Zinar Mistefa
Ew bi xwe , gelek zor û xurt e
Çavê wî , ji melkemot naşike
Sehwa wî, di dilê her mêrî de ye
Ji Cûdi yê miradan heta Şingalê
Bin hikmê vî Paşa yê mêrxas de ye
Keleş , birayê Paşê ye
Ew jî , mêrekî taze ye
Lê belê, xûngermî pêre heye
Paşa, bi Keleş ve dimîne
Her û her, şîretan lê dike
Dixwaze ku; bêhin fereh û giran be
Boyî; qedrê wî nav êlê de hebe
Rojekê ji rojan , Egîd Paşa û xulamên xwe diçin nêçîrê. Hengî, hol ji Keleş re vala dibe. Wê seetê; ewî dixwest axatiya xwe li xelkê bike. Lewma , ew bi lez çû nava gund . Tivinga wî li mila ye , şûr jî simbêlên wî nabirin . Keleş rabû zirt û mirt li xortan kirin , bi pîrekan de kire qir-qir .
Yekê ji wan pîrekên zimandirêj got: “Xuya dike îro ne roja xêrê ye, ku Keleş li me bûye axa?!”. Wê kêlîkê , eskerek ji qereqolê peya dibe gund, qene ji xwe re tişt û miştan ji gundiyan bistîne – Ew rêzeke nik eskeran ,roj naçe, ku du ..sê caran newne gundê parsê .
Bi rê de, Keleş li yê esker rast hat . Çawa zirt li xelkê dikirin , jê re jî got : Tu çi dikî li vir ? Zû vegere qereqola xwe!
Lê yê esker guh neda Keleş , û xwest bi rêya xwe de here .
Keleş enirî , rabû bi zirt hamberî wî sekinî, û ne hişt ku ew gaveke dî bavêje pêş .
Hiş di serê yê esker de nema .Wî bi hêrs xwe avête Keleş û got:” Se kurê sê, tu yê min bisekinînî ?! ezê neletê li bavê te bînim” .
Herduwan da ber hev , bû xire cira wan , ji nişka ve, teqênîk ji tifinga Keleş ve hat . Eskerê Tirk bû cendek.
Weke ku Keleş ji xwenekê şiyar bibe: wî li ber xwe nihêrt ku çi bibîne; Eskerekî nehîte , nav xûnê de gavaztiye . Keleş şelişî . Ji tirsa , ling bin de lerizîn.Wî îde hew karîbû xwe şipya bigre. Hingî , wî naskir ku meselet xirabe .
Ew bû rojeke rêş li gund: Esker û cendirmeyên hikûmetê hawîrdorî gund girtin , qene kes ji wir ne reve .
Wan hovan gundî li bênderan dane hev. Li wan xistin heta ku laşên wan şîn
û reş kirin . Bore..borên zarokan û qîre-qîrên pîrekan digihane ezmanê heftan , lê tu kesî nikarîbû wan eskeran bisekinîne . Bin lêdanê de , du pîrekên avis beravêtî kirin , û mêrê mirinê Keleş bi xwe re birin .
Êvarkî , Egîd Paşa giha gund . Ji medê xelkê û rewşa wan , wî naskir ku bûyerin li pey çûna wî qewimîne. Paşê rabû bakir . Go: Çi hatiye serê we lawo?! Kê hûn talan kirine?.
Qumrî bi girî hate pêşiya mêrê xwe û go : Paşayê min! îro bêtareke mezin hate serê me. Birayê te Keleş dinya li hev xist . Carê min digote te: “ew mirovekî bê cir û sergerme . Ewî yek ji wan eskerên qereqolê kuşt . Vêce Paşa , tiştê esker anî serê me , newê serê gawiran . Wan hovan xelk pelixandin û Keleş bi xwe re birin”
(Qumrî, serokatiya êlê di pey Paşê re ji kurê xwe re dixwest . Ji lewma, wê hêncet li Keleş derdixistin : ku serokatî ne gihiyê de . Vêcarê, hênceteke xurt ketiye destên wê de.)
