
Dildar Aştî
Rû wek berfa kevî ye
Gula bexçê avî ye
Dara min pişkivî ye..
Hofka dilan li dar e
Îsal xweştir ji par e
Em hatin ber derê te
Heval û hogirê te
Dest danîn ser serê te
Tev ji bo xatirê te…
Hatina we ser çavan
Pîroz e hemî gavan
Ez rê dikim silavan
Bo hemî dê û bavan.
************

Şîrove (0)