Ezbenî M.Ciwamêr!bi dara zorê zimanê kurdî nabe yek! Tikaye aramke,aramke!

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Di vê dema dawiyê de, di mehên 10,11,sala 2006an de Ronakbîrê Kurd û nivîskarê jîr Muhsin Ciwamêr çend gotar di bin van navnîşanan de di derbarê zimanê kurdî, di malpera Rojava.net de weşandine.
1-“Ma rast e, ku perlemana Kurdistanê zimanê kurdî yê hevbeş çespandiye? “2-“zimanê kurdî yek e.”3-“Xwendina  xwendekarên Kurd li zanîngehên Kurdistanê weke dareke berhemdar e “4-Divê kurdkirina Kurdên Turkiyê dest pêbike, bi bûneya lidarxistna komgirê: Duhok pira rewşenbîriya kurdî ye” .Lê birêz M.Ciwamêr  hîn dibêje; min  pêşda mîna  rêrastkirin û amedebûnekê ji van gotarên xwe re, nameyek di derbarê zimên de ji serokê herêma Kurdistanê birêz kek Mesud Berzanî re şandi bû. Em li vir dixwazin bi awayeke giştî li ser nama wî ji serokê Kurdistanê û li nik gotarên wî rawestin.M.Ciwamêr ji serok Mesud Berzanî re di namê de bi kurtî weha dinivise;  “Biryarwergirtina Xwendina pir zaravan li dibistanan cihê metirsiyê ye, eger ku kîjan zarava bibe ya sereke, eva ne giring e, ya giringtir ew e, ku em li ser zaravekî rawestin, û kî bi kîjan zaravî pir dipeyvin, ew jî ne giring e, tenê em weha kanin yekitiya xwe ya netewî ta roja qiyametê biparêzin.” , herweha ew hîn ji serokê Kurdistanê re  wisa dinivîse;”Eger dîkteturiyet di her tiştekî de guneh be, lê ewa (dîkteturiyet)di ferzkirina zaraveke taybet ji bo yekbûna zimên û wêje rindî û qenciyek e û her rindiyek bi deh  rindiyan e.”
Di nirîna me de M.Ciwamêr di warê ramana netewî de wek bîrdoz û têorî tiştek nû negotiye, her siyasetmedarek, her welatparêzek, her zimanzanek dizane, ku her miletek pêwîst e bi zimanekî tenê û ne bi du zaravên bingehîn û bi çend zaravokên din bixûne, hebûna pir zaravan di zimanekî de jî yasayeke xwezayî ye û zanistiya zimanewaniyê vê rudawa sirûştî bi sanahî dipejrîne.Lê di dîroka pêşketina zimanan de diyar bû ye, ku pir zaravan alîkariyên hev kirine, ewanan bi hev re hevkêşî kirine, lewra di zimanê kurdî de jî, diviya bû ji zû de hemû zaravên zindî ango bi kêmanî yên ku, bi wanan tên nivisîn bi hev re hevkêşî kiribana.Lê mixabin wêneya zimanê kurdî ji ber pir sedemên siyasî, erdnîgarî û siyaseta dabeşkirinê ne cihê dilşadiyê ye. Piştî ku piraniya gelê Kurd ola îslamî pejirand, ewî jî tîpên erebî, tipên zimanê pirtûka pîroz wek pir miletên din mîna Farisan ,Turkan û hin din ji xwe re pejirandin. Wek me li jor gotiye; di pêvajoka dîrokê de zaravên kurdî jî peyda bûn, û her zaravek li gor rewşa xwe pêşda çûye, lê niha piraniya gelê Kurd bi zaravê kurmancîya Bakur (kurmancî ) dipeyvin û dinivîsînin(Kurdistana Bakur bi piraniya xwe ango li derdora 20 milyonan ), (Kurdistana Rojava li derdora sê milyonan) (Li Kurdisatan Rojhilat dîsan bi melyonan), (li Kurdistana Başur jî ne kêmtirî du sê milyonan in ). Gelê Kurd di dîrokê de bi zimanê kurdî bi zaravê kurmancî, ya ku nîzîk ya zaravê niha dipeyvî û bi dehan helbestvanên Kurd yên kevneşopî bi vî zaravî berhemên xwe raberî gelê Kurd kirin û wêjeya gelê Kurd xwe bi wan berheman serbilind dibîne. Mîr Miqdad Medeht Bêg yekemîn rojnama kurdî “Kurdistan ” bi zaravê kurmanciya Bakur di 