XWEŞBÎNÎ


Xizan Şîlan

ez
bi pêpelokên rastî û zanastiyê
ber bi kamilbûn û arifbûnê ve
hildikişim
li ser rêya aqil û mantiqa felsefê
bêrawestan dimeşim

tûrikê pêşeroja nediyar
bi îlhama eşqa nûraniyê
dadigirim
rengê wêneya fazîlet û heqîqetê
li albûma qîblegeha derûniya xwe
dineqişînim
ez
tovên xweşbînî, dilovanî, aramî û wijdaniyê
bêhna çîçekên bax û bostanên rengîn
li ser axa giyanê sefîl
direşînim
hestên qencî, camêrî û destfirehiyê
nefsbiçûkî û  hezkirinê pêşkeşî xêrnexwaz
û dinyaya derewîn dikim
nalîn û lorîna dengbêjên kezebperitî
şewq û şemala awirên zarokên bêxwedî
di qolincên berbanga rûken de
dihewînim
ez
wîzewîza bayê hêviyên geş
tîrêjên stêrka azadiya ramanê
feryad û fîxana bilbilê xemkêş
di paşila keskesora aso de
vedişêrim
tilîliya dîlana şadî û serkeftinê
germa silavên heval û dostên sadiq û dilpak
çirûskên finda rûmet û hurmetê
di qefesa sîngê kaniya baweriyê de
diparêzim

Xizan Şîlan
2022-05-05
Stockholm
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…