October 2024

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…

Qado Şêrîn

Do şahiya helbesta Nezîr Palo bû,

Piştî min rexneyên tûj û giran li helbestên Nezîr Palo kirin, me ew kenê ji dil avêt ser pişta helbestê, êdî ji bo min piştrast bû ku Nezîr Palo di asta rexne û helbestê de ye.

Min di destpêka axaftina xwe de…

Tengezar Marînî

Şev nepen e, kûr dipeyive:
cîhanê di bin siyê de vedişêrim,
xemên xwe bi tariyê dinuxumînim.
Stêrk çavên min in,
li xewnên pistepist temaşe dikim.”

Bersivên helbestê, nerm û geş:
“tu ji bo ramanên veşartî biyavê pêk tînî,
bêdengiya te deryayeke tijî gotin e.
Ez hesret im,
çirûskek im, di hundurê te de şîn dibe.”

Şev dikene, kulmek ba tê:
“Nêzîkî…

Hejmara (23) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê “Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” ye , di hejmarê de hejmarek nivîskar û rewşenbîran nêrînên xwe li ser rola pirtûkxaneyan di jiyana wêjeyî û çandî de û girîngiya avakirina Pirtûkxaneya Niştimanî…

Firyal Hemîd

Mêvana xewne şeva min îro çîroka xwe bi derengî destpêdikir;

hebû tunebû

hebû siwarê Bê, bi qerpalin rizayî û çaroxe ke jihevketî,

li hespê şevê siwar dibû, berê xwe dida

warê li şûn siwaran mayî, li wê qada şerî.

Li xwe fitilî û…

Şêrîn Ebdo

We çend sîwan ji dagîrkeriya xwe re vegirtine,

we çend stû bi benê hovîtiyê li sêdarê dane,

lê hûn nikarin li ber dengê Êvaya berxwedêr serê xwe hildin!

Li ber baxçeyê geşbîniyê,

hûn nikarin hizira mêbûnê vemirînin..

we çiqas şev di…

Ebdilbaqî Elî

Derewkirin Rengdêreke pîs, nebaş, û kirête, nexweșiyeke sinçî ye û gelek pirsgirêk û nakokiyên mezin li pey xwe têne ȗ belkî bibe sedama dijminatî, kîn û zikreșiyan jî.

Nexweşiya derewan pirsgirêkek mezin e, lê pirsgirêka herî mezin ew e ku mirov derewan li xwe bike û hewl bide ku…