22.04.1898 an de li paytexta Misirê weşand, û di pişt re ango di destpêka sedsala 20 an de pir kovar û weşanên kurdî bi zaravê kurmancî li Turkiyê, Sûriyê, Libnanê û li Kurdistana Îraqê derçûn. Dêmek zaravê kurmancî jî wek zaravê soranî, di bin siya rewşa zordestiyê de serê xwe netewand ,ewî ji bo berdewamiya jiyana xwe bi pîdarî berxwedan kiriye. Di salên sî û çeliyan de Mîr Celadet Bedirxan wek zimazanekî nasdar, (ewî ji bilî zimanê dayika xwe bi heyşt zimanên din biyanî(Almanî,firansî,êngilîzî,erebî,turkî, farisî, rusî û yonanî   û pir zaravên kurdî zanî bûn), ewî  pirojeya çespandina Alfebaya latînî û rêzimana kurdî li ser bingeheke zanistî û zimanewaniyê amede kiri bû, di pişt re ewî zanyar û zimanzanê mezin Tewfîq Wehbî ji Kurdistana Başur(soranaxêv)  vexwendî cem xwe kir û Mîr Celadet Bedirxan reşpela pirojeya Alfebaya zimanê kurdî li ser bingeha tîpên latînî û rêzimana kurdî pêşkêşî Tewfîq Wehbî kir, û ewan herduyan bi hev re guftegoyên vekirî  li ser vê  pirojeya nû kirin,Tewfîq Wehbî razemendiya xwe li ser vê Alfebayê û rêzimanê li nik Celadet Bedirxan dabû xûyakirin, ewî bi Celadet re goti bû, ezê vê pirojeyê bi xwe re bibim Kurdistana Başur û paşê ezê te agahdar bikim.Tewfîq Wehbî vedigere Kurdistana Başur  û Mîr Celadet Bedirxan demek dirêj çavnêriya bersiva Tewfîq Wehbî dikir, lê mixabin ewî bersiva xwe ne bi erênî û ne jî bi neyênî ji Mîr Celadet Bedirxan re şandi bû. M.C.Bedirxan neçar dibe vê Alfebaya latînî û li gel rêzimana zimanê kurdî di hejmarên kovara Hawrê de diweşîne.Ji wê demê de nivîskar û rewşenbîrên Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojava berhemên xwe bi kurdî latînî û li ser bingeha rêzimana M.C.Bedirxan dinivisînin.Dîsan pêwîst e em li vir di derbarê rêzimanê kurdî û Alfebaya latînî de zimanzan Reşîtê Kurd(Kurdistana Rojava) û zimanzanê mezin prof.Qenatê Kurdo( Sovyetistana berê ) jî bi bîr hûnin û rolên wan di pêşvebirina ziman û rêzimanê kurdî (kurmancî ) de gelek balkêş in.Dêmek di vê demên  60-70 salên dawiyê de, zimanê kurdî (kurmancî  bi tîpên latînî jî ) bi kêmasî li du beşên Kurdistanê gelek pêşda çûye, ewa ne tenê zimanê devkî  ma ye, lê bi sedan pirtûk, kovar û rojname,û li van çend salên dawiyê jî têlviziyon û malperên intêrnêt hatin û hîn tên weşandin.Bi sedan nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên Kurd bi zaravê Kurmancî bi tîpên latînî peyda bûne, û hin berhemên wan jî ji bo zimanên biyaniyan jî hatine û hîn jî tên wergerandin.Lê eger em hîn li ser rewşa zimanê kurdî (kurmancî bi tîpên erebî )li Kurdistana Başûr rawestin, emê baş bibînin, ku çawa li navçeya Behdînan zaravê Kurmancî bi tîpên erebî jî pêşketiye, navên pir nivîskar û zanyarên navçeya Behdînan di dîroka wêjeya kurdî de li rex nivîskar û zanyarên zaravê soranî gelek geş û nasdar in.Em dixwzin texmîn bikin, ku aghadarî li nik M.Ciwamêr di derbarê zimanê kurdî de û bi taybetî di derbarê zimanê kurdî (zaravê kurmancî ) de gelek kêm in, em guman dikin, ku ewî tu carî berhemek kurdî latînî nexwendiye, ewî pirtûkxana kurdî (kurmancî ) baş nedîtiye, em dibêjin eger wî ev samanên zimanewanî, wêjeyî û zanyarî dîtîba, belkî ewî nikanînba weha weke li jor hatiye ji serokê Kurdistanê