Nûçe

Vexwendinek Giştî

Bi çavdêriya hijmarek helbestvanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa û bi piştgiriya Komeleya Çanda Kurdî ya Wolfsburgê, bi hilkefta 39hemîn salyada koça dawiyê ya helbestvanê navdar yê kurd Seydayê Cegerxwîn, Em dê Fîstîvalekî bo Helbesta Kurdî bi beşdariya çend helbestvanên Kurd li derveyî welat lidar bixin.
Em bang li helbestvan, nivîskar, rojnamevan, hunermend û lêkolerên edebiyat û ziman Kurdî, herwisa bang li kanal û dezgehên ragihandina Kurdî jî dikin, bo beşdariya vê hilkefta rewşenbîrî ku wê li roja Yekşemê di 22.10.2023yan de li demjimêr 14:00 li salona Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburgê wê lidar bikeve
Em mêfxweş û mezin dibin bi amadebûn û beşdarbûna we yên rêzdar.

Almaniya 13.10.2023
Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg
Hijmarek ji helbestvanên Kurd.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…