September 2020


Konê Reş

-1-
Çi havînek dirêj e
Tu dibêjî qey heyam
Xwe xuz kiriye û dem
Hûrikên xwe di nav tozê wê de
Didêre..
Waweylê!
Çilo sal pîr dibin û
Mîrneşîn pîr nabin?!

-2-
Herdû bestên li dor gundê min Doda
Gelek çerx û dewran dîtine ta ku
Derbasî dîrokê bûne.
Dîroka ku bi bêdengî zêrevaniya
Rêwiyên xwe dike..
Hin caran bi wan re dikene û hin caran…

 
Daxuyanî
Têkiliyên Kurdan û Misriyan ji demeke berê de,ji kûraniya dîrokê de hene, Mîtaniyên, ku pêşiyên Kurdan in, di (2000 b.z)de li gel Fîrewnên Misirê hevalbendî û têkiliyên zemawendê Girêdabûn.Ev têkiliyan di serdema Selah Dînê Eyyobî de jî berdewam bûn, ta ku di serdema hemdem de, gelek helbestvan, wêjevan û ramanbîr ji nava kurdên Misirê diyar…

Mizgîn Hesko

Li wir, li wê xaka ku ne Pût, Senem û Payker lê dihatin parastin lê belê roj û tîrêjên rojê ku nîşana hebûna Xwedawendekî cuda bûn . Xwedwendekî din ku hêjayî çokdanê û pîroz dihat parastin û pejirandin.
Li wir …li serê wan çiyayan, li serê wan joriyan, oldarên cuda hebûn ku baweriya xwe bi…

Xizan Șîlan

Ez û tu berî deh hezar û sed hezar salan, ji neh mehan carekê me li ser axa Cîhanê çavên xwe vekir. Ne axa min, ne ya te û ne jî ya wî, doh ya me bû, îro jî ya me ye. Ev cîhan ya me hemûyan e, ya bav û dayika min û…

Konê Reş

Carna tu neçar dibî, dergehê mala xwe ji ber bahozê bigire, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe û tu bi aramî di mala xwe de razê. Carana pêwîste tu dergehê mala xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..! Erê.. bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên…

Ebdilmecît Şêxo

Dilrevînê min
Li kolanên bajarê min
Hin kar kirin
Di roja dayikbûna min de
Guharek zêrîn
Diyarî min kir.

Li roja din
Di cejna Newrozê de
Li ber ronahiya roja Buharê
Di nav zevî û gulistana min de
Li pêş destgirtî û dayika min
Gurekî devbixwîn
Ewa bi dara zorê
Ji guhên min qepirand
Ez ta niha
dipirsim
Ev çi hovitî û çarenûs…

Konê Reş

Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eşîrên kurdan lê akincî ne; Pînar Alî (Temikî, Koçekî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî (Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê…

Hejmara Heftemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya hejmara Heftemîn “Girîngîya romanê” ye. Ji ber ku Yên vê hunera wêjeyî dişopînin ji girîngî û bandora wê ya mezin haydar in, roman dikare mijar û fikarên cihêreng ên civakê eşkere û ronî bike.
Di Hejmara Heftemîn de…