re binivîsanda. Dîsan M.Ciwamêr di nama xwe de weha dinivîse;” Mebesta me ne ew e, ku em zaravên din di zimanê kurdî de jibîr bikin, an jî em naxwazin giringiyê bidin wan zaravên kurdî, lê zaravên kurdî her dimînin û ewanan kêrhatî ne, mirov dikane sudan ji wan zaravan wergre û hergîz bi wanan jî zimanê fermî dewlemend bike…lê eva ne netê vê wateyê, ku mirov hin rewşên awerte û taybet li hin herêman nebîne, divê mirov raweste ta ku mercên objêktîv li wir jî werin dîtin, lê dîsan divê mirov ji zimanê hevbeş û fermî re pabend (multezim ) be, û herwisa jî pêwîst e pisporên jêhatî werin amedekirin, ta ku ewanan zimanê fermî li seranserî welêt bidin fêrkirin.” Em li vir pir bi kurtebirî ji M.Ciwamêr dipirsin, dê çawa Kurdên soranaxiv sudê ji zaravê kurmancî bigrin, gava ku bi wî zaravî neyê nivîsîn û neyê xwendin, û ew zarav bi awakî fermî di dezgeyên dewletê de neyê naskirin ?????. Ji ber ku em li gor pêşiniyên raborde û îroyîn çak dizanin, tevî ku zimanê kurdî (zaravê kurmancî ) mîna me li jor jî gotiye; gelek dewlemend bû ye, lê mixabin birayên me soranaxiv sud ji zaravê kurmancaxiv wernegirtine, berevajayê vê yekê, kurmanaxêv gelek bi hezkirin û bi dilşadî peyvên soranî hîn dibin û wanan gelek bi lez di nivîsarên xwe de bi kartînin, eva di riya pêşketin û yekbûna zimanê kurdî de rudaweke pir erênî ye.lewra jî me hêvî dikir, ku rewşenbîrên mîna M.Ciwamêr bi vê lezbûnê û bê lêkolînên berferh ji aliyên pisporên zimanan de, nirînên weha zor hişk û li dijî vîna piraniya gelê Kurdistanê dernebirîna, saman û dewlemendiya wêja kurdî, zimanê kurdî (zaravê kurmancî )bi du sê gotarên ne durbîn nedixistin erşîva dîrokê an mozexaneyên Kurdistanê .. .
M.Ciwamêr di gotara “zimanê kurdî yek e”de dinivîs;” Ew kesên hewaldanan dikin, ku bi zaravên xwe jî li dibistanan bixûnin, evan hewaldanan destpêka metirsiyê ye, ku gelê me û zimanê me perçe bibe … xwendina bi zaravê niha ya fermî li Kurdistanê ji sala 1970 î de  mêlg dike, ku ev zarava serkewtî ye, ewa kane bibe zimanê hemû beşên zanyariyê li hemû herêmên kurdî, pir peyvên zaravên din jî di vî zaravî de cihên xwe girtine, hêdî mirov nikane bi sanahî navê zaravê li vî zaravî bik, ew hîn dibêje; Kurdên Turkiyê nikanin bi sanahî zimanê kurdî yê fermî li Başur fêrbibin, sedema wê ne ev e, ku zimanê kurdî li wir dijwar e, lê ku em bêjin ev zimana li wir dijwar e, dîsan ev ji aliyê perwerdeya fêrkirin û xwendinê de nayê pejrandin.Kurdên Turkiyê ji ber sedemên bindestî û zordestiyê zaravê xwe jî baş nizanin,û piraniyên wan baş zimanê turkî zanin, û wek nimûne, eger mirov li Diyar Bekirê be ewa dê nizanibe, ku ewa li kevintirîn bajarên kurdî ye,ji ber ku di hemû aliyên jiyana wir de, zimanê turkî û turkayetî serdest e, lê her Behdînanek zaravê fermî têdigîne ..û herweha Kurdên Kurdistana Sûriyê yên ku li Ewropa dijîn jî zaravê soranî têdigînin….tiştê pir matmayî  ev e; ku hin kes hene, fêrbûna zimanê xwe dijwar dibînin, û hînbîna zimanên biyaniyan sanahîtir dibînin ….