Pêvajoya tevgera kurdî di dîrokê de

Narîn Metînî

Tevgera kurdî li Sûriyê, tevgereke sêyasî û çandî û civakî ye, hate damezirandin bi navê ( Partiya dimoqrat a kurdistanî ) yako ava bû li ser bîrweriyeke kurdistanî, ango hêza pêşî ji tevgera kurdî re hatiye damezirandin, ta beranberî sîstema sitemkar bisekine û bang bike dijî rijîma karbidest a xweser, dako doza mafên xwe bike û hebûna xwe di jiyanê de bixwaze.
Lewma jî, ji xewna kurdistanê hatî afirandin, li cem kurdan û mûmên zayînê vêxistin û sirûda Ey reqîb xwendina, wisa rahiştin peyama gelê xwe û bûn dengê kurdayetiyê.

Bi vî awayî karkirin û xebitîn, di wan şevê reş û tarî de, şevbûhêrkên rengînî li darxistin, newroza xwe pîroz kirin, wiha partiya dimoqrat bû pêşkêşê gelê kurd û rola xwe stand ji hemû aliyan de, çi sêyasî û çandeyî û çi jî civakî, jo bo gelê kurd heşiyar be û dîroka xwe bixwîne û bizanibe û xebata xwe jî binase, her wisa jî, tevgera kurdî mezin bû, li ser pirensîbên netewî û pêşketî, li himber karbidestên Sûriyê yên her zordarî li gelê kurd e dikirin, herwekî jî zinara erebî û jimartina awarte ya şêst û dudwan pêkanîn û gelek cûreyên din jî ji sitemkariyê weke şerî ahengan û qedexekirina wan û girtin, talan û erebkirin, her ev proje berdewam bûn.

 Pêre rijîmê rola xwe di nav partiyê de dilîst, nemaze bîrweriyeke gundîtî peyda dibû û partî, kirin deh partî û heta vê demê hêzên kurdan zêde dibin û her dem jî bi xwe biliyane…li berjewendiyên xwe digerin, êşa ezîtiyê di nav wan de bela bûye û rasteqînî winda ye, gelê kurd şepreze bûye û bawermendiya wan nemaye, lê her zagon û yasayên rijîmê berdewamin, çi li ser gelê kurd bi giştî û çi di navbera patiyan de, helbet ev encam di şerê xwebixwetiyê diyar dibe, ku sedemên xerabe jê re dibînim û ji hev cuda dibin û gel ji wan dûr dikeve.

Bi vî awayî tevgera kurdî nikare gevergirî bibe bi gelê kurd re û maye di helkeya xwe de û naxwaze jê derkeve, tev wisa jî, lê belê gelê kurd beregiriyek ji jiyana xwe bi destxist, perda tirsê şikand û ji ber çavên xwe hiland û berxwedanê dike û li pêşketinê digere û azadiya xwe dixwaze, lê belê weke em dizanin ku roja guhertinê hatiye, an nêzîk dibe û di çirisîne li cîhanê û em ketine ser dema lez de, wisa pirsa herî mezin eve, gelo wê kengî tevgera kurdî bighêje hev û ava bibe ? gelo wê kengî bide pêşiya gelê kurd û li dergehê azadiyê bitikîne, ango divêt nerîna biratiyê û hevparyê bingeha bîrweriya me be, weke ku Barzanî dibêje: Ez ne serokê tu kêsimî û ez naxwazim serokbim, dixwazim birayê webim, dako em hemû bibin bira û alîkariya gelê kurd bikin û hêviya min ji we ku destê we yek be û dilê we yek be, ta yekîtiya we di xizmeta gelê kurd bibe.

———-

Ji rojnama pêşereoj , hijmar 8
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…