komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan xelatê vê carê da rojnamevanê Misirê Essyêd Ebdilfettah Esseyêd

 

Daxuyanî
Têkiliyên Kurdan û Misriyan ji demeke berê de,ji kûraniya dîrokê de hene, Mîtaniyên, ku pêşiyên Kurdan in, di (2000 b.z)de li gel Fîrewnên Misirê hevalbendî û têkiliyên zemawendê Girêdabûn.Ev têkiliyan di serdema Selah Dînê Eyyobî de jî berdewam bûn, ta ku di serdema hemdem de, gelek helbestvan, wêjevan û ramanbîr ji nava kurdên Misirê diyar bûn, ku bandora wan li ser wêje û ramana Erebî berbiçav bû. Û heya naka melyonên Kurdan li Misirê dijîn, bi reseniya xwe ya kurdî û bi niştimanperweriya xwe ya misrî serbilind in.
Bo berdewamiya van têkliyan, komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan, biryar da, ku vê xelatê vê carê bide rojnamevanê Misirê rêzdar Essyêd Ebdilfettah Esseyêd, bo helwestên wî yên kurdewarî, bervedêriya bo gelê Kurd û doza wî ya dedmend, çi di nivîsên xwe de, û çi jî li konferans û cîvînên herêmî u navdewletî de.
Rojamevan Essyêd Ebdifettah Essyêd endamê sendîkeya rojnamevanên Misirê ye, gotar ênalîzeyên xwe di rojname û kovar û malperên Erebî û Kurdî de diweşîn, wek: Elmusewwêr, El-Fhram El-Erebî, Etteaxî, Kurdistanî Noy, û Pok Mediya û hinên din.
Ew şarezayê kar û barên kurdî ye, serokê navenda El-Qahîre bo lêkolînên kurdî ye, ku sala (2013)ê damezirandibû, rêvebirê weşanxaneya Nefertîtî bio weşan û lêkolîn û wergerê yê, ya ku berî pêşî, têkliyên çandî yên herdu gelên Kurdî û Misrî û weşandina berhemên ramaî û wêjeyî yên aferînerên Kurd xem û qisaweta wê ne.
Rojnamevan Essyêd Ebdilettah Esseyêd, bi boneya raportên meydanî li ser şerê dij Daîş li çeperên cengê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, xelata sendîheya rojnamevanan wergirtiye.
Rojnamevan Esseyêd Ebdilfettah Essyêd beşdarê gelek kongir û konferasên navdewletî bo doza Kurd hatine girêdan, beşdar bûye. Hinek ji wan:
1. Kongira navdewletî bo doza kurdî, li Balçîka, perlemana Eewropa sala 2016.
2. Civata navdewletî bo guhertina demografî, ku li Efrînê dibe, sala 2018.
3. Mêvan û hevpişkê çalakiyên ramanî û semînaran li pêşengeha pirtûkan a Hewlê ya navdewletî herdu salên 2017 û 2019.
4. Mêvanê rûmetê yê duwemîn pêşengeha pirtûkan li rojavayê Kurdistanê sala 2018.
5. Gelek caran seredana çeperên şerê dij Daîş li başûr û rojavayê Kurdistanê kirî.
Her weha wî têkiliyên germ li gel wêjevan û rewşenbîrên Kurd, û piraniya hêzên siyasî Kurdistanî li Başûr û rojhilat û rojavayê Kurdistanê hene, û di nav pirtûkên, ku wî lêkirine de, pirtûkek bi sernavê „ Jelal Talebanî, nerîneke Misrî“ heye.
Rêwresmên rûmetkirina wî dê li El-Qahîreyê bêk bên, û dê bi daxuyaniyeke din were ragihandin.
Almanya, 15. 09. 2020.
Komita xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…