Xizan Şîlan
bi mijgulên xwe
xwidana eniya min
vemalîne
hestên min
di bêdengiya xwe de
koçber in
li şevereşan
rondikên xeman
diniqutin
hembêza bêxewiya min
xêrnexwezan
ax û nalîn
li qolinca xewnan
siwar kirin
dilop dilop keda min
mijandin
axa bedenê diheje!!
li germa havînan
ciwanî dîl girtin
min
êş û tirsa dilê xwe
kedî kir
li biharan
gula Gulpik çilmisandin
li berbangan
çûkên beytik
hevparên sirên êşa min in
carnan
peşkên barana sibê
ji rûyê min xemgîniyê
difirîne
bêhna yasemînan
li giyanê min direşîne
carnan
ewrên tarî xwe dispêrin
ber deriyê qefesê
bêhn li min diçike
peyv nîvco dimînin
hevok diqurmiçin
helbest
di gewriya pênûsê de
difetise
pênûs jî
di êşa helbestê de
dilerize
çavbirçî û binaran
kîn û nefret
di dûmanê cixara min de
meyandin
sebir bû gule di devê lûle de
rojan
ez mişextî tenêtiya şevê
kirim
çingîna bayê reş
di guhên min de dinalê
giyanê min
bi lapûşkên hovan
tê naperûçkirin
ez
kaptanê keştiya deryaya
ramanên bêbinî me
li nav çar dîwaran
bi neynokên dilê xwe
hêviyan dikolim
gewra min
ji lehiya bedewiya awirên xwe
qultek av bide
lêvên min yên ziwa
2006-07-04
Stockholm
Stockholm