û M.Ciwamêr hîn ji xwendevanên xwe dipirse; ma gelo hemû zimanên fermî li cîhanê, zimanên piraniya gelên xwe bûn, lê pir caran ewanan (ziman)zimanên pir hindikan an yên paşan an yên qeder û çarenûsiyê  bûn ??..ew hîn dibêje; ew kesê ku dixwaze zaravê wî jî li rex zimanê kurdî yê fermî bête xwendin, divê ew baş zanibe, ku ev zarav jî dê bi demê re hêdî hêdî bibe zimanekî serbixwe û ez bawer nakim, ku hişmendên Kurd bi van hewaldanan razî bibin, an ewanan bi vê teramerabûnê xwe bextewar bibînin, yan serkirdayetiya Kurdistanê , dê ji bazara zaravan hezke….”Wek me berê jî goti bû; zarav û zaravokên kurdî diyardeyek e xweserî ye, zarav û zaravok dikanin zimên dewlemend bikin, lê ev netê vê wateyê, ku em dibêjin, bila ta roja qiyametê gelê Kurd bi du û sê zaravên bingehîn bixûnin û binivisînin, her Kurdek, her mêjonasek, her rojhilatnasek zane, ku taybetmendiyek rewşa gelê Kurd ji van hemû aliyan ve heye, (Erdnîgarî,dîrokî, zimanewanî, siyasî). Rast e Kurdên Başur ji sala 1970 î de bi zaravê sorarnî bi fermî li dibistanan, xwendegehan, zanîngehan dixûnin, dîsan rast e, ku zaravê soranî li Kurdistana Îraqê pêşda çûye û serkewtî ye, lê wê ne rast be, ku em bêjin; zaravê kurmancî binketî ye û ewa nikane bibe zimanî fermî. Rewşa siyasî li Kurdistana Bakur, li Rojavayê Kurdistanê ne mîna beriya sî salî ye, li herdu beşan û li dervayî welêt bi dehan partî, rêxistin û dezgeyên siyasî, rewşenbîrî hatine damezrandin, bi dehan kovar û rojnamên kurdî bi zaravê kurmacî hatine weşandin û hîn jî tên weşandin, bi hezaran ronakbîr, siyasetmedar, wêjevan, zimanzan, hunermend, rojnamevan û pirtûk bi zaravê Kurmancî peydabûne, bi sedan ji wan bi zaravê Kurmacî navdar bûne, her wisa jî nîzîkî deh salane, ku têlviziyona kurdî M T V,Roj.T V bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî jî weşanên xwe dike. Zaravê Kurmancî bê ferman û bi awayeke xweserî li van herdu beşan, li nav Kurdên Sovyetistana berê û li dervayî welêt bûye zimanê fermî. Ango em dixwazin bêjin, ku zimanê fermî ne tenê zaravê soranî ye, lê belê zaravê Kurmancî jî bûye zimanê fermî. Lewra jî em dibînin, ku berêz M.Ciwamêr gelek bi nezanî, bê agahdariyên rasteqînî û bê lêkolînên zanistî nirînên xwe derbarê zaravê Kurmancî de derbirîne.Di rastiyê de M.Ciwamêr fermanên gelek metirsî di dermafê zaravê Kurmancî de derxistine. Em guman dikin, ku ewî  bê mebesteke xerap fermanên cehirkirî dermafê bi kêmanî du beşên Kurdistanê derxistine, ew nizane, ku encamên van fermanan li derûniya Kurmancan, dê çawa bin ?Ew nizane, ku ewa samana çanda kurdî, dewlemendiya zimanê kurdî bi destên xwe dixe gornê. Eger em jî niha li vir weke M.Ciwamêr biramin û bêjin; zimanê kurdî, zaravê Kurmancî pir pêşketî ye, ewa jî bi demê re bû ye zimanê fermî, piraniya gelê Kurd bi vî zaravî dipeyvin, dinivîsînin, zarava Kurmancî ji ya soranî kevintir e, û di ayênde de bajarê Amedê, paytexta Kurdistana mezin e, lewra jî divê zaravê Kurmancî li hemû beşên din li Kurdistanê bibe ya fermî û bila ewa sudê ji zaravên soranî, dumilî û yên mayîn bigre. Ma Gelo helwestên M.Ciwamêr û birayên me Soranaxêv dê çi bin ???? lê em gelek bawer dikin, ku rewşenbîr û siyasetmedarên Kurmanc fermanên weha ne berpirsiyarne, ne îro û ne sibe dixwazin derxînin,. ewanan gelek rêzê li zaravê soranî digrin, pir nivîskar û rewşenbîrên Kurmanc ji Kurdistana Bakur û ji Kurdistana Rojava bi şehnazî wişeyên soranî fêr dibin û bi kartînin.
Em naxwzin li vir li ser zaravê Kurmancî li navçeya Behdînan li Başurê Kurdistanê pir rawestin, lê em zanin, ku zaravê Kurmancî û bi tîpên erebî li wir jî gelek pêşda çûye, asta berhemên nivîskar û wêjevanên Behdînan pir bilind e, ewanan bi hezkirin û bi şêwakî ne fermî bi zaravê Kurmancî dixûnin û dinivisînin.Vêca em nikanin têbigînin, ku ji bo çi ev zarav jî li dibistanan nayê xwendin ?Eger M. Ciwamêr xwendina vî zaravî di dibistanan de ziyan û metirsî ji bo perçebûna netewa Kurd dibîne, lê em dibînin berevajayê wê ya rast e, ango eger hukumeta herêma Kurdistanê xwendina zaravê kurmancî li dibistanan qedex bike, û zaravê Soranî li ser Kurdên Behdînan ferz bike, em bawer dikin, dê heyama netewî, siyasî, partiyetî, civakî pir li hevkeve, û li pêş hukumeta herêma Kurdistanê pir astengî çê bibin.
M.Ciwamêr di gotara xwe”Xwendina xwendekarên Kurd li zanîngehên Kurdistanê darek berhemdar e” de dibêje;”300 xwendekar ji sê beşên din li Kurdistana  fêderal dixûnin, mirov guman dike, ku ewanan xwendinên xwe kuta bikin û vegerin herêmên xwe û ewanan zimanê kurdî yê fermî li wir bidin xwendin,ta ku ev ziman(Soranî) li wir jî bibe zimanê xwendin û nivîsandinê..” Va ye em dîsan dibînin, ku M.Ciwamêr dixwze xwendekarên beşên din ji Kurdistanê zaravê Soranî li herêmên xwe bidin xwendine, ewî qet ji wan xwendkaran nepirsiye, ma gelo ewanan ji bo fêrbûn û fêrkirina zimanê  kurdî (Soranî ) çûbûn Kurdistana fêderal ?lê ewanan ji ber sedemên din yan ji bo pîşeyên din çûbûn Kurdistana azad?Ma gelo birêz  M.Ciwamêr dizane, ku gelê Kurd li wan sê beşên din dixwazin zaravên xwe bi ya Soranî biguhêzin ?Lê nirîna gelê Kurd li sê beşên din li nik M.Ciwamêr qet ne giring e, û li nik wî “Dîkteturiyet di vir de xêr e, û her xêrek bi deh xêran ne!!!”
