Stêrkek geş ya Efrîna dagîrkirî vemirî

 Elî Cefer
Elmanya 22. 01. 2021

Min jî weke pir kesan bi dilekî xemgîn û çavên zuha nûçeya xatirxwestina dawî ya têkoşer û xebarkarê gelê me yê naskirî rihmelê Sibhî Xelîlê Husên bihîst.
Bi koçbarkirina vî Kurdperwerî û xweşmêrî re, gelek bîranînên xweş û geş hatin bîra me. Ew yek ji refê pêşin yên xizmetkar û kedkarên gundê me bû. Ji me re, em wek nifşê duwem, nimûne û çavkanî bû, di saya wî û çend kesên din de em fêrî Kurdayetiyê bûn.

Di şahiyên Newrozê de, berî me li Çiyayê Hentûzkê û Benê bû, bi keç û xortên gund re dîlan û sema digirt. Êvaran jî li meydana gund ligel xanima xwe Zêneb şahiya Newrozê germ û gumreh dikirin. Li şînî û şahiyên nas û gundiyan, dost û hogiran her li pêş bû, bi wan û bi me re parve dikirin.
Çi gava dunya li serê me teng dibû, em diçûne balê û me bêhna xwe rehet dikir. Zorbey zorê kesên mijûlî karê Kurdayetiyê li Çiyayê Kurmênc, nemaze di dawiya sedsala borî û destpêka sedsala me bi misoger navê Bavê Ebdo û xanima wî bihîstine, an carina li wan bûne mêvan. Ew malbatek mêvanhez û camêr bûn.
Bavê Ebdo mirovekî ta hestiyên xwe Kurdperwer û ziman xweş bû. Hemî heyîn û şiyayên xwe xistibû xizmeta gel û welatê xwe. Di xizmeta Kurd û Kurdistanê de bû.
Min nedît tu rojan di rûyê tu kesî de mizûrê xwe tehl û tirş kir, an kesek bê hêvî vegerand, her rû li ken û mîvan perwer bû.
Xwaziya me li canê te be Bavê Ebdo, birayê hêja, rêber, heval, ji roja bîreweriya xwe de ta dawiya jiyana xwe tu li ser riya Kurdayetiyê ma. Ev jî rûmetek ne hindike.
Oxora te ya xêrê be, cihê te bihişt be birako.
Bila serê xanim Zêneb û kur û keça wê, herweha serê gelê Kurd sax be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…