October 2023

 
Yekîtiya giştî ya nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye we vedixwîne Mehrecana helbesta kurdî
Emê li benda we bin di roja 21.10.2023 li bajarê Essen -Almaniya demjimêr 13:00
Mehrecana isal wê bi rengekî kurdistanî lidar bikeve ku helbestavanên me wê ji seranserê kurdistanê beşdar bibin
Bi hatina we em dilşad in.

Bavê Zozanê

Hejmara 106 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok, Lêkolı̂n,
Folklor û Helbestan jı̂ bixwı̂nin..
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
– Dîsa agirê Jîna -Mehsa Emînî – belav dibe li deverê/Merwan Mustefa.
Gotar û Nerîn:
– Rojava ne Nîgorno Karabaxe!/ Dr. Heval Mîro
– Serkeftin Û Têkçûn/ Xemgîn Remo
– Kurdistan/Nêrgiz(Diya Şiyar)

-…

Bi çavdêriya hijmarek helbestvanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa û bi piştgiriya Komeleya Çanda Kurdî ya Wolfsburgê, bi hilkefta 39hemîn salyada koça dawiyê ya helbestvanê navdar yê kurd Seydayê Cegerxwîn, Em dê Fîstîvalekî bo Helbesta Kurdî bi beşdariya çend helbestvanên Kurd li derveyî welat lidar bixin.
Em bang li helbestvan, nivîskar, rojnamevan, hunermend û lêkolerên…

Gurgan Elhac

Ji cîwarî kela canî
Ji deryaçê ji zozanî
Ji kavilkî dilê Xanî
Ji rondik hat, keça Wanî

*
Ji bihrîkên mişextanî
Ji kûr rayê dirextanî
Ji omîdê li wextanî
Beharek nû te jîn anî
*
Dû feryadê li biyyanî
Dû leylanê beyabanî
Dû eşkencê di zindanê
Tu bû rehmek ji ezmanî
*
Bi cî kir min ji wêranê
Birim kuşkê li eywanê
Li ber textê xwe sultanê
Li porê dest bir û…

Komît a dana xelata Nobel ya îsal 2023,
Nivîskarê Nerwêjî Jon Fosse, li ser Drama, pexṣan û nivîsê wî ên pêṣketî pejirandin.
Di daxuyaniya de, akademiya swêdî weha got: „ Jon Fosse ji bo lîstik û pexṣanên xwe yên nûjen, ên ku “deng dide, wan deng ên nayê gotin” hate xelat kirin.” Komîta Jurî ya xelat, di…

Eymen bekir

Dirbêsiya min a bedew
Min çendî vexwariye
Mast û şîrê te
Li ser sînga te kiriye xew
Dirbêsiyê dilovanê
Ji dûrbûna te ez mest bûm

jiyan li min bûye zindanEz westiyam ji kovanan
ji hêviyên xewnên vala
Perîşan bûm li vê jînê
Xort im çûma halê kala
Firmiskên min bûne kanî
Diherikin li newala.
Bo min bêje
Ma ta kengî?
Ez ê bigrîm li ser…

 
Hişmend Şêxo

Bi babeta bîranîna Şeşem a koçkirina serok Mam Celal ez vê kurte nasînê li ser rêveçûna wî ya xebatkarî diyarî xebatkarên”Yekîtî Niştimanî Kurdistan” û “Partiya Pêşverû” dikim , Herwiha ez diyarî hemû hezkiriyên serok Mam Celal dikim.
Heval Mam Celal di / 12 / 11 / sala 1933an de, li Başûrê Kurdistanê li gundê…

 
Niha li pertûkxaneya Xanî ye li bajarê Dihokê, nêzîk digihe ber destên xwêneran.
Pertûk du beşin, ji 289 rûpelan pêk hatiye, beşê yekem: Li ser amûrên mûzîkê yên ji demên berî dîrokê li Îrana kevnar, û karlêkirina bav û kalên kurdan yên afirîner di şaristaniyên kevin de, li çiyayên Zagros û welatên Miyaduav û bandorên wan…

 
Dilşa Yûsûf

Rojnameya Xelat ku bi awayê kaxizî tê çapkirin û ji 36 rûpelan pêktê, jimareya xwe ya sifir li Suleymaniyê, paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê di 27heyva eylûlê 2023 yan de weşand.
Rojnama Xelat bi dîzayneke ciwan û rengareng hatiye çapkirin, gelek gotar, babet, rîportac û agahiyên giring ji her çar perçên Kurdistanê û ji diyasporayê…

Di dîroka / 29 / 9 / 2023an de Rêveberiya Rêxistina Şehba ya partiya me “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” civîna xwe ya rêxistinî li darxist.
Civînê bi xulekek bê deng li ser giyanê sekreterê partiya me mamoste Ebdilhemîd Derwîş û hevalên damezrêner û hemû pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe…