January 2021

Îbrehîm Şitlo

Silav bi piranî li Civakekê ji yek din diguherin.
Rewşa heyî û hevjînê merivan roleke diyarker dilîze.
Min die Beşa yekemîn de gotibû, ji ber ku silavek ji bo destpêkirina Dan û Stendinê awayek giring e.
Hevalê ku me ji zûve hev û din nedîtiye min bi maçên rast û çep “silav” bi hembêz bû.
Tevlihev-di-silav … Lê…

Piştî pirtûka Bêdengiya Şevê di sala 2019an de, dîse aferên berdewame. Pêncem pirtûka helbestan Hêlîna Xewnan, li weşanxaneya SerSera çap bû, ji bûyî hezkiriyên helbest û wêjeya kurdî va ye em diweşînin.
Hunermend û helbestvan Nizar Yosif bi hestên corbicor (Evînî û Netewî û Civakî) li pêşberî xwênerên zimanê kurdî dakete meydana çandê.
*Pirtûk a Hêlîna Xewnan:
Ji…

M.Emîn Sadûn

Weke tê zanîn, ku her tişt di şihîn û qapana hevkêşa siyasetê de bi encaman tê kêşan û nerxandin. Ji ber ew rê û rêkarên rêxistina siyasî di pêvajoya xebata xwe de dişopîne, çi be jî, ne ev e mijar û merema me û ew nakeve dan û standinê, û eger hat jî…

Xalid Cemîl Mihemed

Aniha Qamişlokê bi rastî xemgîn e.. Aniha kesên dilsoz hemû xemgîn in..
Mamosteyê ku bi dehên hezaran, bi salên dûdirêj, şagirt û xwendekar li ser destên te hatin perwerdekirin û fêrkirin. Helbestvanê ku bi dahênana xwe dilsoziya mirovahiyeke astbilind nîşan da. Bi koça te, barekî din kete ser bênderên xemgîniyên me yên gelek, di…

Ehmed Tahir

Ji felsefa bav û kala
Em ketin çal û newala

Em fêrbûn bi xişt û nivişt
Bi hezaran me ji hev kuşt

Her me got ola me islam
Dijmin berik bire ser dam

Bi vê çanda pîs û gemar
Em kirin dijmin û neyar

Çi cara me got hey hewar
Dibêjin kurd bûne kufar

Bi vî ramanê kevnperist
Derew bi ser rastiyê xist

Ji hev kirin…

M.Emîn Sadûn

Piştî serboreke dewlemend û ezmoneke zengîn di nava rêzên Tevgera kurdî de. Ji min re zelal bû û baş hate naskirin, û bi taybetî piştî rûreşiya Sûriyê, ku tevaya parçebûn, jihevçûn û cudabûnên di laşê wê tevgerê de rûdayîn, tenê yek eger hebû û ew bû sedemê vî derdê bê derman. Ji cûdabûna…


Dildar Aştî
* bo zarokan
Navê min xweş, hêvî ye
Rû wek berfa kevî ye
Gula bexçê avî ye
Dara min pişkivî ye..

Demsala me bihar e
Xunava hûr dibare
Hofka dilan li dar e
Îsal xweştir ji par e

Em hatin ber derê te
Heval û hogirê te
Dest danîn ser serê te
Tev ji bo xatirê te…

Hatina we ser çavan
Pîroz e…

Qado Şêrîn

“Nanê bê xwê dixwe, tirê şor dike”
“Jin ji mêrê xwe dipirse, berî tu min bizewicînî, te çima ji min re negot ku tu hejarî, tiştekî te tune û bê pereyî? Mêr jêre got, ez westiyan hingî min ji te re digot: tiştekî min ji te pêve li dunyayê tune. Tu dikeniya, û wek dînan kêfa…

Elî Cefer
Elmanya 22. 01. 2021

Min jî weke pir kesan bi dilekî xemgîn û çavên zuha nûçeya xatirxwestina dawî ya têkoşer û xebarkarê gelê me yê naskirî rihmelê Sibhî Xelîlê Husên bihîst.
Bi koçbarkirina vî Kurdperwerî û xweşmêrî re, gelek bîranînên xweş û geş hatin bîra me. Ew yek ji refê pêşin yên xizmetkar û kedkarên…

D. Ibrahîmê Mehmûd

Bêgoman kêm yan zêde, gelê Kurd dîroka damezrandina „Komra Kurdistan“ li Mahabad ê (22.01.1946 – 16.12.1946) û armancên wê yên serekî dizanin, lê tevî wê jî ez wek e kurdekî, ku hertim bi awat û hêvyên serxwebûna Kurdistanê ye; bi pêwist dizanim, heger bi kurtî be jî, çend bûyer û destkeftan ji vê…