Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya zindankirina Zara Mihemedî riswa û şermezar dike

 

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi tundî binçavkirin û zindankirina Mamostaya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî bi destê rêjîma Îranî ya kurdkuj û dagîrker riswa û şermezar dike û daxwaza bidawîkirina tawanên rêjîma Îranî yên dûr ji hemî yasayên mirovî li dijî gelê kurd dike, bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan ên nêvdewletî û herêmî dike ji bo bi fermîkirina Zimanê Kurdî bi hemû zarav û şêwezarên wê ve.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya herdem piştgiriya hemû hewldanên parastina nasname û çanda neteweyî ya gelê kurd li her navçeyeke Kurdistanê dike û herwisa piştgiriya Kampaniya Zimanê kurdî li Rojhilata Kurdistanê dike, ku mafekî xwezayî yê gelê me ye, lewra destxweşiyê li Zara Mihemedî û hemû mamosteyên Zimanê Kurdî dike ji bo perwerdekirin û fêrkirina zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê.

Azadî bo Zara Mihemedî
Bijî kurd
Bijî Kurdistan
Her bijî Zimanê Kurdî
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamişlo 12.01.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…