May 15, 2022

 
Hevpeyvîn Gulistan Beşir

1_Sehribana Kurdi ya Navdar kîye?
Ez Şehribana Kurdî me.
Ji Navçeya Qoser`ê me. Qoser navçeyeke bajarê Mêrdîn`ê ye.
Bavê min karkerekî şaradarîya bajarê İzmir`ê (Turkiye) bu. Ez jî li Îzmîr`ê hatime Dinê. Ev 55 salin malbata min li îzmîr`ê dijîn.
Ev 29 salin ez li Elmanya ( Germany) dijîm. Zewicîme û dayika 4 zaroka me.

2_Destpêka…

Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa, roja şemiyê 14.05.2022 li salona Avesta ya li bajarê Oberhausen- Almanya, li bin navê “Efrîn Zeytûna Kurdistan e”, bi beşdariya hejmarek ji nivîskar û şandên partî û komele û rêxistinên civakî û kenalên ragihandina kurdî lidar xist.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê,…

Xizan Şîlan

ez
bi pêpelokên rastî û zanastiyê
ber bi kamilbûn û arifbûnê ve
hildikişim
li ser rêya aqil û mantiqa felsefê
bêrawestan dimeşim

tûrikê pêşeroja nediyar
bi îlhama eşqa nûraniyê
dadigirim
rengê wêneya fazîlet û heqîqetê
li albûma qîblegeha derûniya xwe
dineqişînim
ez
tovên xweşbînî, dilovanî, aramî û wijdaniyê
bêhna çîçekên bax û bostanên rengîn
li ser axa giyanê sefîl
direşînim
hestên qencî, camêrî û destfirehiyê
nefsbiçûkî û hezkirinê pêşkeşî xêrnexwaz…