ji bo têkiliyê

Navnîşan:
C/O: Raşid Hesso
Dwobergerstr. 11
27753 Delmenhorst –Germany

Telefon:
+49 (0) 511 21 33 713
+49 (0) 160 937 18 876
+49 (0) 162 722 83 15

E-mail:
hevgirtin@rojava.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...