Qehreke zor Paşê girt, hinga gotinên Qumrî bihîstin . Ewî îde hew karîbû tev bilebite, çikû belayên wesa ticaran nehatibûn sera. Vê carê , dirdê wî giran e : Ji alîkî ve , serê Keleş di xeterê de ye .Ji aliyê dîtir ve, êla wî êşehaye. Ji alîyê sisiyan ve, têkilyên wî bi hikûmetê re ne xweş dibin .
Bêhnek di wê navê re çû . Paşa hate ser hişê xwe . Mêrik rabû da xwe.Mezinên êlê li koçkê civandin. Herkesî cihê xwe girt , xulamê wî Elo li bin çengê wî ye. Paşa şêwrên xwe pê re dike û tiştekî jê naveşêre , çikû ew zilamê wî yê pêşiye.
Paşê bi dengekî nebilind bakir . Go: Gelî mirovan! ka em çi bikin?
Îro ew gelekî hewceyî wa ye -di rojên teng de ,êl li ser hevdu nade). )
Tevan bi hev re ,bi dengekî gotin: Ji şêr pê ve tiştek nine ezbenî .
Elo li wir, xwe xiste nav şitexaliyê de .Rol bi xwe ya wî ye, gerek tiştekî jîr bibêje . Elo pircaran bi wê rolê rabiwe . Ewî rabû cihê xwe xweş kir û berê xwe da Paşê û got : Ezbenî !, li ber me rêyeke tenê heye .
Paşê bê sebir jê pirşî .Go:
Elî! , ka ti ji me re bibêje , ew çi rêye loo?.
Bersiva Elo herbî bû . Wî gote Paşê :Ez xulam! .Emê êrîşî qereqolê bikin . Eskerekî… didowan êxsîr bikin. Dûvre ,Keleş bi wan re biguherin .
Gotinên Elo ne xweş ketne serê Paşê de . Wî îde hew zanîbû çi bike.
Hingî ,ji nav şekalan ve, dengekî zirav dihat .Digot:” Paşê na… Paşa na ne wilo ye , ne raste …”
Bê hemdê xwe, Paşê bi wê ve nihêrt .Wî dît ku ;Heso Qofo rabiwe ser xwe , şipya dibake.
(Heso Qofo bi xwe :zilamekî kinik e ,pişta wî bel e ,ti qirik pê ve nine ,ew tevde mevde komikek hestû we. Ew Qofê perîşan li gund tineye .Û tev bi çavekî piçûk lê dinhêrin .Lê Heso Qofo di xwe de ,ne weke xwe ye .Ew xwe ji gelekan zanetir dibîne.)
Çavên Paşê mane li ser Qofo ._ Diyar bû ku Paşa wê se””””””””etê amadeye ne tenê ji maqûlan bibihîze , çikû serê Keleş di xeterê de ye .
Heso Qofo xwe negirt , rabû careke dî bakir. go: “Begê min! .Em nikarine hikûmetê .Hêza me ne li qayî ya wê ye .Ew dewlete ,mezine .Lê em tevde .. mevde êlek in ,ma emê karibin çi hamberî hikûmetê bikin ?!. Vêce ,heke ti biya min bikî ? Îro ne roja zorê ye . Me bi xwe dît zorê çi anî sere me . Ez xulam, zêr zane , Paşa zêr zane… zêr!
Gava Paşê ew gotinên qelew ji zilamokê Qof bihîstin,ew di cihê xwe de cemidî ma .Zilamên maqûl dangên xwe li Qofê reben kirin.Yekî ji wan ,jê re got :” bikewite Qofê pîs. Ti çiyî, heta ku ti biştexilî?!”.
Lê Paşê dêhna xwe dayê de ku meseleta Qofo kûr e ,û hişî wî dûr kişandiye. Ewî rabû dengê xwe li tevan kir û ji Qofo xwest ku ya di serê xwe de bibêje.
Qofo gote Paşê :” Ez xulam! , ku te dabane min (2) hezar zêrên zer û du dewarên hespî?. Minê sibe jî ,berê xwe bidane (Wilayetê) ,birayê te Keleş ,sip û sax vegerandibane mal.”
