January 2022

Lokman Polat

Romana Azad Ehmed Elî a bi navê ”Berxikê Kesk” di nav ”Weşanxaneya Hîro” de, bi alîkarîya dezgeha ”Semakurd” hatîye weşandin. Pirtûk 170 rûpel e. Romannivîser Azad Ehmed Elî romanê di navbera salên 1992’an – 1994’an de li Qamişlo nivîsîye û wek pirtûk di sala 2008’an de hatîye weşandin. Di pirtûkê de li ser nivîskarî…

 
Bi dilekî xemgîn, me koça dawî ya xanim Fehmiya Sofî dayîka Hevkarê me, Berzan Hisên Endamê Nivîsîngeha Cêbicêkar ya YNKS bihîst.
Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê didin mamosta Berzan Hisên û tevahiya malbata Leyanî, û xwe bi hevparê xema wan dibînin.
Hêvîxwazin ji Xwedê ku wê bi behişta xwe ya berîn şad bikî, û sebr û…

 
Rêber Hebûn

yekem tiştê ku jîndar pêşî hizr dike têgihiştina wî ji heyînê re, mirov xwe nas dike bi rêya hebûnê , ji ber ew zemîn e yê li ser civak çêdibe, û jê nirx û pîvanên xwe werdigre, ji tek girêdanê yê mirov bi heyînê re girêdide, berî ku tiştan bidest xwe xwîne, û ew…

Hejmara 99 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Hevpeyvîn
Wergerandin, Çîrok, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 30 nivîskar û helbestvanî hatiye weşandin.
Naverok..
Nivîsara sereke:
– Peyv TV di salvegera xwe ya yekemîn de / Ebdulbaqî Huseynî
Nerîn…

Daxuyanî

Piştî ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ve, ji 3ê heta 21ê çileya 2022ىلاan ji bo helbijartina dersên bijarte yên kurdî bi herdu zaravên Kurmancî û Kurmancikî “Zazakî” hatiye destnîşan kirin, ku xwendevanên polên navendî yên kurd dikarin navên xwe ji bo xwendina dersên Kurdî tomar bikin, di heman demê de ji aliyê sazîyên taybet…

Hêvîn Cefer

Ezim Çiyayê Kurmênc
Navdarim bi Kela Hûrî
***
Ezim Dîroka kevnar
Şikakî. Amkî . û Rûbarî

***
Ezim Efrînarengîn
Xelata Xwedayê jorî
***
Ezim ew Şêxê Dîndar
Oldarim bi Hezar carî
***
Ezim Zeytûna pîroz
Şaxên min çûne kûrî
***
Ezim Kurdaxî ya Cotkar
Diparêzim Xaka zêrî
***
Ezim Zîna Evîndar
ji Efrînê re Cangorî
***
Ezim Rengê Buharê
Sipîme Kesk û Zerî
***
Ezim Doza Evîndar
Qet dînanim va barî

15.01.2022

Dr.. Mahmoud Abbas

Cidebûne ber fereh hena; di navbera pirojeya netewî ya kurdî û pirojeya niştimanî de, û lêkolînê li ser herdo aliyan wê ne wek hev bin, ji ber pir sedema, di nav de percebûna milet di erdnîgariya-çigrafiya Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê de, yan jî di aliyê niştimanî ya kurdistanî de, ku ya herî…

Dr.Xelîl Omar

Hêdî law Misto pişta te ketiye ber te, bera Rizo û Rûto vê mîratê daxînin, jartêketê weke risasê ye! ..Lawkên min, metika we bi goriya we be, hûnê bi hemdê xwe wê deynin ser blokan! Xatûnê got û hûçikê xwe bi bêvila xwe xist û li dora pîkaba sûzûkî çû û hat.
..Piştî ko Rizo…

Konê Reş

Sersala Kurmancî: Eva ku piştî sersala Zayînê ye bi 13 rojan, anku 13 meha kanûna duyemîn e. Berê, pêşwaziya vê Sersala Kurmancî, di nav gundên Cizîrê û Beriya Mêrdînê de dihat kirin. Min bixwe jî, di zaroktiy xwe de pêşwazî û beşdariya wê kiriye. Li gundê me (Doda), di êvara Sersala Kurmancî de, xortên…

 
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi tundî binçavkirin û zindankirina Mamostaya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî bi destê rêjîma Îranî ya kurdkuj û dagîrker riswa û şermezar dike û daxwaza bidawîkirina tawanên rêjîma Îranî yên dûr ji hemî yasayên mirovî li dijî gelê kurd dike, bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan ên nêvdewletî û herêmî dike…