M.Ciwamêr di gotara xwe ya di bin vê navnîşanê de jî “divê kurdkirina Kurdên Turkiyê dest pêbike, bi bûneya lidarxistina komgirê:Duhok pira rewşenbîriya kurdî ye:” nivisiye;” Ez bawer dikim ji ber çêkirina tîpên latînî Kurdên Turkiyê ji birayên xwe li Başur û Rojhilata Kurdistanê hîn pirtir bi durketin, eger tîpên latînî pişta kesayetiya Turk carekê şikandiye, lê ewê pişta kesayetiya Kurd pir caran şikandiye, ji ber ku ewa bûye sedema, ku Kurdên Turkiyê ji Alfebaya xwe ya resen bi durkevin, … û ew hîn dibêje; rûxandina zaravê Kurmancî, jarbûn û rawestandina pêşketina wî li nik Kurdên Turkiyê mîna zimanê erebî li nik gelê Ereb li Cezayêrê ye, lê li aliyê din zaravê Başur ji hemû aliyan ve gelek pêşketî ye….  Alfebaya latînî Kemalîstî, Ataturkî  ye û ev Alfebaya hîn ji Turkan jî dur e.”   Eger em bala xwe bidin navnîşana gotarê ” divê kurdkirina Kurdên Turkiyê dest pêbike “emê pir bi zelalî bibînin, M.Ciwamêr di vê baweriyê de ye, ku Kurdên Kurdistana Turkiyê hîn
Kurdayetiyê ji ber du sedemên bingehîn nas nakin 1-  Pirên wan nizanin bi kurdî bipeyvin .2-Kurdên ku zimên jî zanin, ewanan bi zaravê Kurmancî dipeyvin û bi tîpên latînî –turkî dixûnin. Em nikanin bawer bikin, ku piraniyên Kurdên Turkiyê nizanin bi kurdî bipeyvin, û eger ev  texmîna rast be jî, ev netê vê wateyê, ku Kurdên Turkiyê kurdayetiyê nas nakin û divê ewanan werin kurdkirin, rast e di avahiya ramana netewî de parastina zimên û pêşketina wî  mercek ji mercên sereke ye.Lê pêwîst e bê gotin jî, wek me li jor jî aniye zimên, ku  piraniya Kurdên Kurdistana Turkiyê bi hemû hest û ramanên xwe kurdperwe in. Ewanan pir hewaldanên şoreşgerî, berxwedanên niştimanî, bizavên rewşenbîrî, wêjeyî, hunermendî bi pir aliyan ve kirine û ewanan hîn niha jî li Kurdistanê û li dervayî welêt dikin,lê tenê- gunehê wan ev e-  ewanan ne li gor ferman û daxwaza M.Ciwamêr bi zaravê Kurmancî yê zikmakî, zaravê mîrê helbesta kurdî Ehmedê xanî, zaravê mîrê Botan Celadet Bedirxan û li gor rêziman û Alfebaya ku wî danî ye, dipeyvin û dinivisînin.Em dîsan ji berêz  M. Ciwamêr tênagînin, ku ji bo çi tîpên erebî ji bo gelê Kurd tîpên resen in?Li gor ku em zanin piraniya zimanzanên Kurmanc mîna Celadet Bedirxan, prof.Kamîran Bedirxan, prof.Qenatê Kurdo, Reşitê Kurd, Dr.Zerdeşt Haco, Amed Tîgris, Dr.Fedil Omer, Keça Kurd, Deham Ebdilfetah,Î.Naso û bi dehan kesên din li Kurdistanê û li dervayî welêt bi awayên zanistî mêlag kirine, ku tîpên latînî ji bo zimanê kurdî baştirîn tîp in.Mîna me berê li banî diyar kiri bû, ku zimanzan û rewşenbîrê gewre Tewfîq Wehbî jî razemendiya xwe ji pêşniyrên Celadet Bedirxan re dabû xûyakirin, lê mixabin ji bo çi ew paşê poşmam bûye û bersiva Celadet Bedirxan di derbarê guhartinên tîpan û rêzimanê kurdî de nedaye ? Em nizanin.Ango eger ewî di wê demê de alîkariya Celadet Bedirxan bikra, dê niha pirsgirêkên zimanê kurdî pir kêm bûbûna.
