
Gurgan Elhac
Ji cîwarî kela canî
Ji deryaçê ji zozanî
Ji kavilkî dilê Xanî
Ji rondik hat, keça Wanî
Ji bihrîkên mişextanî
Ji kûr rayê dirextanî
Ji omîdê li wextanî
Beharek nû te jîn anî
*
Dû feryadê li biyyanî
Dû leylanê beyabanî
Dû eşkencê di zindanê
Tu bû rehmek ji ezmanî
*
Bi cî kir min ji wêranê
Birim kuşkê li eywanê
Li ber textê xwe sultanê
Li porê dest bir û anî
*
Ceger hêmin di sîngê de
Bi navê te dilik lê de
Ji nûr tîpan li hêlê de
Peyamek tê ji yezdanî
*
Mijûlbûyî firişta re
Bi Ahora Avista re
Birim berjor bi mista re
Bilind ez çûm mi hew danî
*
Fereh basik ji mir çêbûn
Firişt û xan hemû lê bûn
Li azmanê bihiştê bûn
Li jêr kewser çem û kanî
Dîlok:23.08.2015

Şîrove (0)