DUHOK PIRA REWŞENBÎRÎ YA KURDÎ YE


Hesen Silêvanî

 

ÊKETIYA NIVISKARÊN KURD_DUHOK

Li rojên 8-9-10/11/2006 li hola Xanî li zankoya Dihokê li jêr çavdêriya parêzgarê Dihok birêz Temer Remezan diwem fistîvalê rewşenbîrî pêk tê..

Ji herçar parçên kurdistanê û ji ewropa, gorcistanê û Îmarata Erebî nivîskar û rewşenbîrên kurd  û çend nivîskar û rewşenbîrên Ereb ji Bexda û Mûsil pişikdariya evê fistîvalê dibin..
Fisteval dê li ser rewşa zimanê kurdî  raweste, û çend simînarên hizrî û rexneyî jî ji layê sehrezayan ve tên pêşkêşkirin , her wisa çîroknivîsên kurd dê li ser  rewşa çîrokê , û hinek wê li ser serbora xwe ya çîrokê û romanê baxivin, ji bili 3 şeven taybet bi helbesta kurdî, ko nezikî 25 helbestvanên kurd dê nimonên berhemê xwe yê nû dê bxwînin ..çend dezgehşn rewşenbîrî jî hatine vexwendin mina ;
Enistitûya kurdî li Stanbol
Enistitûya kurdî li Berlîn
Komela nivîskarên kurd li Amed
Komela nivîskarên kurd li Swêd
Navenda Pena kurd li Almaniya
Hevgirtina rewşenbîrên kurd yên rojava li derve
Weşanxana Duz u Avesta li stanbul
Hejiye bejin  pesangeha wesanen eketiya niviskaren kurd ko gehaye 102 pirtokan de hete vekirin.
 Niviskaren vexwendî de seredana avahiyê nû ye niviskaran din yê    ko bi harikariya hukmeta kurdistanê hatî bi cihanîn li ser  5500metren erdî bi rengekî endaziyê û lekdayî ye..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…