Bi wan gotinan ,koçik hemû kenî . Ji Paşê re gotin:” Biya wî neke ezbenî .Ew mirovekî biyanî ye ,bext jê re nîne ,bila te nexapîne.”
(Heso Qofo bi xwe, mirovekî xûnî bû .Ji neçarî ,wî xwe li êla Paşê girtibû.)
Egîd Paşa heyirî ma .Ji ber ku, avêtina gaveke wesa ne hesanî bû. Hezar carî divîbû ku Paşa bifikire ,beriya sitandina biryareke wilo giring. Lê Paşê di dilê xwe de digot:” îro dinya li ser serê min geraye .Divêt ku ez tiştekî ji birayê xwe re bikim ,zû ne dereng , beriya ku wî daleqînin” .
Ji nişka ve ,Paşê ji Qofo pirsî .Go:”Ma tu yê çi bikî destên min de ? Tu bi xwe zilamekî perîşan î û halête nîn e .Çilo wê baweriya min bi te bê?!”
Bersiva Qofo li ser devê wî bû .Wî ji Paşê re got :” Ez xulam! , kebanî û zarokên min li ber destên te ne . Ku ne vegerim ? tu dikarî serê wan tevan bifirînî .Û tu xweş dizanî: ku ez zarokên xwe ticaran nadim bi zêran.”
Roja dîtir, Paşê zêr teslîmî Qofo kirin .xulaman jî ,herdu mehîn anîne mala wî.
Tivinga wî li mila , Qofo xatir ji maliyên xwe xwestin û bi rê ket.
(Lê ma vêce kê bawer dikir , ku Qofo karibe rojekê ji rojan , Keleş sax silamet vegerîne mal ?! . Xelkê digot : Ew mirovekî biyanî ye ,Îde hew vedigere .Ma hingê wê Paşa çi bi zarokên wî bike?.)
Heso Qofo qûnaxa du rojan siwar çû heta ku giha(Wilayetê) .Li wir ,( Walî) û (hakim) rûdinin .
Bellî bû ku Qofo ne hesanî bû .Wê dizanîbû ku bi zêran dikare gelek karan pêk bîne .” Ji xwe her kes nikare xwe li ber zêran bigre ,weheye ku Walî jî bextê bifiroşe ,çima na? ,ma ne zêr malmîrata şêrîn in”.
Piştî wê rêya dûv – dirêj ,Qofo xwe li xanekê li bajêr rehet kir .Roja dîtir ,ew ji xwe re xebitî .Çû ji camêran pirsî ;ka çawa wê bigihê cem walî . Ne kurd dibêjin ;”Mirov bi pirsê digihe Xursê” .Helbet hebûn yên ku rê û rêbiwaran şanî wî bidin ,ma ne her tişt bi heqê xwe ye?
Bi zanîn û zêrên xwe ,Qofo giha nik Walî .Wextê ku kîsikên zêran danîne ber , medê Walî gur û geş bû û pê re pê re beşişî û got:”Ez dizanim ku hinek ji eskerên me neheqiyan li xelkê dikin .Di vê bûyerê de ,Keleş ne gunehkare . Xem nîne ,hûn rabin herin ,ezê hakim bibînim. Berîka hakim jî mişt bûbû zêr . Wî jî bextê xwe xira kir -rabû bi mêzîna xêr û gunehan layist ,hingî wî efwa Keleş dirxist- .
Halo, Qofo Keleş da berdan .Herdu siwar hatin heta gihane nêzîkî gund .Li deverekê ji wan ,Qofo Keleş hişt ,qene here binhêre ka çi heye li gund. Li koçkê, xelk lê gihane hev .Elo jê re got: Belê ezbenî ,ew Qofkên weke tene , yên ku Keleş vedgerînin mal?! .
Heso Qofo pê kenî
Rabû çû Keleş anî
Hingî ,her kes li wir matmayî ma
Giştî ku Paşa ji keyfa firî
Paşê rabû berda Elo
Li şûna wî ,Qofê şehreza danî .