September 2022

 
Qado Şêrîn

Hin têbîniyên min ji bo Festîvala Duhokê ya Rewşenbîrî, yan jî Mehrecana Duhokê ya 5mîn.
Mixabin gelek ji me kurdan bi tiştekî razî nabin, eger ew ne xwediyê meseleyê bin, eger ne di serê govendê de bin, û eger ne serê rimê bin. Mixabin bihaneyên pûç û vala diafirînin ji bo li dij derkevin û…

Lazgîn dêrunî

Keça kurda serî hilde
Porê berde çavan kilde

Serî rake bilind li jor
Bila berba bibe ew por

Serî veke porê şeke
Cilên ciwan li ber xwe ke

Bi azadî jiyan xweş e
Bi serbestî mirov geş e

Zilf û biskên Mahsa hejar
Ji bo dijmin bibin sêdar

Kezyên Mahsa bibin du mar
Xwe bipêçin stuyê neyar

Evîn jîn e jiyan eşq e
Jin bixwe ronî û…

 
Qamişlo : Kemal Şêxo
Werger ji Erebî : Hişmend Ebdilmenan Şêxo

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ku yek ji kevintirîn partiyên tevgera rêzanî ya kurdî li Sûriyê ye dibîne ku pêvajoya asayîbûnê di navbera herdu rêjîmên desthilatdar li Enqerê û Şamê bi daxwaza Rûsiya û piştgîriya Îranê ye piştî civîna Sê alî di…

Mizgîn Hesko

Hîn…
Di tariya şevan de
Xwe ji himêza te vedidizim
Û tevlî bişkojên bêdengiyê dibim
Û mîna stêreke herî biçûk
Berûvajî karwên diçim
Dûr…
Dûr ji rêka kadizê diçim
Û derbasî
Parzemînên mijgirtî dibim
Bi hêminî…
Tevlî giyanê razber ê zemînê
Dibim
Û li wir
Wiha kesk ron didim.

Hîn…
Di tariya şevan de
Tiliyên min
Biqasî bejna çiradankên
Ku li joriya asîmên vêketî
Dilkên rûpelên spî
Ji vegotinên evînê re
Gur dikin

Çivîkek…

Ehmed Meter
Werger ji Erebî:Dr.Ebdilmecît Şêxo

Min ji destlatdar re got: Te em anîne jiyanê?
Ewî got: Na …. Ne ez im
Min got: Eyan Xweda, tu li ser me kiriye Xwedayek?
Ewî got:Ev ne liyaqî Xweda ye.
Min got: Me ji te daxwaz kiriye ku tu destladariyê me bikî ?
Ewî got:Na !

Min got: Eyan deh welatên me hebûn…

Kampanya Azadî
Roja sêzdehê îlonê, polîsê “exlaq”ê ku berpirsê lixwekirina şerpê ne li Îranê , ev saziya ku mîna desteya Hisba ya DAIŞê û Komîsyona “ El-Emir bilmerûf we El-nehî en El-minker” . keça Kurd girt.
Jîna Emînî (Mahsa Emînî) 22 salî, bi hinceta “nepabendîbûna wê bu hîcaba Îslamî” piştî çend saetan ji desteserkirina wê, di bin…

Narîn Omer

Jîna min
Delala min!
Dagîrker ne ku oldar e
yan jî ji xweda ditirsê
Ew ji navê te û
ji hebûna te ditirsê

Ji keskahiya bihara dilê te û germahiya evîniya te û
hemî keç û kurên me dilerizê
Ew baş dizanê
oldariya dirust ne bi kefî û
pêçana por û çavan e
Jîna min!
kulîlka demsalên me
Giyan û canê te…

Emel Hesen

Ey Pêşmergên lehig û Nêçîrvan
Qehremanên qada Mihabad û Koban
Dilsozên Rêbaza Qazî û Barzan
Serbazên Deşit û Çiya û Zozan
Awazên Zageroz û Korek û Şingal
Sazbendên Cemê Aras، Dijle û Ferat
Cengevanên Axa Mêdiya û Mîtan
Cangoriyên Şorşa Eylûl û Golan

Ey Leşkerên rojên geran
Dilêr û Serbaz û Rêbaz
Ey Şêr in Welatê Şêrgo û bêkes
Yêşikand Serê Faris û Çerkes
Hate…

Hêvîn Cefer

Lawo veger û Ji Payîzê bike Buahr
Şiyar be û derkev ji va rêya dijwar
Bi Darê Zeytûnê re bibe Cêwî û hevpar
Rê bibre li Qirikan û Tajî, Gur û Heftar

Bixemlîne Xastiya,Lêlûn û Çiyayê Hawar
Ferehiya Cûmê hembêz bike Hezar, Hezar car
Hilde dengê ,Eyşê û Zênebê û Zerya Evîndar
Lêmişta Zemzema Ziravkê biherikîne bi Qentar
Bila Rêş bike Karwanên…

Rêber Hebûn

Ji welêt re
Bermayên hesretê
Ji jinê re
Temenek bê veger
Ji bedewbûnan teva re
Helbestên bê nav

Û hestên germ û xav
Ji beybûnê çiyayî re
Ji êşên jinbî re
Ji silavên tî re
Bîranînên min
Hêsirên peyvên min
Dema serên xwe mîna serhildêran bilind hildidin
Dema peyv hevdû ji nêza dixun.
Û çivîkên hêviyê çermên çêlîkên xwe digezin
Dema nimêj ji xwedê direvin.
Dema …