Dêmek niha rastiyek ne xweş di zimanê gelê Kurd de heye, em bawernakin, ku netewperestên Kurd weke M.Ciwamêr ji vê rewşa awerte dilşad in, bê guman e danana pirojeya çareserkirina vê pirsgirêka zor û zor mezin erka her rewşenbîrekî kurdperwer e, lewra jî em di vê nirînê da ne, ku birêz M.Ciwamêr bi mebesteke baş pêşniyarên xwe li Kurmancaxêvan dike, û bi mebesteke baş dixwaze em hemû Kurmancaxêv pêbendiyê fermana wî bikin.Lê em dixwzin ji wî û ji hemû kesên weke wî diramin re bêjin; ev fermana  we li nik me cihê xemgîniye  ye, derçûna fermaneke weha ne rewa,dê carek din Kurdan ji hev durxîne, dê pir aloziyan di nav gelê Kurd de çêke, dê bandura wê rasterast li ser jiyana siyasî li ser her çar beşên Kurdistanê bike .Ev netê vê wateyê, ku em dixwazin ta roja qiyametê bi du sê zaravan bixûnin û binivisînin, ne xêr!lê em naxwzin wek M.Ciwamêr nexweşiya sedsalan bi fermanekê derman bikin, pir pêdivê, ku em bi awayên zanistî , û bi bêhna fereh tiliyên xwe deynin ser vê pirsgirêka gelek dijwar û pir hestewer. Em li vir dixwazin hin xalan, li gor nirînên xwe weke rêduzbûnekê li ser riya dirêj û dijwar  pêşniyar bikin.!- Divê em di warê zanistî û derûnî de biçespînin, ku hemû zaravên kurdî, yên ku niha bi wan tên nivîsîn, bingehên zimanê kurdî ne .2-Divê her zaravek li yê dîtir bi pozbilindî temaşe neke û ewanan hemû bi çavên nirxbuha li hev temaşe bikin .2- Divê siyasetmedar, nivîskar rewşenbîr berxwe bidin, zaravên zimanê kurdî yên bingehîn nas bikin û hêdî hêdî wan bixûnin.3- Hemû zarav sudê ji hev wergrin, peyvên soranî têkevin nav zaravên din,wişeyên zaravên din têkevin nav zaravê soranî, ji ber ku  pêkanîna van mercan dihêle, ku zimanek dewlemend ji zaravên xwe peyda dibe. 4- Avakirina dezgeyên zimanewanî li seranserî Kurdistanê û li dervayî welêt.5- Divê koreyên zimanewanî bi awayên werzeyî û komgirên zimanewanî bi kêmasî salê carekê li Kurdistanê û li dervayê welêt werin bestandin.Bê guman ev gavavêtinan ne hesan in û ewanan zû zû pêknayên, lê ev gavavêtinan zor giring in, û ewanan kanin pir dijwariyan li ser riya zimanê yekbûyî ji holê rakin.
Eger em dîsan li pisporên gelê Kurd vegerin, emê bibînin, ku pisporekî navdar mîna prof.Qenatê Kurdo hîn beriya 25,30 salî ronakbîr, wêjevan û rojnamevanên Kurdistanê şîret bi devkî û nivîskî dikirin, lê sed carî bidaxawa gelek wêjevan, siyasetmedar, rojnamevan û pisporên zimanê kurdî guhên xwe ji van şiretên zanistî  û zimanparêzî re girtî bûn.Pisporên gelê Kurdistanê nikanî bûn ji ber hin sedemên giring sudan ji pir pêşniyar û pir şîretên mezinan bigirtana.Di dema niha de mercên siyasî pir ji berê baştir e,çanda kurdî baş bi rêve diçe, beşek ji Kurdistanê azad bûye, heyama siyasî li Kurdistana azad bi serkirdayetiya partiyên sereke û bi seroketiya kek Mesud Berzanî rind pêşda diçe, Kurdistana Başûr bûye navbendek zor giring ji bo hemû beşên din jî, lidarxistina komgira rewşenbîrên Kurdistanê di vê mehê de li Duhokê mînakeke geş e.Dêmek niha  rewşenbîr, nivîskar, pisporên zimên dikanin xwe pir rind bilivînin û gelek çalakiyên kêrhatî di derbarê zimanê kurdî de jî çêkin, pêşniyarên zanistî bistînin.Em li dawiyê dixwazin ji birêz M Ciwamêr re bêjin, belkî di zimanewaniyê de jî xebata bi hev re baştir e, û weke ew jî dizane” Destê xwedayê mîhreban bi karên hevbeş ra ye “.

Elmaniya,15.11.2006
ُُ

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…